Rojnamevaniya Kurd 122 sal in li şopa heqîqetê ye

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan anî ziman ku ligel zextên giran 122 sal bênavber têkoşîn dimeşe û got: "Wekî her serketinê berdêla serketinên çapemeniya Kurd jî çêbûn."

Bi ser weşana Rojnameya Kurdistan a ku li bajarê Qahîreya Misrê dest pê kir re 122 sal derbas bûn û roja Rojnameya Kurdistan dest bi weşanê kir 22'yê Nîsana 1898'an wek "Roja Rojnamevaniya Kurdistanê" hat îlankirin. Çapemeniya Kurd her çiqas li welatê xwe weşangeriyê bike jî, lê ji ber tengezarî û zextan beşek ji vê çapameniyê hêj li “sirgûnê” weşangeriya xwe dike. Wek roja ewil saziyên çapemeniya Kurd rastî girtin, zext û pêkûtiyan tê. 
 
TOVA ROJNAMEGERIYA KURDÎ: KURDISTAN

 
Rojnameya Kurdistan ji aliyê Mîqdat Mîthad Bedîrxan ve li Kahîreyê hate derxistin. 5 hejmarên rojnameyê li Kahîreyê, hejmarên di navbera 6-19'an de li Cenevreyê, hejmarên di navbera 20-23'an de li Londrayê, hejmarên di navbera 24-29'an de li Folkstonê û hejmarên 30 û 31 jî li Cenevreyê hatin weşandin. Rojname 15 rojan carekê dihate weşandin. Piştî weşana rojnameyê ya hejmara yêkemîn di 30'ê Nîsana 1898'an de II. Abdulhamît ve ji bo nekeve ser axa Împaratoriya Osmanli qedexe kir. Mîqdat Mîdhat Bedîrxan sedema derxistina rojnameyê wiha aşkera kiribû: "Li cîhanê çiqas misliman hebin li gund û bajarên wan dibistan û rojname hene. Kurd ji rojnameyan bêparin. Bi qewata Xwedê niha û vir de 15 rojan carekê ez dê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kir Kurdistan. Ez dê di vê rojnameyê de başbûna zanistî û agahdariyê binivîsim. Heya niha ti kesî rojnameyekî wisa ne nivîsandiye. Rojnameya min yekemîn e." 

JI SIRGÛNIYÊ BER BI WELÊT VE

Piştî Rojname Kurdistan hat weşandin ketina Împaratoya Osamanî hate qedexekirin û zextên li ser Mîqdat Mîdhat Bedîrxan zêdebûn.  Li Tirkiyeyê di serdema Komarê de jî ji ber destûra weşanên Kurdî nehat dayîn li Iraq, Suriye û Beyrutê hatin çapkirin. Jiyan (1926-1936), Hawar (1932-1943), Jîn (1939), Gelawej (1941- 1950), Ronahî (1942-1945), Roja Nû (1943-1946) weşanên yekemîn ên bîra mirov in. Kovar û rojnameyên weke Çavkaniya Dîcle 1949’an ya ku ji aliyê rewşenbîrên Kurd ên weke Musa Anter, Edîp Karahan, Yaşar Kaya û Medet Serhat ve hate derxistin, Şark Mecmuası (1950), İleri Yurt (1958), Dicle Fırat (1962), Deng (1963), Roja Newe (1966) jî ji ber pirsgirêkên aborî û zextan emir dirêj nebûn. Weşanên weke Ozgurluk Yolu (1975), Xebat (1976), Rizgarî (1976), Roja Welat (1977), Kawa (1978), Ala Rizgarî (1979) û Serxwebûn (1980) jî navbera wan bi rejîmê re baş nebû. Piraniya wan weşanan piranî bi Tirkî an jî bi Kurdî û Tirkî hatin weşandin. Weşana yekemîn Kurdî di 1977'an de li Amedê ji aliyê DDKD'ê ve Kovara Tîrêj bû. Li Tirkiyeyê jî ev kovar tenê 4 hejmar derketin.

