'Rûmeta herî mezin sekna li dijî dagirkeriyê ye'

Fermandar û gerîlayên YJA Starê ruhê berxwedanê ya Cenga Heftanînê nirxandin û gotin; "Bi ruhê fermandar Azîme, Heftanîn li ber xwe didin. Rûmeta herî mezin sekna li dijî dagirkeriyê ye."

Fermandar û gerîlayên YJA Starê, pêşengtiya hêza jinan a pêngava şoreşger ya Cenga Heftanînê nirxandin.

‘RIHÊ HEVAL AZÎMA L HEFTANÎNÊ DAGIRKERÎ PÛÇ KIR’

Cengawerên Cenga Heftanînê bi îradeyek ji pola li hember hêzên dagirker yên artêşa Tirk têkoşînek mezin dikin. Bi qasî mezinbûna vî şerî hêrsa di nava dilê gerîlayan de jî ewqasî bilind û dijwar e. Fermandara YJA Starê Şerda Mazlûm, êrîşên dagirkeriyê ya li ser Heftanînê dinirxîne û dibêje; “Çiyayên Kurdistanê ji bo gerîlatiyê guncav e. Erdnîgariya Heftanînê jî xwedan girîngiyek wiha ye. Çiyayên Heftanînê di têkoşîna me de cîhekî stratejîk digre lewra mirov dikare şerê demdirêj bimeşîne. Ji ber vê dijmin êrîşên dijwar tîne. Rastiya Heftanînê dijmin tirseke mezin bi dijmin re çêidke.Gerîlayên azadiyê yên ku li Heftanînê şikil girtine serî natewînin, kesayetên berxwedêr in,bindestî napejirînin, kesayetên asê derdikevin. Ji ber vê dijmin her tim xwestiye axên Heftanînê dagir bike. Berxwedaniya ku bi şexsê fermandar heval Azîme derketiye û Egîdîyê ku hatiye nîşandan ruhekî li Heftanînê daye avakirin. Ruhê heval Azîme dagirkeriyê pûç kiriye. Berxwedaniya heval Azîme bi gerîlatiya jinê bingehê xwe daniye. Pîvanên fermandariyê di têkoşîna heval Azîme de derketiye holê. Ruhê heval Azîme bi fermandariya heval Zelal û Yekbûn hîn mezintir bû. Fermandariya heval Viyan hîn zêdetir di xeta Serokatî de jiyan watedar kiriye. Yên ku çiya biwate dikin tiştên ku tên jiyîn û qehremanên ku tê de tene jiyîn. Lewra ew rastiya jiyana me ava dikin. Kesên pîroz li ser vê axê jiyane. Qehremaniyên ku di Cenga Heftanînê de derket holê asta berxwedanê hîn bilintir dike.”

‘BERXWEDANA YJA STARÊ YA CENGA HEFTANÎNÊ BERXWEDANIYEKE MÎNAK E’

Fermandara YJA Starê Şerda Mazlûm dewama nirxandinê xwe de îradeya jinê ya di Cenga Heftanînê de nirxand û got; “Çiyayê Heftanînê di têkoşîna hêzên me yên YJA Starê de jî wek çavkanî û bingeh e. Em berhema vê dîrokê ne. Em ê li ser van danehevên dîrokî, têkoşîna xwe ya îro didin meşandin. Berxwedaniya YJA Star ya Cenga Heftanînê jî berxwedanek mînak e. Her roj çalakiyên xweser çêdibin, di azadiyê de israr heye, di lêdana dijmin de û cîhê xwe neberdanê de israrekî mezin heye. Fermandariya heval Zelal, Nucan, Esmer, Zeryanan de berxwedaniyek dîrokî hat meşandin. Heval Zelal di têkoşîn û jiyana xwe de fedayî bû. Rastiya berxwedana heval Zelal û hevalan din de derket holê ku gerîlayên jin rênadin dagirkeran.”

‘QEBÛLKIRINA DAGIRKERIYÊ QEBÛLKIRINA BÊRÛMETIYÊ YE’

Fermandar Şerda Mazlûm dawiya nirxandinê xwe de biryardariya YJA Starê ya di têkoşîna azadiyê de nirxand û wiha got; “Em ê heta dawî di xeta Serokatî de israr bikin û ti carî gav paşde navêjin. Dagirkirina Kurdistanê wekî dagirkirina jinê tê nirxandin. Dagirkirina Kurdistanê dagirkirina beden û aqlê jin e. Rêya gihîştina kesayetiya jinên azad ji gerîlatiya YJA Starê derbas dibe. Li Cenga Heftanînê ev rastî derket holê. Kesên ku lêgerînê azadiyê xwe de kûr dikin û têdikoşin divê li hember dagirkeriyê rabin. Divê serî de jin û ciwan vê dagirkeriyê qabul nekin. Qebûlkirina dagirkeriyê qebûlkirina bêrûmetiyê ye. Gerîlayên YJA Starê bi çalakiyên xwe re serkeftin mîsoger kirine.”

