3 rojnamegerên destgîrkirî hatin berdan

Roja 9’ê Cotmehê di serî de li Amedê, gelek kes hatibûn destgîrkirin. Îşev ji wan 3 rojnameger hatin berdan.

Li gelek bajaran li dijî siyasetmedar û rojnamegeran di ser 200 malan de hatibû girtin. Di van serdegirtinan de rojnamegerên hatî destgîrkirin Abdurrahman Gok, Cîhan Olmez û Lezgîn Akdenîz hatin berdan.

Rojnamegerên din ên hatî destgîrkirin Esra Solîn Dal, Semîha Alankuş û Mehmet Akdogan heman rojê hatibûn berdan.

Heta niha 30 kesên ku di dorhêla operasyonên qirkirina siyasî ku roja Sêşemê hatibûn destpêkirin, hatine berdan û 17 kes hatine girtin. Kesmên din jî hê destgîrkirî ne.

Kîbriye Evren a ku di dorhêla heman operasyonê de hatibû destgîrkirin, 11’ê Cotmehê hatibû girtin.

10’ê Cotmehê 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dabûn nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin. Taşkin, 20’ê Kanûna 2017’an de bi angaşta, “Di derbarê wê de giliya micid heye” hatibû destgîrkirin û 20’ê Çile hatibû girtin.

Tirkiye, di serdema desthiladariya AKP’ê de ji bo rojnamegeran ve bû girtîgeha herî mezin a cîhanê. Li gorî bîlançoya Platforma Tevkariya bi Rojnamegerên girtî re, (TGDP) 217 rojnameger di girtîgehê de tên ragirtin. Bi girtina Evrenê ev hejmar derkete 218’an.