Rûniştina doza Nazlier pêk hat

Rûniştina doza li Hevşaredara Karazê ya dîlgirtî Rojda Nazlier hate vekirin, pêk hat.

Der barê Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier ku ji wezîfeyê hate dûrxistin û hate girtin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. Rûniştina destpêkê ya dozê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Nazlier ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê girtin, bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Di rûniştinê de parêzer Resûl Tamûr, Bawer Mizrak û Diyar Çetedîr jî amade bûn. Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosûn, Mûsa Farisogûllari û Meral Daniş Beştaş, hevserokên HDP'ê yên Amedê, malbat û hevalên Nazlier rûniştina dozê şopandin.

Nazlier got, "Ez rast û adîl nabînim ku ji devereke bi kîlometreyan dûr bi rêya SEGBÎS'ê parastinê dikim. 2 şahidên ku li dijî min îfade dan beriya 2 salan hatin girtin û ji qanûna poşmaniyê sûd wergirtin. Şahidan 7 meh piştî hilbijartinê der heqe min îfade dan ku ev yek destpêka plana tayînkirina qeyûm e."

Îtirafkar Ercan Tûcî ku ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bû îdîa kir ku ew di sala 2016 û 2018'an de du aran çûye mala bav û dayika Nazlier ku nas nake û nedîtiye. Parêzerê Nazlier Bawer Mizrak jî qonaxa îfadedayin û şêweyê pirsa li Tûcî pirsî, lê serokê dadgehê kete navberê û îdîa kir ku şahid bi pirsan tê tengavkirin. Parêzer Resûl Tamûr jî pirsî ku Tûcî heta niha der barê çend kesan îfade daye, serokê dadgehê jî ji bo Tûcî got, 'tu ne mecbûrî bersivê bide'."

Parêzerên Nazlier û parlamenter ji aliyê serokê dadgehê ve ji salona rûniştinê hatin derxistin.

Rûniştin piştî navbera 15 deqeyan bi rengekî girtî dewam kir.