Rejîma Îranê kolberek din jî qetil kir

Hêzên rejîma Îranê li herêma Kelaşîn a girêdayî bajarê Şîno yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kir

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, îro danê sibê kolberê bi navê Ezîz Reîsî li Kelaşîn a ser bi bajarê Şîno ya ser bi parêzgeha Ûrmiyeyê a Rojhilatê Kurdistanê, bi guleya hêzên rejîma Îranê hatiye kuştin.

Kolberê bi navê Ezîz xelkê gundê Girdik a ser bi herêma Mêrgewer a bajarê Ûrmiyeyê ye.

1’ê Cotmehê li herêma Hewramanê ji ber teqîna mayînekê kolberek birîndar bûbû.

23’yê Îlonê hêzên rejîmê gule li komeke kolber ên li Ûrmiyê reşandin û kolberek giran birîndar bûbû.

22’yê Îlonê jî li herêma Şîno komek din jî ya kolberan bûbû, hedefa hêzên rejîmê. Di êrîşê de kolberek hatibû qetilkirin û yek jî birîndar bûbû.

DI 6 MEHAN DE BI KÊMANÎ 37 KES MIRINE

Li gorî Kolbernewsê ji serê meha Adar û heta dawî meha Tebaxê di nava 6 mehan de li Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê çi di encama êrîşên rejîma Îran, teqîna mayîn, sermaya zêde û ketina şapeyê de bi kêmanî 37 kolber mirine, 82 jî birîndar bûne. 29 kes di encama gule reşandina hêzên rejîma Îranê de mirine.