‘Rêbertî berxwedaniyeke wiha dike ku polîtîkayên AKP pûç bike’

Endamê Komîteya Zindanê ya PKK’ê Pîro Dersim: Nêzîkatiya li Rêbertî nêzîkatiya li hemû Kurdan e. Ji ber vê jî mirov tenê mîna tecrîdekê nikare bibîne. Rêber Apo niha li Imraliyê bi helwest û berxwedaniyeke wiha ye ku hemû polîtîkayên AKP’ê pûç bike.

Endamê Komîteya Zindanê ya PKK’ê Pîro Dersim, binpêkirinên mafan ên li zindanan ên van demên dawî, zextû êşkence û têkiliya vê ya bi şer re ji radyoya Dengê Welat re nirxand.

Dersim bal  kişande ser mezinbûna berxwedana li Imraliyê û got, ‘’Divê em hemû baş bi vê bizanin; têkoşîna eslî li Imraliyê ye, şerê esil li Imraliyê tê kirin. Hemû konseptên ku dewleta Tirk dike pêşî li Imraliyê sazkar dike. Tecrîd jî parçeyek ji vê ye. Çi dema ku dewleta Tirk li ser Kurdan biryara îmha û qiririnê dide, terisandina vê ya pêşî û sereke li Imraliyê zêdekirina zextan, jidandina tecrîdê û zêdekirina tecrîdê ye. Ev ne pirsgirêkek niha ye. Ji mêj ve ye li ser Rêbertiya me tecrîd heye. Bi berxwedana vê zivistanê tecrîd hinekî hate şikandin, derzek tê hate vekirin. Ji vî alî ve dewlet li bara berxwedanê kete zorê. Ji bo ku hilmekê bistîne kir ku bi Rêbertiya me re çend hevdîtin werin kirin. Lê mantiq û feraset neguherî. Hê jî ya sazkar polîtîkaya îmha û qirkirinê ya li ser Kurdan e. Ji ber vê jî terisanina vê ya pêşî li ser Rêber Apo, li Imraliyê bi tecrîdê derdikeve holê. Beriya her tiştî divê ev were dîtin. Rêber Apo jî dibêje, şerê mezin li vir tê kirin. Bi rastî jî, şer li wir tê kirin.’’

 ‘NÊZÎKATIYA LI RÊBERTIYÊ NÊZÎKATIYA LI MESELEYA KURD E’

Dersim bi domdarî got, ‘’Nêzîkatiya li Rêbertî nêzîkatiya li ser Kurdan e. Ji ber vê, divê em tecrîdê wiha bibînin. Divê em mîna nêzîkatiya li meseleya Kurd bibînin. Ji bo ku em polîtîkayên ji niha û pê ve yên dijmin fêhm bikin divê em wiha bibînin. Naxwe bi tena serê xwe tecrîd jî bûyereke mezin e. Rêbertî ye, Rêbertiya gel e, Rêbertiya me ye. Li dijî vê jî em ê bi her tiştê xwe li ber xwe bidin. Lê mesele ne tenê ew e ku Rêbertiya me ji cîhanê were qutkirin, her wiha tecrîda li Imraliyê şanîdêreke li nêzîkatiya meseleya Kurd e. Divê wiha were nirxandin.’’

 ‘RÊBER APO BI BERXWEDANIYEKE WIHA YE KU HEMÛ POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê PÛÇ BIKE’

Dersim diyar kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Imraliyê berxwedaniyeke mezin dide û domand, ‘’Niha  Rêber Apo li Imraliyê bi helwesteke wiha ye ku hemû polîtîkayên AKP’ê pûç bike, bi berxwedaniyeke wiha ye. Ji ber vê jî ev polîtîka wê were pûçkirin. Ne pêkan e ku ev polîtîka jiyanî bibe û bi ser bikeve. Ji vî alî ve AKP, çeteya çar akî û eniya şer mecbûrî têkçûnê ye. Bes bila hem hinekî têkoşînê eş bikin, bes bila li ser vê xalê em hinek taktîkên afirîner bixebitînin.’’

 ‘POLÎTÎKAYA LI SER GIRTÎGHAN JI YA DERVE NE QUT E’

Dersim got hikûmet an jî dewleteke ku li dijî Kurdan biryara qirkirin û îmhayê dabe nêzîkatiya wê ya li hemberî girtiyan jî wê wiha be û got, ‘’Polîtîkaya qirkirin û îmhayê ya li derve wê bi rengê êşkence û zilmê li girtîgehan were dîtin. Divê ev were dîtin. Her ku şerê li derve giran bû, zext zêde bû, bi rengekî siruştî li girtîgehan wê zext û êşkence zêde bibe. Li dijî girtîgehan wê gelek maf werin binpêkirin, gelek nêzîkatiyên kêfî wê rû bidin. Niha tişta ku dibe ev e. Yak u nêzîkatiya li ser girtîgehan diyar dike polîtîkaya derve ye. Dİvê ev wiha were zanîn; polîtîkaya li ser girtîgehan ji ya derve ne qut e. Ji ber vê jî divê hevalên li girtîgehan jî vê zanibin; dema ku zexta li ser wan zêde be, li derve jî deh caran li vê heye. Terisandina polîtîkaya derve ya li ser girtîgehan e. Divê wiha were nirxandin, naxwe tenê polîtîkaya zextê ya li ser girtîgehan e. Nêzîkatiyek giştî ye.’’

