Rûyê Başûr ê Cenga Heftanînê

Cara pêşî dema ku min dît û gotinên wî bihîst min got,"Ev, rûyê rastî yê gelê Başûr e, rastiya wê ye, rûyê wê yê veşartî ye." Gerîla Egîd Çiya, bû rûyê Başûr ê Cenga Heftanînê.

Yek ji gerîlayê ji Başûrê Kurdistanê Egîd Çiya yê HPG'ê ku di Cenga Heftanînê de dema ku li dijî dagirkeran şer dikir şehîd bûyî, got, "Xwediyê esil ê Heftanînê em in. Ev çiya yên gelê Kurdistanê ne."

Her kes herî pir bala xwe dide ser çav û awiran. Dema ku min nû wêneyê wî dîtî û guhê dilê min gotin bihistîn, min got, "Ev, rûyê rastî yê gelê Başûr e, rastiya rûyê wê ye, rûyê wê yê veşartî ye." Ji ber ku gerîla Egîd Çiya bû rûyê rastî yê Başûr di Cenga Heftanînê de. Bi wan gotinên xwe gotibû ev berxwedan wê bi roleke çawa rabe, wê gelê Başûr û xaka Başûr jî bibe hedef.

Ehmed Xelat li Zaxo bi qîrîna dayikek biêş, hesreta azadiyê hate dinê.  Hê di ciwaniya xwe de hîn bûye ku rêya ku li ber me hatiye danîne ne rêya rast e, ev bihistiye, hîs kir, pê derxistiye û dîtiye. Ji bo ku berê xwe bide meşa azadiyê, çûbû xwe kiribû namzet. Xaka ku wê pêşî gav lê biavête û heta hetayê gav lê biavête bûbû Heftanîn. Egîd Çiya ku li Zaxoyê jidayik bûyî, li Zaxoyê mezin bûyî, 23'yê Tebaxa 2019'an wan rojên pêşî ku Cenga Heftanînê dest pê kirî, bi artêşa Tirk a dagirker re hate pêşberî hev. Ev ne cara pêşî bû li hev rast dihatin û ne jî wê cara dawîn bûya. Ew êdî ji Egîd Çiyabûnê û Ehmed Xelatbûnê derketibû bûbû rûyê Başûrê Kurdistanê yê ku bi salan êşan dikişand û niha jî bawerî pê dianî ku dema tolhildanê ye. Di Cenga Heftanînê de li ser girekî ye. Artêşa Tirk a dagirker dema ku gir bombe dike, hevalên wî li gel ku dixwazin ku wî derxînin ew bi israr dixwaze ku bimîne. Belkî jî ji bo ciwanên ku diherikin çiyayên Kurdistanê da ku şerê artêşa Tirk a dagirker bikin perspektîfa herî xweşik, fermana herî xweşik bû. Dema ku hevalên wî bi israr dixwazin ku derve ew radihijê çeka xwe,  diçe serê gir, li hevalê xwe vedigere û dibêje, ''Xwediyê esil ê Heftanînê em in. Ev çiya yê gelê Başûr û zarokên wê ne. Dagirker nikarin werin vir'' û guleya pêşîn davêje. Di Cenga Heftanînê de dibe rûyê Başûrê Kurdistanê.

Dema ku min li rûyê Egîd Çiya dinerî û hewl dida ku awirên wî bixwînim, min hewl dida ku maneyê bidim û nedikarî bi wan hevokên li pey hev dihatin. Gerîla Egîd çavên xwe hinekî kwîr kiribûn, rûyekî wî, awirên wî, çavên wiha bûn ku hem dibeşişî û hem jî bihêrs bû.  Di çavên wî de Enfal veşartîbû, di çavÊn wî de hêrsa tolhildanê ya ku bi salan ketî ser hev, hîsê Başûr ciwanekî Başûr hebûn ya ku ji sirûgniyê hatibû, ne bi dahateke azad bû lê dîsa jî nedixwest ku xwe bixapîne.  Nedixwest ku serê xwe li ber asîmîlasyonê, hevşibînê ya ku li ser ciwanên Başûr dihate ferzkirin bitewîne, çavekî wiha ku sond xwaribû nirxên xwe yên netewî biparêze, di rastiye hikûmeteke wiha de ya li ber siha hemû dewletên mêtinger lêgerîna maneyê ya ku jiyanê dayê. Li gel ku nû nas kiribû bi baweriya ku gerîla wê bi ser bikeve û bi daxwaza şer ku ya bi baweriya PKK'ê ya li ser jiyana azad...Dibe ku ji bo gelek Goran, Serkeft, Rejîn, Şahnaz, Şexevan û Hewremanên ku qet rûyê wan nedîtibû, bêdudilî dixwest xwe feda bike. Bi daxwaz û bi biryar bû ku bibe hêviya paşerojê ya bi sedan ciwanên mîna xwe.

Di çavê gerîla Egîd Çiya de ev hemû veşartîbûn. Belkî jî hûn jê zêdetir bibînin, zêdetir hîs bikin.