Rejîma Îranê leşkeran li Xoy, Mako û Salmasê kom dike
Rejîma Îranê, li ser sînorên Başûr û Bakurê Kurdistanê leşkerên xwe dicivîne. Konvoyên leşkerî yên ji navenda bajarê Ûrmiyê derbas bûn, berê xwe dan herêmên li ser sînor.
Rejîma Îranê, li ser sînorên Başûr û Bakurê Kurdistanê leşkerên xwe dicivîne. Konvoyên leşkerî yên ji navenda bajarê Ûrmiyê derbas bûn, berê xwe dan herêmên li ser sînor.
Veguhastina leşkerî danê sibehê dest pê kir û tevî hejmareke zêde ya leşkeran top, wesayitên zirxî û wesayitên doçka li ser hatin şandin. Tê gotin, rejîma Îranê hê jî leşkerên xwe li bejahiya bajarên Xoy, Mako û Salmasê dicivîne.