Dersim bi berdewamî got, ‘’Em dizanin ku hevalên me yên li girtîgehan bi şertên giran in. Li dijî şertên giran berxwedaniyeke mezin didin. Ev hêjayî pesinandinê ye. Lê divê mirov ne bi wê nêzîkatiyê be ku bi maweyeke demkurt binirxîne. Tenê bi çarçoweya şertên zindanan divê mirov nenere. Divê mirov giştî bibîne. Divê mirov weke encama nêzîkatiya gistî ya dewleta Tirk a li ser têkolînê bibîne. Divê hevalên me vê zanibin; bi berxwedan û helwesta wan vê konsepta dewletê pûç dikin.  Ji ber ku ev dewlet bi qetilkirina hinan, bi girtina hinan û hewldana şikandina vîna wan polîtîkaya xwe dike. Ji ber vê jî şanîdana vine, helwest û rawestê, divê mirov vê konsepta dewletê pûç bike.’’

Dersim got girtiyên zindanan ji gelek aliyan divê keda wan li têkoşînê bibe, di vê demê de ku bi girseyî mirov têne girtin têkiliya bi girtiyan re, perwerdekirin, bîrewrkrina wan, biryardarkirina wan, berê wan dane nav têkoşînê yek ji van peywirên sereke ye. Dersim her wiha got girtiyên zindanan dikarin rêxistiniya malbatan jî bikin û berê wan bidin nav têkoşînê.

‘DIVÊ MIROV BI MILÎTANÎ NÊZÎK BIBE’

Dersim bal kişande ser pêngava ‘’Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’’, got çalakiyên wiha di pêvajoyên pêş de dibe ku dîsa çêbibe, xwest ku girtiyên zindanan bi rengê ku tevlî çalakiyên wiha yên bi şêwaza fedaî xwe hazir bikin. Dersim got, ‘’Têkildarbûna bi hevalên cem xwe, rêxistiniya malbatê, xebatê nivîskî ku bi rengê derve têr bikin, bi vî rengî, pûçkirina şerê psîkolojîk a dijmin divê peywira sereke ya hevalan be. Bi vî rengî divê bi têkoşînê re bibin yek û gelek kedê lê zêde bikin. Divê xwe di vê pozisyonê de bibînin. Nxwe em ketin zindanê, em ferzkirinên dijmin qebûl nakin, naxwe temam e, em li ber xwe didin, ev nêzîkatî ne bes e. Divê mirov bi milîtanî nêzîk bibe.’’

 ‘EM NIKARIN GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊRA XWE BIKIN ROJEV’

Pîro Dersim li ser rewşa girtiyên nexweş jî got, ‘’Em nikarin hevalên xwe yên nexweş têra xwe bikin rojev. Divê mirov tenê li ser nêzîkatiya dewletê nenirxîne. Dewletek heye lê her wiha raya giştî jî heye, civaka sivîl heye. Divê civaka sivîl vê nêzîkatiya dewletê ku em mîna sûcê mirovahiyê dibînin pûç bike, li ser vê mijarê divê rojevekê çêbike, raya giştî çêbike. Dema ku em bala xwe didinê raya giştî ya xurt nayê çêkirin. Dengên pir nizam hene. Em nabêjin tiştek nabe. Carinan dauyanî dibin, lê bi vê re sînordar dimînin. Li ser vê mijarê divê em bi ser xwe de jî biçin. Divê rêxistinên civaka sivîl bi ser xwe de biçin. Çi qasî li girtiyên nexweş xwedî derdikevin.’’

 ‘NIVÎSANDIN Û VEGOTINA ŞEHÎDÊN ZINDANÊ PEYWIRA SEREKE YE’

Endamê Komîteya Zindanê ya PKK’ê Pîro Dersim derbarê şehîdên zindanan got, ‘’Divê em li hevrêyên xwe yên şehîd xwedî derkevin. Divê em hevalên xwe yên şehîd bikin male civakê. Divê em her hevalê xwe yê şehîd vebêjin, binivisin. Li ser vê mijarê sersariyek heye. Bi vê wesîleyê ez sersaxiyê didime malbatên hevalên me yên ku li zindanan bi berxwedanê şehîd bûne. Lê em bi vê dizanin; derbarê hevrêyên me yên şehîd gelek kêmasiyên me hene. Li ser vê mijarê divê hevalên me yên li zindanan hay ji peywirên xwe hebin. Divê hevalên şehîd neyên jibîrkirin: Her heval divê hevalên ku li cem wan şehîd bûye vebêjin, binivisin, vê bigihînin devera têkildar e. Ev peywira me ya sereke ye.’’