MED TV BÛ MÎLADA WEŞANGERIYA KURDÎ

Li Tirkiyeyê jî Rojnamevaniya Kurdî li sirgûnê li derveyî xaka xwe weşangeriya xwe domand. Gelek caran Ewropa û Stenbol ji bo Rojnamevaniya Kurdî bûne navend. Di salên 90’î de qedexe bû rojname were Kurdistanê, lê li Stenbolê rojnameyeke bi Kurdî dihat derxistin. Dîsan tecrûbeya herî mezin li Ewropayê weşangeriya Med TV´yê bû. Med TV  sala 1995’an li Belçikayê dest bi weşangeriya Kurdî kir. Dîsan sedema koçberiya Med TV´yê ya li ser welatê xelkê zext û zordariya dagirkeran a li ser weşangeriya Kurdî bû.

ZEXT DIDOM IN

Li Tirkiye û Kurdistanê ji ber jî êrîş û zextên li ser çapemeniya Kurd di rojevê de ye û weşanên Kurdî bênavber tên girtin. Di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin weşandin, ji sedî sed televîzyon, rojname, radyo, ajans, malper û kovarên weşana bi Kurdî dikirin hemû hatin mohrkirin û girtin. Di nav weşanên di 2016’an de hatin girtin de Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundem, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA), Ozgur Gun Tv, ÎMC TV, Jiyan TV, Azadî TV, Denge TV, Hayat TV, Wan TV, GUN Radyo, Kovara Tîroj û her wekî din.  Dest danîn ser malê van saziyên çapemeniyê. Di 25’ê Tebaxa 2017’an de malpera Dîhaber, Rojnameya Rojeva Medya û Rojnameya Şûjin bi KHK’ê hatin girtin. Her dawî di 28’ê Adara 2018’an de jî qeyûm tayînî ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kirin û desteser kirin. Ji ber nebûna çapxeneyê û zextên li ser çapemeniya Kurd, Rojnameya Welat ku tekane weşana Kurdî li Tirkiyeyê dike jî neçar ma dawî li weşana xwe ya çapê bîne. 

‘ROJNAMEVANIYA KURD BÛYE SEMBOLA CÎHANÊ’

Hevserokê Komeleya Rojnamevan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan bal kişans li ser zext û têkoşîna çapemeniya Kurd û anî ziman ku rojanamegerî li her erdnîgariyê wek pîşeyeke herî dijwar tê pênasekirin û wiha axivî: “Em dikarin bêjin ku îro li her deverên cîhanê yek ji pîşe û kesên ku herî zêde rastî pêkutiyan tên rojnamegerî û rojnamevan in. Bi taybet heke mijar rojnamegeriya Kurd be ev yek zêdetir derdikeve pêşberî mirov. Lêgerîna heqîqetê ya ku 122 sal berê hîmê wê ji hêla Mikdad Midhat Bedirxan ve bi rojnameya Kurdistan hat avêtin pêl bi pêl mezin bû. Kovara Hawar gelek weşanên din ê serdema borî hatin çapkirin ji bo Kurdan bûne banga serkeftinê. Her çiqas ev serpêhatiya rojnamegeriya Kurd li sirgûnê be jî, ji bo ragihandina heqîqetê bûne sembol li cihanê.”

RAGIHANDINA HEQÎQETÊ

Altan destnîşan kir ku di pêvajoya 122 salan de rojnamevaniya Kurd di her kêliyên jiyana xwe de rastî zext û pêkutiyên cur be cur hat û wiha pê de çû: “Sedema vê ya herî bingehîn jî israra ragihandina heqîqetê bû. Li hemberî dagirkeriya li ser nasname, çand û zimanê Kurd, bêdengiya cîhanê bi têkoşîna rojnamegeriya Kurd perçe bû. Ji bo civaka Kurd pêwistî bi rojamageriya Kurd hebû û rojnamevaniya Kurd li hemberî dagirkeriyê di hişyarbûna gelê Kurd de roleke mezin lîst?  

