Rejîma Îranê careke din êrîşî kolberan kir

Rejîma Îranê, li herêma Qelaba ya Kirmanşanê, kolberê bi navê Farzad Qadirî ji lingê wî birîndar kir.

Rejîma Îranê, tevî hemû hişyariyan jî, êrîşên xwe yên li dijî kolberan didomîne. Berî du rojan li Kirmanşanê kolberekî din birîndar kir.

Li gorî agahiyên ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ve hate dayin, hêzên rejîmê roja Pêncşemê li herêma Qelaga ya li wîlayeta Kimanşanê êrîşî kolberan kirin û xwestin dest deynin ser malên wan.

Piştî ku kolberan li ber xwe dan û gelê herêmê hate cihê bûyerê, hêzên rejîmê li kolberan reşandin. Ji ber gulereşandinê, ciwanê bi navê Farzad Qadirî yê 25 salî ji lingê xwe birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Kirmanşanê.

Di vê navberê de, Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ku ji kesên 4'ê Îlonê tevlî çalakiyên protestokirina kolberên li bajarê Banê hatin kuştin bûn û hatin binçavkirin, 4 jê hê girtî ne.