 ‘ÊN KU LI BARA ŞEHÎDAN BI NÊZÎKATIYEKE RAST BIN WÊ HEQ  JI HEMÛ DIJWARIYAN DERKEVIN’

Dersim bi berdewamî got, ‘’Ên ku li bara şehîdan bi pozîsyoneke rast bin wê heq ji hemû dijwariyan derkevin.  Heke îro em ji ber hin şertan, ji ber hin nêzîkatiyan di nav hin dijwariya nde bin, ev ji ber kêmasiya me ya li bara şehîdan e. Heke em heq ji van kêmasiyên xwe derkevin, li ser hîmê rast, nêzîkatî li nirxên xwe bikin, ku ev nirx Rêbertia me, şehîdên me û gelê me ye, em ê heq ji hemû dijwariyan derkevin. Ti zehmetî, ti zordarî nikare me tengavî bike. Heke zor li me dibe di hêlên sereke de kêmasiyên me hene. Divê wiha em bibînin. Em jî rexnedayina vê dikin.’’

‘DIVÊ EM XETA BERXWEDANÊ YA RÊBER APO DEYNIN BER XWE’

Li ser rengê berxwedanê ya girtiyên li zindanan jî Dersim got, ‘’Divê ji vî alî ve em zelal bin; ji ber şertên xwe divê heval li zindanan çalakiyên şexsî nekin. Xeta me ya berxwedanê diyar e. Di têkoşîna azadiyê de Rêber Apo ji bo hevrêyên li zindanan xeteke berxwedanê ya zelal daniye. Dİvê em hemû vê deynin ber xwe.’’

Dersim bi domdarî got, ‘’Ev xeta berxwedanê ya ku Rêber Apo daniye çiye? Ya pêşî; Rêber Apo got, ‘’moral, berxwedan’’. Çiye berxwedana morale, manewî? Têkoşîna mirov a bi xwe re ye. Têkoşîna dijî nefsa xwe, têkoşîna dijî azweriyên şexsî. Têkoşîna dijî qelsiyan. Têkoşîna dijî kêmasiyên xwe. Têkoşîna xwexurtkirin û bûyina xwedî vine ye. Yak u jê re berxwedana manwerî û moralê dibêje ev e. Ji hêla zêhnî û ramanî ve berxwedana xwe xurtkirinê ye. Ji ber vê, divê em vê bixin navenda her tiştî. Li navenda mantiqa me ya berxwedanê divê berxwedana moral û manewî hebe. Ji vî alî ve têkoşîna nefsê ye. Xwexurtkirin, milîtanbûn ,qedrobûn, PKK’yîbûn, partîbûn e. Mantiq divê ev be.

Ya duyan; divê mirov bi têkoşîna derve re bibe yek û kedê lê zêde bike. Hewce bike divê bi rengekî fedayî, rêxistinî, domdirêj ji grevên birçîbûnê heta bi çalakiyên cudatir bike. Hewce bike divê em rêxistiniya malbatan bikin, xebatên nivîskî bikin, têkoşîna derve xwedî bikin. Xala duyan a polîtîkaya me ya têkoşînê ev e, lingê wê yê duyan ev e.’’

 ‘LI ŞÛNA ÇALAKIYÊN ŞEXSÎ BERXWEDANA RÊXISTINÎ’’

Dersim bi domdarî got, ‘’Divê nêzîkatiyek wiha hebe. Bi çalakiyên şexsî mirov encamê nastîne. Heke wê were kirin her tişt bi rêxistinî divê were kirin, bi hev re, bi hevkarî. Heke Rêber Apo di wan şertan de li ber xwe dide, divê her hevalê me jî li ber xwe bide. Bi ser de, mirov ji dijmin çi hêvî dike? Dijmin e, vê dike. Ew dijmin e ku li derve li jêrzemînan bi sedan hevalê me şewitandî. Dijminekî wiha ye ku plansaziya wê dike ku Rojava seranser dagir bike û penaberan li wir bi cih bike. Mirov çi ji Bahçelî, Perînçek, Agar hêvî bike?’’

 ‘BERXWEDÊRÊN ZINDANAN WÊ BIBIN XWEDÎ HELWESTA MILÎTANIYA APOGERÎ’

Endamê Komîteya Zindanê ya PKK’ê Pîroz Dersim herî dawî got, ‘’Çalakiyên şexsî ne rast in. Banga me ji bo wan hevalên ku niha di çalakiyê de ne, demildest van çalakiyan berdin. Ev ne nêzîkatiyeke rast e. Wê berxwedana fiîlî esas bigirin. Fiîlî li dijî her kirinê wê li ber xwe bidin.  Wê bi têkoşîna derve re bikin yek. Li ser xeta  Rêber Apo bi berxwedana manewî wê biryardar bin, bi milîtanbûnê, wê bibin xwedî helwesta milîtaniya Apogerî ya PKK’ê. Xeta me ya berxwedanê ya zindanê wiha ye. Ji bilî vê, ti nêzîkatiyeke têkoşînê ti kedê lê zêde nake, kedê li hevalêne me zêde nake, wê zirarê bide wan. Nêzîkatî ne nêzîkatiyeke rast e.’’