Rêxistina Efû ya Navnetewî: Ji bo Sûrê banga çalakiyên lezgîn!

 Rêxistina Efû ya Navneteweyî, ji bo navçeya Sûrê ya xerakirina wê didome, banga çalakiya lezgîn kir. Rêxistina Efû yê li dijî xerakirinê kampanya îmzeyan da destpêkirin.

Rêxistina Efû ya Navneteweyî, têkildarî navçeya Sûrê ya di çarçoveya "Veguhestina Bajarvaniyê" de tê xerakirin banga çalakiya lezgîn kir. Rêxistina Efû yê, ji bo taxên Alîpaşa û Lalebey yên navçeya Sûrê ku ji aliyê dewletê ve tê xerakirin banga çalakiya lezgîn kir û kampanya îmzeyan da destpêkirin.

Rêxistina Efû yê bi ser navê “Bi sedan şêniyên Sûrê di bin rîska derxistina bi zorê dene" banga çalakiyê kir. Di bangê de hat diyar kirin ku ji bo welatî ji malên xwe derkevin av û ceyran ji ser wan tê qutkirin û heqê zerara wan jî nayê dayîn. Di berdewama bangê de hat diyar kirin ku bi sedan malbatên şêniyên Sûrê her gav û her daîm dibe ku ji mal û warên xwe bên derxistin û di bin taluke û rîskek gelek mezin dene.

'AV Û CEYRAN HATE QUTKIRIN'

Di bangê de wiha hat gotin: "Wezareta Bajarvanî û Derdorê, bêyî bi şêniyên Sûrê re diyalogê dîne û daxwazên wan li ber çavan bigire, biryara derxistinê daye. Em bang li rayedaran dikin ku dest ji vê biryarê berdin. Di Kanûna 2015 û Adara 2016'an de ji ber şerê li navçeyê pêk hat, li hin taxan bê navber derketina derve hat qedexekirin. Bi hezaran malbatên Sûrê ji ber vê qedexeyê neçar man ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Piştî vê pêvajoyê şêniyên taxên Alipaşa û Lalebey 6 meh şûnde dîsa vegeriyan malên xwe. Di Adara 2016’an de der barê tevahiya navçeyê de biryara îstîmhaqê hat dayîn. 16 taxên Sûrê bi tevahî hat dagirkirin û desteserkirin. Di Kanûna 2016’an de der barê taxên Alipaşa û Lalebey de biryara valakirina Alîpaşa û Lalebey hat dayîn. Tevî vê yekê welatiyên Sûrê ji mal û taxên xwe derneketin. Efû ya Rêxistinê bi parêzer û malbatên Sûrê re hevditin kir. Li gorî vê hevdîtinê şêniyên Sûrê diyar kirin ku wê di meha nîsana 2017’an de xerakirina taxê dest pê bike. Bi awayekî devkî ji wan re ragihandine. Di 23'ê Gulanê de dest bi valakirin û xerakirina malan kirin. Ji bo welatî mal û taxên xwe vala bikin av û ceyran ji ser welatiyên taxê qut kirin."

'HIKÛMET QEDEXEYAN BINPÊ DIKE'

Rêxistina Efû yê, diyar kir ku hikûmet ji bo vê biryarê bistîne bi şêniyên taxê re diyalog nekirine û fikr û pêşniyarên wan negirtine. Rêxistinê da zanin ku ji ber vê yekê xwedî fikarên kur in û wiha got: "Şeniyên taxê bi hevre di nava piştevaniyek pir xurt dene. Têkiliyên wan li ser koka malbat û civakê ye. Şênî naxwazin ji Sûrê derkevin û Sûrê wekî qada jiyana xwe dibînin. Li gorî zagonên Tirkiye û peymanên Navneteweyî hikûmet nikare bi zorê kesî ji cihê wan koçber bike û wan ji cihê wan qut bike. Ev li dijî hiqûq û stantartên navneteweyî û gerdûnî ne. Valakirina malbatan a bi zorê helwestek keyfî ye û nayê qebûlkirin. Qutkirina av û ceyranê li dijî hiqûqê ye û binpêkirina mafê mirovan û jiyanê ye."

JI BO KAMPANYAYÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ

Rêxistina Efû ya Navneteweyî bang li hikûmetê kir û xwest li gorî pîvan û zagonên hiqûqa navneteweyî tev bigere û bêyî daxwaza welatiyan gavan neavêje. Rêxistinê da zanîn ku ji bo parastina Sûrê kampanya îmzeyan dest pê kirin û wê nameyan ji Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Mehmet Ozhaseki, Wezareta Derdor û Bajarvaniyê, ya li navnîşana: Vekaletler Cad. No:1 Bakanliklar / Ankara, Turkey, Fax: + 90 312 418 04 06, Email: [email protected]” re bişînin.