Rewşenbîran bang kir: Divê hemû alî pêşiya şerê Kurd bi Kurd bigire

Bi dehan rewşenbîr û nivîskaran ragihandin ku şer ne di berjewendiyên Herêma Kurdistanê de ye û dijimin ji vê sûdê dibîne, nabe dilê dijmin xweş bikin, divê hemû alî pêşiya şerê Kurd bi Kurd ku dewleta Tirk dixwaze derbixe, bigire.

Bi dehan nivîskar û mamostayên zanîngehê têkildarî dagirkeriyê û hewldanên dijmin ên derxistina şerê Kurd-Kurd daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Dîsan zenga şerê navxweyî lê dide. Ji bo li Kurdistanê xwîn birije dîsan kar tê kirin. Erka hemû mirovek û her ferdekê ye rê nedin şerê navxweyî rû bide ku li ber deriyê me ye. Gefê li hebûna me dike. Şer bi ti awayî di berjewendiya Kurdan de nîne. Di berjewendiya Herêma Kurdistanê de nîne. Sûdmendê her şerekê dijminê Kurde. Nabe dilê dijmin xweş bikin û dilê dayikên Kurdistanê reş bikin. Divê hemû alî destê aştiyê bilind bikin ku dihola şerê Kurd-Kurd lê didin.

Divê hemû xelkê Kurdistanê bi bawer bin, eger vê carê şerê navxweyî berfireh weke salên 1990’î rû bide, wê neweke şerên din ê navxweyî be, niha hevsengiya hêzên cîhanê guheriye, hevpirsgirêkên van berevajiya berjewendiyên Kurd bûne.

Wê her şerekî navxweyî yek aliyekê neşewitîne, belku wê hemû tiştî bigire nava xwe û guleyê li statûya Herêma Kurdistanê bide. Ev plana ku ji bo herêmê hatiye dariştin gelek ji vê yekê metirsîdartir û mezintire ku em dihizirîn. Divê demê de wê her şerek navxweyî ter û hişt bi hev re bişewitîne.

Wê şerê navxweyî xewn û hêviyên gel ti temamî li gorê bide. Wê Kurdistanê bike qada şer ku wê destpêk diyarbe, lê qet dawiya diyar nebe. Dixwazin Herêma Kurdistanê weke Sûriyeyê lê bikin. Lewma divê bi hemû awayî li dijî her hewildanên ji bo şer tên kirin rawestîn.

Şerê vê carê şerê tinekirina hemû destkeftiyên Kurdane. Em êdî dilê dijminê xwe xweş nekîn. Daxwazê ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û PKK’ê dikin ku demildest li ser mêzê guftûgoyê rûnin û pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin. Divê fam bikin ku timî dagirkerên Kurdistanê planên şerê Kurd-Kurd danîne û agir xweş dikin. Divê em hemû vî agirî ji Kurdistanê dûr bixîn.

Daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikin ku piştgiriya aştiyê bikin û nefretê li şer bikin.”

Navê kesên daxuyanî dane:

Prof. Dr. Kamûran Mentîk: Pisporê Peywendiyên Navneteweyî-Hewlêr

Dr. Afir Goran- London

Dr. Zîrek Imer Mendenî: Swêd. Bijîskê Hinav û malbatê

Dr. Nigîn Cefer: Pispora nexweşiyên jinan û zarokan-Danîmarka

Dr. Talar Elî emîn: Pisporê dîroka nû û hevçerx-Silêmanî

Dr. Kejal Hewêj: Bijîşka beşê hinav- Swêd

Dr. Kiwêstan Şehabî-Swêd

Prof: Dr. Kutir Ehmed: Pisporê yasaya tewanan: Hewlêrê

Dr. Berxwedan Hesen: Swêd

Dr. Kerîm Afir: Pisporê dil

Dr. Karwan Sincawî: Pisporê difin û guh- Swêd

Dr. Azad Emîn Seydo: Pisporê dil-Swêd

Dr. Azad Osman: Pisporê zanista siyasetê- Elmanya

Dr. Jiyan Mecîd: Bijîşka malbatê- Swêd

Dr. Lemîhe Tofîq: Pispora difirin, qewrî û guh- Swêd

Newzad Mehrûf: Endezyar û çalakvanê sivîl- Danîmarka

Sîrwan Bazirgan: Endezyar û wergervan: Swêd

Dr. Bextiyar Muderis: Pisporê Nojdariyê-Kobanê