Rewşen Mardîn: Bi pêşengtiya Jinê em ê pergala Îmaraliyê parçe bikin

Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşan Mardîn: Çawa ku bi têkoşîna xwe, vîna xwe me DAİŞ li Kobanê têk bir, weke hereketa jin bi pêşengtiya jinê em ê vê pergala Îmaraliyê parçe bikin, bi Rêberê xwe re azad bijîn.

Vê hefteyê endama koordînasyona KJK’ê Rewşen Mardîn bû mêvana bernameya Rojeva Jin a di Stêrk TV de. Rewşen Mardîn da zanîn ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedana Kobanê ser ket. Herwiha bal kişand ser wê heke nêrînên Ocalan bi rengekî azad bikaribin bighêjin gelan, wê dawî li pêxirtengiya li Rojhilata Navîn were. Rewşen Mardîn diyar kir ku weke hereketa jin, ew li pey şopa Sakîne Cansiz diçin.

‘JIN HÊZA XWE JI FELSEFEYA RÊBER GELÊ KURD OCALAN DIGIRIN’

Rewşen Mardîn di destpêka axaftina xwe de bi mabesta salvegera 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê bal kişand ser pêşengtiya jinê ya di berxwedana Kobanê de. Herwiha anî ziman ku jinê ew rihê têkoşînê yê bala cîhanê kişand ser xwe, ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye. Rewşen Mardîn da zanîn ku Tevgera Azadiya Jinê li Kobanê di têkoşîna xwe de di warê navnetewî de gihişt lûtkeya herî jor û nîşanî jinên cîhanê kir ku jin xwe rêxistin neke, yekîtiya xwe xurt neke, xwe ji bandora siyaseta baviksalarî dernexe, parastina xwe ya cewherî neke, wê demê jin hertim bi wendakirinê re rûbirû dimîne.

‘BI PÊŞENGIYA JINÊ EM Ê PERGALA ÎMRALIYÊ PARÇE BEIKIN’

Rewşen Mardîn di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîd û êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Rewşen Mardîn da zanîn ku heke îro em bikaribûna bigihêjin nêrînên Ocalan, dibe ku di roja me ya îro de pêxirtengiya Rojhilata Navîn nebûya, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn êş nekişandibana û wiha dewam kir:

“Hêzên navnetewî dixwazin têkiliya Serokatî bi gel û hereketa wî ya azadiyê re qut bikin. Herçiqasî nehêlin ku gotineke Serokatî jî derkeve derve, ev di milê me yê hêstî, ruhî û fikrî de veqetandinekê çênake. Helwesta gelê Kurd vê nîşan dide. Gelê me yê li Ewrûpa û her derê Kurdistanê xwedî li Serokatî derdikeve, em wan silav dikin. Çalakiyên xwe divê em dewlemedtir û hê bêhtir xurt bikin. Herwiha em dibînin ku di çalakiyan de jin li pêş in, hê bêhtir hêstiyar in, rêxistinkirî ne û xwedî bi bertek in. Jin bi perspektîfa Rêber Apo gihiştine vê astê. Îro dijmin ji ber destketiyên jinê êrîşî jinê dike. Em vê nikarin ji komploya li hember Serokatî û projeya wî ya azadiya jinê serbixwe bigrin dest. Em tecrîda li ser Serokê xwe qebûl nakin. Çawa ku bi têkoşîna xwe, vîna xwe me DAİŞ li Kobanê têk bir, weke hereketa jin bi pêşengtiya jinê em ê vê pergala Îmaraliyê parçe bikin, bi Rêberê xwe re azad bijîn. Bi vê sonda me xwarî bi israr em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Divê em her derî bixin qada têkoşînê. Heke dijmin nehêlê em azad bijîn, em jî jiyanê li wan teng bikin. Gelê Kurd ne yê berê ye, li her derî rêxistinkiriye.”

‘PIRSGIRÊKÊN BAŞÛR BI PÊŞENGIYA JINÊ DIKARIN ÇARESER BIBIN’

Rewşen Mardîn di axaftina xwe de herwiha li ser rewşa dawî ya Başurê Kurdistanê sekinî. Rewşen Mardîn diyar kir ku ji ber Başur di warê aborî, siyasî de ne serbixwe bû destketiyên heyî ji dest da û da zanîn ku serketina Başurê Kurdistanê bi yekîtiya neteweya Kurd pêkan e. Wekî din Rewşen Mardîn bal kişand ser ku siyaseta Başur her ji jinê qut tê meşandin û diyar kir ku pirsgirêkên Başur bi rêxistinkirin û pêşengtiya jinê dikarin werin çareserkirin.

‘PÊŞENGA ME SAKÎNCE CANSIZ E’

Rewşen Mardîn di dawiya axaftina xwe de jinên Arjantîn ku Sakîne Cansiz fermî weke Seroka xwe pejirandin, pîroz kir û wiha pêde çû:

“Weke jin pêşengeke me heye, ew jî heval Sakîne ye. Em li ser mîrasê heval Sakîne ava kiriye dimeşin. Heval Sakîne bi sekna xwe ya di zindanan de, di şerê çekdarî, di siyaset û rêxistinê de têkoşîneke tije jiya û kire malê jinê. Heval Sakîne pêşengeke xwezayî ya gelê Kurd bû. Mirov ji heval Sakîne moral, heyecan digirt û bi mirovan re daxwaza zêdetir xwe tevlîkirina têkoşînê ava dikir. Mirov zêdetir dikete ferqa azadiya şexs, gel û jinê.  Berxwedana heval Sakîne ya zindanê di civakê de destanek bû û li tevahiya Kurdistanê belav bûbû. Di civaka Kurdistanê de ku jin nikarîbû ji nav çar dîwaran derkeve, wê bi berxwedana xwe, têkoşîna xwe ew dîwar şikandin. Hişt ku jina Kurd bibe xwedî îrade, di milê siyasî de jin bibe xwedî nasname, bibe xwedî hereketeke ku îro li cîhanê hemûyî weke yekem hereketa jin tê naskirin. “