Rojnamevan Hesen: Efrîn wê bibe şerê dawî yê Erdogan

Rojnamevanê ji Başûrê Kurdistan Şemal Hesen ê ku demek dirêj e li Bakurê Sûriyeyê û Rojava kar dike, diyar kir ku wê Erdogan li Efrînê têk biçe û got: "Li gorî min, Efrîn wê bibe şerê dawî yê Erdogan."

Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê Şemal Hesen ê demeke dirêj li Bakurê Sûriyeyê û Rojava kar kir û herî dawî pêngava Reqayê şopand, destnîşan kir ku hewldana dagirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî Efrînê wê bi têkçûnê bi encam bibe û wê Serokkomarê Tirk li Efrînê têk biçe. Şemal Hesen got: "Wê li vir bişkê û têk biçe. Li gorî min, Efrîn wê bibe şerê dawî yê Erdogan."

DIJMINAHIYA DEWLETA TIRK A LI ROJAVA NE NÛ YE

Hesen da xuyakirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirkirinê ya li ser Rojava ne nû ye û beriya niha jî êrîş kiribû û wiha nirxand: "Hêrs û kîna dewleta Tirk a li dijî Rojava ne nû ye. Ji şerê Sûriye ji sala 2011'ê ve ku sala 2012'an şoreşa Rojava destpê kirî û vir ve dewleta Tirk ji bo gel li Bakurê Sûriyeyê tiştekê bi dest nexîne tişta ji destê hatî kiriye. Ne tenê li dijî gelê Kurd, dewleta Tirk ji bo gelê herêmê jî ti tiştî bi dest nexe di nava hewldanan de bûn. Êrîşa Serêkaniyê encama herî zelal e. Niha jî Efrîn dike hedef."

Rojnamevan Hesen anî ziman ku Erdogan li Rojava li pey wê ye ku xak bixe bi destê xwe û dixwaze xeyala Osmaniyan pêk bîne û wiha anî ziman: "Dewleta Tirk û AKP hê jî li pey Mîsakî Mîlliye. Heleb, Kerkûk û Mûsil hê jî weke xaka xwe dianin û her cûre tevlîheviyê dike. Li pey xeyalên Osmaniyan digevize. Ji bo vê Efrîn dike hedef. Efrîn a ku Kurd weke çavê xwe dibînie dixwaze dagir bike û dixwaze bingehê dagirkirinê li tevahî herêmê belav bike."

'TÊKÇÛNA WÎ WÊ MEZIN BE'

Şemal Hesen da xuyakirin ku Erdogan wê li Efrînê mezin bişkê û wiha pê de çû: "Êrîşên li ser Efrînê didomin. Em nikarin bêjin nikare bikeve Efrînê, dikarin bikevinê wê di dawiyê de Bab û Cerablûsê winda bikin. Efrîn hê nû destpê kir, wê berxwedan hê mezintir bibe. Dewleta Tirk wê li Efrînê rastî gelek tiştkên ku ne li bendê ye bê. Bi rastî jî wê Efrîn ji bo mêtîngeriya dewleta Tirk bibe fînal. Wê şikestinekî mezin bixwin, winda bikin. Li gorî min, Efrîn wê bibe şerê dawî yê Erdogan."