Rûken: Dem dema pêngavê ye

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken diyar kir, kirêtiya sîstema modernîst a kapîtalîst şênber bûne û got, "Ji bo avakirina civaka demokratîk dem dema pêngavê ye. Eger em vê bikin wê şewb li sîstemê vegere."

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken têkildarî krîza bi vîrûsa koronayê li cîhanê belav bûye û rêya çareseriyê ji ANF'ê re axivî.

Rûken diyar kir, şewb krîza sîstema kapîtalîst e û sedema bingehîn a rê li ber şewbê vekir jî hilweşandin û têkbirina ekolojiyê ye.

Rûken destnîşan kir, welat hemû ketine rewşeke welê ku nema dikarin bên birêvebirin û got, "Tengaviya civakî û bûhran giran dibe. Bêguman hêzên serdest xwe weke hêza bivênevê li ser civaka bêçare ferz dikin. Li dinyayeke ku ewqasî têgihiştî bûye, em ê bibînin ku ev ferzkirin wê çiqasî bersiva xwe bibîne. Em di serdemeke welê de ne ku teqez tevgerên şoreşger demokratîk weke yekane alternatîf divê bi erka pêşengiyê rabin."

'DEM DEMA AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK E'

Zerîn Rûken bi bîr xist ku bîlançoya krîza şewbê roj bi roj mezin dibe û got, "Yek ji sedî yê cîhanê ku dewlemend in di nava kêfxweşî û aramiyê de ne, lê ji beşên din bi taybetî ji xizanan û jinan re mafek nayê naskirin. Mirovahî di nava şoqeke mezin de ye. Em di demeke welê de ne ku kirêtiya sîstema modernîst kapîtalîst bi her rengî tê dîtin. Dem dema avakirina civaka demokratîk, dema pêngavê ye. Divê em hem sîstema hegemonîk, hem jî rastiya netewe dewletê û neteweya demokratîk bi kûrahî fêhm bikin. Pêwîste em bi lez polîtîka û stratejiyên welê biafirînin ku nerazîbûn û hêrsa li dijî dewlet û sîstemê xurt bike û civakê hişyar bike. Dema ku ev hate kirin wê desthilatdariyên qirker bên guhertin. Hingî wê vîrûsa korona li sîstemê bi xwe vegere, lê bide."

'YEKANE ÇARESERÎ PARADÎGMAYA RÊBER APO Û SÎSTEMA KONFEDERAL A DEMOKRATÎK E'

Rûken got, "Wezîfeya mirovahiya pêşverû ye ku bi civakê bide fêhmkirin ku yekane çareserî paradîgmaya Rêber Apo û sîstema konfederal a demokratîk e. Hêzên şoreşger, ekolojîst, femînîst, antî kapîtalîst, sosyalîst, demokratîk û jin divê sekna xwe ya têkoşînê mezintir bikin. Di sala 2020'an de rêya rizgariya ji vê krîzê, paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo ye."

'DEWLETA TIRK JI BO VÎRÛSÊ LI KURDISTANÊ BELAV BIKE, ÇI JÊ HAT KIR'

Rûken bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk ên di vê dema vîrûsê de û got, "Dewleta Tirk ji bo vîrûsa korona li Kurdistanê belav bibe çi jê hat, kir. Şer giran kir. Li her derê kêm jî be têkoşînek li dijî vîrûsa koronayê heye, lê AKP'ê li dijî Kurdan şer dike. Komkujiyan dike. Qîma xwe bi vê jî nîne, cenazeyên gerîla bi postayê dişîne malbatên wan, êrişî şehîdgehan dike. Vê dewletê wijdanê xwe ji dest daye, mîna vampîran e. Ji aboriyê girîngtir ji bo wan tunekirina Kurdan girîng e. Talankirin û êrişa li dijî jinan e. Ji xwe bi saya vê yekê aboriyê jî li gorî berjewendiyên xwe eyar dikin. Hewl didin ku civakê bi temamî hewcedarî xwe bikin. Haya gelê Kurd ji vê yekê heye."

Rûken bal kişand ser qanûna înfazê ya li meclîsa Tirkiyeyê hate qebûlkirin û destnîşan kir, ew qanûn li dijî pîvana wekheviyê ya hiqûqa gerdûnî ye.

Bi dewamî got, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi şewbê re şerê qirkirina Kurdan bi planên mezintir ên tasfiyeyê li çar parçeyên Kurdistanê didomîne. Bi vê qanûna ceza ya înfazê re mirin li girtiyên siyasî ferz kirine."

'CIVAK WÊ BÊDENG NEMÎNE'

Rûken diyar kir, mejiyekî qirker ê ku hebûna xwe li ser meşandina şer daye rûniştandin, civaka Tirkiyeyê bi rê ve dibe û got, "Jin û gel bi zîhniyet û rejîmeke wiha re rû bi rû ne. Bi dehan girtiyên nexweş hene. Tu yê wan di nava lepên mirinê de bihêle, lê belê diz, kujer, tecawizkaran berde. Tu ewlehiyeke civakê nemaye. Bi vê qanûnê qebûl kiriye ku dewleteke tecawiz û çete ye.

Civak wê li hemberî vê bêdeng nemîne. Di serî de Rêber Apo ku 22 sal in di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê de ye, divê girtiyên siyasî hemû tavilê bên berdan. Ji ber şewba global em bi fikar in. Divê bihêlin ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê. Divê fikarên gelê Kurd ên li ser tenduristiyê û ewlekariya wî bên çareserkirin."