Ruhê Zîlan li Kerkûkê ye

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Kerkûkê gotin, Zîlan fedayiyeke gel û şoreşê ye û destnîşan kirin, ku ew jî hewl didin li Kerkûkê bibin bersiv ji vî ruhê fedayî re.

Zîlan (Zeynep Kinaci), di 30'ê Hezîrana 1996'an de li navenda Dersimê, di dema merasîmekê de li dijî leşkerên Tirk çalakiyeke fedayî kir. Çalakiya bi vê rêbazê, di dîroka PKK'ê de cara yekê dihate kirin. Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Kerkûkê, di salvegera 21. a çalakiyê de ji ANF'ê re axivîn û gotin, çalakî berhema dilsoziyeke mezin a bi nirx û hezkirina ji jiyanê ye. Gerîlayan destnîşan kirin, ku gerîlayên Kurdistanê li Kerkûkê jî bi giraniya vê mîrateyê tevdigerin.

Gerîlaya YJA Starê Nûjiyan Adil Bilikî bibîr xist, ku Zîlan gotiye "Ez ji jiyanê hez dikim, lewma ez ê vê çalakiya mezin bikim" û diyar kir, ku yên ji jiyanê hez dikin dikarin çalakiyên wiha mezin bikin. Bilikî got, "Nîşan da ku ji gel, Rêber û partiya xwe hez dike, xwedî li wan derdikeve" û wiha dewam kir: "Di nava tevgera jinê de xetek e. Ji ber ku Zîlanbûn hêsan nîne. Nîşan da ku eger hedef Rêbertî be, wê bi rêbazên bi vî rengî bersiv were dayin. Eger bi hezaran Zîlan li ser şopa wê be, bêguman ev yek ji ber ruhê fedayî yê ji aliyê wê ve hatiye afirandin e."

RASTIYA HATE WINDAKIRIN, ZINDÎ BÛ

Ji fermandarên gerîla Baran Ararat jî bal kişand ser serdema çalakî lê hate lidarxistin, biryardariya Zîlan û got, "Hevala Zîlan, rastiya jin û civaka Kurd a azad ku hate windakirin, di kesayetiya xwe de ji nû ve afirand."

EM ŞÎNÊ DANÎNIN, EM PÎROZ DIKIN

Ararat anî ziman, Zîlan bi rêya çalakiya xwe vîna Kurdê azad raxist pêş çavan û nîşan da ku ev vîna bi Rêbertî ji nû ve şîn bû dikare bersivê bide hemû êrîşan. Ararat got, "Eger fedayî nebin şoreş wê nîvco bimîne. Zîlan jî bû fedayiya sedsala Kurdan. Her kesên têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê dimeşînin, îro li ser bingeha praadîgmaya Rêbertî têdikoşin. Fedayiyên weke Zîlan ev yek gihandiye vê astê. Ji ber vê yekê em îro şînê danînin, em pîroz dikin."