Di vê rêwitiya bi zehmet û dirêj de em dikarin behsa kêliyên gelek girîng bikin. Bi destpêkirina têkoşîna tevgera azadiya Kurd re di warê çapameniyê de jî ji bo rojnamevaniya Kurd pêvajoyake nû destpêkir. Rojnamevaniya Kurd, li hemberî hewldanên berovajîkirina dîrok û rastiya gelê Kurd bi keda ku meşand di têkoşîna gelê Kurd de roleke mezin lîst. Ji ber ku heya wan deman dagirkeriya ku dihat meşandin di qada navnetewî de an nedihat dîtin, an jî dihat berovajîkirin. Ev valahiya mezin êdî hêdî hêdî bi rojamageriya Kurd re dihat tijekirin. 

Em dikarin bêjin ku bi salên 90’î ve di warê dîtbarî û nivîskî de ji bo rojnamegeriya Kurd pêvajoyeke nû bû. Bi pêşengtiya Musa Anter û Gurbetelî Ersozsan bi rojname û kovarên ku dihatin derxistin rojnamegeriya nivîskî bi zimanê Kurdî û Tirkî pêl bi pêl geş bû. Ev yek jî bingeha kevneşopiya çapemeniya azad a ku wek ruhê rojnamgeriya Kurd tê dîtin ava kir.” 

ŞEHÎDÊN ÇAPEMENIYA KURD

Altan, di berdewama axaftina xwe de şehîdên çapemeniya Kurd bibîr anî û wiha berdewam kir: “Helbet di serkeftina rojnamegeriya Kurd de divê mirov şehîdê çapemeniyê bi rêzdarî bibîr bîne. Ji ragihandina heqîqetê bi dehan rojnamegerên Kurd canê xwe fida kirin. Ji Apê Mûsa, bigrin heta belavkarên rojnameyan şehîdên me ji bo çapemeniya azad bûne pêşengê rastiya rojnamegeriya Kurd. Helbet dewlet bi kuştina rojnamegeran dixwest dengê çapemeniya azad qût bike. Lê belê bi ser neket, her ku çû çapemeniya azad mezin bû. Asta ku em gihîştinê, welatên cîhanê rastiyan êdî ji rojnamegeriya Kurd hîn dibe. Li gel kêmasiyan jî ajans û televîzyonên Kurdan bi xebat û nûçeyên xwe ji bo çapemeniya cîhanê êdî çavkaniyeke hêja ye. Ev yek di şoreşa rojavada hat îspatkirin. Cîhan bi saya rojnamegeriya Kurd rûyê çeteyên DAÎŞ’ê, pêwendiyên qirêj ên bi çeteyan re û berxwedana gelê Rojava nas kir.” 

Altan bilêv kir ku li Tirkiyê hebûna çapemeniyek azad her tim pirsgirêk bû, lê belê di dema desthilatdariya AKP’yê ku 17 sale berdewam dike, ev rewş hêj xiraptir bû û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: “AKP ku rojnamegerên mûxalîf wek ‘terorîst’ îlan dikir, nikaribû li dengên cûda tehammûl bike. Ji ber wê saziyên wek televîzyon, radyo, ajans, rojname û kovarên ku dengê bêdenga bû, bi Biryarnameyên di Hiqmê Qanûnê de yek bi yek girt. Roja îro AKP medyaya xwe ava kiriye û bi avakirina çapemeniya alîgir, dixwaze civak bi temamî ji rastîyan dûr bixe. Her wiha ev saziyên çapemeniyê yên AKP’ê bûne mîna mekîneyên derewan û civakê ji rastiya bêpar dihêlin.” 

‘TÊKOŞÎN DIDOME’

Altan anî ziman ku ligel ewqas pêkutiyan 122 sal bê navber têkoşîn dimeşe û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Lê belê wekî her serkeftinê berdêla serkeftinên çapemeniya Kurd jî çêbûn. Şopdarên heqîqetê carna di nav çar dîwaran de pênûsa xwe bi kar anîn,  carna jî bi berdêla canê xwe heqîqeqet ragihandin. Wêrektî, biryardarî û israra heqîqetê bi saya wan navên dildarên çapemeniya azad watedar bû. Bi saya wan û şopînerên wan tu caran têkoşîna ragihandina heqîqetê bi dawî nebû û ew kelecana roja destpêkê îro jî berdewam dike.”