Rojnivîska Berxwedana Şemzînanê

Beşek ji "Rojnivîska Berxwedana Şemzînanê", ku ji aliyê têkoşerên mohra xwe danîne binê berxwedaneke dîrokî ve hatiye nivîsandin...

"Min biryara çalakiyeke bi vî rengî da. Ez ê bersivê bidim hêvî û keda hevalan. Hevalan li vê derê kedeke mezin dan. Spasiya hemû hevalên xwedî vê kedê ne, dikim... Ji xwe her kes dizane ku ev partî partiya kedê ye. Ez ê jî di vê çarçoveyê de bibim bersiv ji vê kedê re. Yanî ev çalakiya ku ez ê îro bikim, wê serketî be. Ez ji vê bawerim. Ez ê bibim bersiv ji tecrîda li ser Rêber Apo, ji zextên li ser gelê me û ji hevalên îsal li Xakurkê û gelemperiya Kurdistanê şehîd bûn." Ev gotin nîşan dide, ku berxwedan û hêzên gerîla yên li Şemzînanê derbên giran li artêşa Tirk xistine. Û rojnivîska van berxwedêran, qala vê berxwedanê dike..

EV PARTÎ PARTIYA KEDÊ YE

Çalakiyeke serdegirtinê ya li Şemzînanê di plansaziya me ya berê de hebû. Lê belê ji ber operasyonên dijmin ên li Melayan, Şapatan û Serero, di dema xwe de ev çalakî nebû. Ji 25'ê Tîrmeha 2015'an û pê ve, operasyonên tinekirinê yên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikirin. Me jî dixwest bersivê bidin van operasyonên tinekirinê yên dijmin. Di vê çarçoveyê de me çalakiyeke serdegirtinê ya berfireh li navenda Şemzînanê plan kirin. Ji 7 baskan ve em daketin navenda Şemzînanê û me rojekê navenda bajêr kontrol kirin.

BERSIVA MEZIN

Dijmin ne li benda serdegirtineke bi vî rengî bû. Ev serdegirtina bersiva mezin a gerîla bû ku da dijmin. Her wiha, artêşa Tirk a dagirker wê demê li qada Goste dest bi operasyoneke tinekirinê kiribû. Bi rêya vê çalakiyê me dixwest bersivê bidin operasyonê. Ji bo vê jî roja 18'ê Tebaxê saet di 04:00 de em ji 7 baskan ve daketin navenda Şemzînanê. Baskê yekemîn ê hêza me, li lojmanên qeymeqamtiyê da. Baskê duyemîn li polîsên tîmên taybet ên li avahiyekê bi cih bûbûn dan. Baskên sêyemîn û çaremîn jî li nîzamiye û girê jendermeyan dan. Koma me ya pêncemîn li nîzamiya li pêşiya Şemzînanê da ku polîsên tîmên taybet lê bûn û 4 polîsên tîmên taybet kuşt. TOMA'yek û wesayiteke zirxî ya bi tîma akrep, îmha kirin.

Di navbera hevalên me û dijmin de şerekî giran qewimî. Ev şer li nava kolanên Şemzînanê belav bû. Dijmin, saet di 09:30 de xwest, bi tank û wesayitên zirxî hêzeke zêde bişîne navenda Şemzînanê. Hevalên me, mayinên ku berê li ser rêya Şemzînanê bi cih kiribûn, bi vê koma teqwiye teqandin. Li vir jî tankek hate îmhakirin. Ji ber derbên xurt û bi bandor ên hevalên me, dijmin nekarî ji cihê lê bû derkeve. Bi serdegirtina Şemzînanê re dijmin tevizî.

DEWAMA GEVERÊ

Moralê hemû hevalên tevlî çalakiyê bûn, gelekî bilind bû. Ji ber ku ev yek bersiva li operasyonên tinekirinê yên dijmin bû, ku di nava salê de li Şemzînanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk danî. Bersivek li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê bû. Bi vê çalakiyê re me ji dijmin re got, "Êdî tu nikare li gorî dilê xwe bi hêsanî tevbigere û operasyonê bike." Û me ji dijmin re got, "Tu derketina derve qedexe dike, niha tu jî nikare derkeve derve."

