Rojek li Kevana Zêrîn

Gerîlayên jin, bi salane li çiyê li ser çandê dixebitin. Navenda Çandê ya Jinan, ku weke rêxistinbûneke xweser, bi navê Kevana Zêrîn hatiye binavkirin, saleke xwe tije kir.

Çiyayên bêhempa, ku bi hezaran jinên dane ser şopa rastiyê û li pey jiyana azad in, lê li hev civiyane. Mirov dikarin van çiyayan weke gerdûna jinê jî bi nav bikin. Li dora Îdeolojiya Rizgariya Jinê, bi van çiyayan re dilsoz in, bi van çiyayan re bûne yek. 

Di vê demê de, ku xiyanet ku xapandin gihîştine asta herî bilind, em jî dixwazin bi nivîsên xwe bersivê bidin. Îro 5'ê Cotmehê roja Pêncşemê ye. Em li kampa Navenda Çanda Jinê ne, ku navê Kevana Zêrîn lê hatiye kirin. Gerîlayên jin, bi salane li çiyê li ser çandê dixebitin. Navenda Çandê ya Jinan, ku weke rêxistinbûneke xweser, bi navê Kevana Zêrîn hatiye binavkirin, saleke xwe tije kir. Mîna li her kampên gerîla tê dîtin, li vê kampê jî coş, kelecan û moral di asta herî bilind de ye. Dikarim bêjim; kampeke ku hemû huner lê kom bûye. Ji komên muzîkê, heta yên sînema, govend û şanoyê, di bin sîwana Kevana Zêrîn de hemû çalakiyên çandê tên organîzekirin.

Gerîla Medya Doz li mutbexê dixebite û bi berbanga sibehê re taştê ji hevalên xwe yên gerîla amade dike û bi banga 'Roj baş' hevalên xwe hişyar dikin. Piştî kirina taştê, hin ji gerîla derdorê dimale, hinek jî alîkariyê dide wezîfedarên li mutbexê. Hinek jî ji bo karê xwe yê çandê diçin cihê xwe. Di nava van gerîlayên rûken de, kedkarên çapemeniya azad jî hene.

Ewr reş û tarî ye, gerîla jî li derve li benda barîna baranê ye. Gerîlayên jin, bi coş û kelecaneke mezin li benda barana destpêkê ya payîzê ne. Li qiraxa çem agir dadane û li dora vî agirî civiyane. Çayê vedixwin, sohbetê dikin û distirên.

Danê nîvro ji cîhaza ragihandinê dengê gerîlayekî tê, ku dibêje 'Heval not ji we re heye, bên cihê ku me gotibûn û nota xwe bigirin'. Gerîla Xwezan û Dîcle ji bo biçin cihê hatiye diyarkirin, xwe amade dikin. Her du gerîlayên jin çûn û dema vegeriyan hêk di destê wan de bûn.

Di nava beşdarên kampê de hin gerîla, di salên 90'î de tevlî nava refên têkoşînê bûne. Hin gerîla jî hê nû ne. Lê belê emrê wan, salên têkoşînê ti cudahiyê naxe navbera wan. Yên ku 26 sal in li van çiyayan têdikoşin û yên hê nû hatine çiyê, mîna hev têdikoşin, di oxira heman dozê de têdikoşin, bi heman coş û kelecanê dijîn. Ji hev moralê digirin.

Ev çiya mala wan e, cih û warê şervanên azadiyê, gerîlayên azadiyê ye. Ji ber vê yekê, ew dildarê van çiyayan e.