Rûniştinên roja yekemîn a Kongreya Sûriyeya Demokratîk bi nîqaşên têkîldarî avakirina “Însiyatîfa Em bi hev re krîza Sûriyeyê çareser bikin” a pêşniyara Komîteya Amadekar re bi dawî bû.
Kongreya Sûriyeya Demokratîk a li Dêrikê destpê kir û wê du rojan bidome, rûniştinên piştî nîvro ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
Di rûniştinên piştî nîvro yê Kongreyê de ceriboka avakirina “Însiyatîfa Em bi hev re krîza Sûriyeyê çareser bikin” a pêşniyara Komîteya Amadekar hate bidestgirtin.
Di çarçoveyên nîqaşan de hate diyarkirin ku wê şiklekî herî dawî bidin ceribokê û bixin dengdayina delegeyan.
Piştî axaftin û peyaman, rûniştina îro ya Kongreyê bi dawî bû.
Kongre wê sibê bi nîqaşan bidome.