TECRÛBEYA ROJEKÊ YA LI ŞEMZÎNANÊ

Rojekê temamiya taxên Şemzînanê di kontrola me de bûn û tirseke mezin ketibû dilê dijmin. Neçar ma bûn ku bi bêdengî li cihê lê ne xwe veşêrin. Bi serdegirtina Şemzînanê re dijmin fêhm kir ku nikare li cihê dixwaze operasyonê bike. Vê yekê jî ev rastî nîşan da: Gerîla li ku derê firsendekê, valahiyekê bibîne wê lê bide. Dijmin bi vê hesiya.

Wekî din, beriya serdegirtina Şemzînanê dijmin zexteke giran li gelê me dikir, psîkolojiyeke tirsê afirandibû. Li ser gelê me yê Cizîr, Nisêbîn û Gever dît, psîkolojiya tirsê afirand û digot, 'berxwedana Kurdan qediya ye'.

Di Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an de ku li Dihê-Şemzînanê pêk hat, tevgera me destpêkirina berxwedana çekdarî ya Kurdan ragihandibû. Me jî di sala 2016'an di 18'ê Tebaxê de careke din avêtin ser Şemzînanê û bi vî rengî nîşan dan ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dewam dike û em ê serî li ber zext û zilmê netewînin. Bi vê serdegirtinê re me nîşanî tevahiya cîhanê dan ku em ê polîtîkayên zextê pûç bikin û nehêlin ku dijmin bi rehetî tevbigere.

GELEK KUŞTIYÊN DIJMIN ÇÊBÛ

Piştî çalakiya serdegirtinê ya li Şemzînanê, dijmin neçar ma operasyona xwe ya li herêma Goste vekişîne. Neçar ma dest ji polîtîkayên zextê yên li Şemzînanê li gelê me dikir, berde. Û ket rewşeke welê ku bi rehetî nikare li kolanên Şemzînanê û gelemperiya herêma Şemzînanê operasyonê bike.

Di çalakiya serdegirtina Şemzînanê de herî kêm 5 polîsên tîmên taybet hatin kuştin, tankek û gelek wesayitên zirxî hatin rûxandin. Derb li dehan wesayitên zirxî hate xistin.

ÇALAKIYA FEDAYÎ YA LI DIJÎ QEREQOLA DURÊ

Hevalê Şiyar, di payiza sala 2016'an de hate Şemzînanê. Dema hat, me nizanîbûn wê çalakiya fedayî bike. Lê belê di nota wî de dihat nivîsandin ku ji bo çalakiya fedayî hatiye. Haya me ji vê tine bû. Hevalê Şiyar dema hat, ewilî li hevalê Heqî Pîr pirsî. Ji ber ku hevalê Heqî Pîr ji bo çalakiya fedayî hatibû Şemzînanê û dixwest çalakiya ew dixwaze bike, lidar bixe. Ji bo vê jî 3-4 caran çû keşfa Qereqola Durê. Me jî dest bi amadekariyên çalakiya bê lidarxistin kirin.

COŞ Û MORALÊ MEZIN

Hevalê Şiyar timî bi xwedî coş û moraleke mezin bû. Bi vê moralê tevlî jiyanê dibû û bi hevalan re dida û distand. Bi kêfxweşiyeke mezin dijiya. Her kesî digot ku sekna vî hevalî cuda ye. Ji xwe heta lidarxistina çalakiyê, li cem hevalên di nava gel de dixebitîn ma. Li her mala ku çû cem wan, bi sekna xwe, bi rabûn û rûniştina xwe bal dikişand û bandor li gel dikir. Her malbata ku ew diçû cem wan, dihate gel me û digotin ku sekna hevalê Şiyar bandor li wan kiriye. Destnîşan dikirin ku ev heval xwedî sekneke cuda ye.

BI XWE TEVLÎ AMADEKARIYAN BÛ

Hinek ji me bi salan li herêmê bûn. Lê belê bi qasî hevalê Şiyar detay nedidît û hesab nedikir. Keşfa çalakiya xwe bi xwe dikir. Bi xwe tevlî amadekariyan dibû û moral dida hevalan. Vê sekn û helwesta wî nîşan dida ku dixwaze vê çalakiyê bi daxwazeke mezin pêk bîne. Dema me jê re got ku amadekarî qediya ye, ewqasî kêfa wî hat, mîna ku çalakî kiriye û encameke mezin jê girtiye bi coş û kêf bû.