‘BERXWEDANA JINÊ ENCAMA DÎROKA TÊKOŞÎNA JINÊ YE’

Gerîlaya YJA Starê Çiyajîn Cifeneyî, baweriya serkeftinê ya di Cenga Heftanînê de dinirxîne û wiha dibêje; “Bi berxwedana jinê îradeyek mezin derket holê. Jin di hemû qadan de pêşengtiyê dikin. Nasname, îrade û nêrînên cewherî ya jin gelek destkeftiyên civakî jî bi xwe re ava kir. Ji ber ku berxwedan û têkoşîna jinê encama têkoşîna azadiya tevahiya jina ye. Ji ber vê Cenga Heftanîn cenga jinê ye. Her kes dizane ku gerîlayên jin bi hêz û baweriya xwe têdikoşin. Lewra jin di vê pêvajoyê de jin xwedî bandorekî mezin in.”

‘CENGAWERÊN HEFTANÎNÊ LI SERKEFTINÊ ISRARÊ DIKIN’

Ji fermandarên Cenga Heftanînê Batufa Çekdar pêvajoya çalakiyan dinirxîne û dibêje ‘’Cengawerên Heftanînê wê bi ser bikevin’ û wiha dewam dike;“Cengawerên Cenga Heftanînê li hember dagirkeriyê têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Bi ruhekî fedayî, hêza berxwedanê têkoşîn û daxwaza tolhildanê asta herî jor de ye. Coşa hevalan di çavê wan de diyar dibe. Bi ruhekî mezin bi ser dagirkeran de diçin û heta dawî di serkeftinê de israr dikin. Yên ku axa me dagir kirine ew in ji ber vê heta em dagirkeran tine bikin em ê têkoşîna xwe her dem mezin bikin. Ev ax axa me ye ax jî rumet e. Em bi Cenga Heftanînê peyamekê didin hemû hêzên dagirker û dibêjin; dagirkirina axa Kurdistanê ne hêsan e ji bo vê pêgav her dewam bike.”

‘RUHÊ ESMER Û ZERYANAN CENGA HEFTANÎNÊ GEŞ KIR’

Ji fermandarên YJA Starê a qada Heftanînê Hejar Zozan, êrîşên faşîzma dewleta Tirk yên li ser hêza jin dinirxîne û dibêje; “Di vê operasyona dagirkeriyê de dijmin herî zêde mewziyên hevalên jin kir hedef û êrîşekî bi hovene pêşxistin. Lê gerîlayên jin, di xeta heval Zîlan de xeta fedayî esas girtin û li hember dagirkeran heta guleyên dawî bi ruhê Viyanan şer kirin. Li her derî Heftanînê hevalên jin bi wêrekî berxwedan, bi ser dijmin de çûn. Berxwedaniya jinên milîtan asta berxwedana Cenga Heftanînê jî hîn mezintir kir. Bi ruhê heval Esmer, Amara û Zeryanan çûyîna ser dijmin çêdibe.

‘EM TOLA HEVRÊYÊN XWE LI ERDÊ NAHÊLIN’

Gerîlaya YJA Starê Rosîda Botan dibêje;“Em hêzên YJA Star li hember dagirkeriyê disekinin. Hêza ku ji felsefeya Rêber Apo digrin pir mezin e. Jin bi îradeyek ji pola tevlî vî şerî dibin. Hêzên YJA Starê berxwedaneke mezin di vî şerî de dikin. Bi îradeyek xurt, moraleke mezin, bi zanist, girêdanbûn, sekneke pir xurt di vî cengê de hate nîşandan. Milê taktîk de pêşketinên mezin çêbûne. Heval bi ruhekî wiha lêdidin ku dijmin ji tirsa newêrî dakevê qadê. Em tola hevalên xwe li erdê nahêlin. Em nahêlin dijmin pêş de were. Li qada Heftanînê herî zêde rengê jin li pêş de ye. Hêzên YJA Starê bênavber çalakiyên encamgir lidarxistin û derb li dagirkeran xistin. Qada Heftanînê warê jina ye.”

‘LI CENGA HEFTANÎNÊ PÊŞENGIYA JINÊ DIYAR E’

Gerîlaya YJA Starê Axîn Gabar dibêje; “Cihê ku jin têdikoşe serkeftin pê re tê. Di Cenga Heftanînê de pêşengtiya jin diyar e. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê heta dawî li hember dagirkeran têbikoşin. Hevalên jin di hemû branşan de bi xurtî erk digrin û serkeftinên mezin tînin. Em ê pêşengiya jinan careke dî nîşanî hemû cîhanê bikin.’’