DIXWEST BERSIVEKE MEZIN BIDE

Herêma Şemzînanê, yek ji herêmên ku dijmin dixwest lê serdest be. Nifûsa Şemzînanê bi qasî 30 hezarî ye. Lê belê ji vê nifûsê zêdetir hêza dijmin li herêmê heye. Hevalê Şiyar jî dixwest vê serdestiyê bişikîne, bibe bersiv ji hevalên şehîd bûne, bibe bersiv ji Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê, bibe bersiv ji tecrîda giran a li ser Rêbertî. Lewma dixwest çalakiyê di sibeha 9'ê Cotmehê de pêk bîne, ku 9'ê Cotmehê destpêka komploya navdewletî ye. Û dixwest bersiveke mezin bide dijmin. Dixwest li hemberî Qereqola Durê ku bi taybetî dihate parastin çalakiyê lidar bixe. Hevalê me Heqî Pîr ku beriya niha di Operasyona Melayan de tevî hevala me Rojînda bi canbexşane şehîd bû, dixwest vê çalakiyê bike. Lê belê hevalê Heqî derfet nedît ku bike. Hevalê Şiyar jî digot ew ê armanca hevalê Heqî bi cih bîne û di sibeha 9'ê Cotmehê de wê bi qemyona ku me bi teqemeniyan dagirtî, biketa rê.

GOTINÊN DAWÎ YÊN HEVALÊ ŞIYAR

Beriya biçe wiha gotibû:

"Ez ji hevalan re serketinê dixwazim. Ev yek amadekariya mehekê ye. Beriya vê jî ez li ser vê çalakiyê kûr bûm. Min biryara çalakiyeke bi vî rengî da. Ez ê bersivê bidim hêvî û keda hevalan. Hevalan li vê derê kedeke mezin dan. Spasiya hemû hevalên xwedî vê kedê ne, dikim... Ji xwe her kes dizane ku ev partî partiya kedê ye. Ez ê jî di vê çarçoveyê de bibim bersiv ji vê kedê re. Yanî ev çalakiya ku ez ê îro bikim, wê serketî be. Ez ji vê bawerim. Ez ê bibim bersiv ji tecrîda li ser Rêber Apo, ji zextên li ser gelê me û ji hevalên îsal li Xakurkê û gelemperiya Kurdistanê şehîd bûn. Di vê çarçoveyê de careke din ji hemû hevalan re serketinê dixwazim."

DEMA ÇALAKIYÊ

Hevalê Şiyar piştî vê axaftinê bi rê ket. Saet di 9'an de ji asayîşên kampê yên cerdevanan ku ewlekariya qereqolê dikirin derbas bû, nîzamiyeya destpêkê ya 3 nîzamiyeyên leşkerî bi lez derbas kir. Nîzamiyeyên duyemîn û sêyemîn jî derbas kir û qemyona xwe ber bi kêleka avahiya ku leşker bi komî lê diman ve ajot. Dema ku nêzî vê avahiyê bû, çalakiya xwe pêk anî. Piştre dengê teqînekê hat û her der bû toz û dûman. Û dengê qareqara leşkeran li herêmê belav bû. Dijmin mat mabû ku çi bike. Di wê kêliyê de hevalên me bi çekên giran li qereqolê dan. Dijmin şoq bûbû û nikarîbû bersivê bide hevalên me. Tenê ji kampa cerdevanan bersiv dihat dayin.

58 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Piştî çalakiya fedayî ya hevalê Şiyar û derbên xurt ên hevalên me, dijmin bi gelek wesayitên zirxî miriyên xwe rakir. Agahî ji me re hat, ku bi çalakiya fedayî re 58 leşkerên li Qereqola Durê hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.

VEGERA LI XAKURKÊ

Piştî çalakiya hevalê Şiyar me çend çalakiyên din jî kir. Êdî bi dayina berfê ya di dawiya meha Cotmehê re me biryar dan vegerin Xakurkê. Lê hê jî Şemzînan di hişê me de bû. Me nedixwest dest ji Şemzînanê berdin. Ji ber ku Axîn, Şiyar, Heqî Pîr, Heqî Cûdî, Evîndar, Savaş, Bahtiyar, Rojînda û hevrêyên me yên din ên şehîd bûn, li wê derê bûn. Me nedixwest dest ji wan berdin. Lê pratîk qediya û dema vegerê hatibû. Çiqasî zor jî be em bi xeyal û nebûna wan ber bi Xakurkê ve dimeşiyan.