Rastiya bêkêr a desthilatdariyê hate dîtin

Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç destnîşan kir ku karên dilxwazan û saziyên civakî yên sivîl nîşaneya wê yekê ye bê desthilatdarî çiqasî bêkêr e.

Parlamenterê HDP'ê Abdullah Koç ragihand ku baro û saziyên hiqûqî divê li herêmên erdhejê maseyan ava bikin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê Abdullah Koç kuk ji roja destpêkê ve li Semsûrê ye ji ANF'ê re axivî.

Koç anî ziman ku bi hezaran mirov di binê enqazê de man, jiyana xwe ji dest dan û got, "Ev yek bi tena serê xwe bêhiqûqî ye. Her wiha desthilatdarî ji bo sûc û kêmasiya xwe binixumîne, guneh dixe stuyê qadên cuda. Ji bo vê jî di bin navê 'talanê' de, her wiha li dijî mirovên penaber hin tedbîran werdigire. Divê saziyên hiqûqî hemû li ber vê yekê rabin û têkoşîneke hiqûqî bimeşînin. Divê bi gelan re bin, bi mirovan re bin. Bêyî ku delîlek û biryareke dadgehê li ber destê wan hebe, êşkenceyê li mirovan dikin. Dixwazim ku bibêjim ev bûyer cidî ne û divê mirov li ser bisekinin."

BANGA LI BARO Û HIQÛQNASAN

Koç destnîşan kir ku karên saziyê civakî û dilxwazan nîşan didin ku desthilatdarî çiqasî bêkêr e û got, "Dilxwaz û saziyên civakî yên sivîl bûne guh û çavên gel. Ji ber vê yekê bi xweşiya desthilatdariyê naçin. Desthilatdarî bi ser van hêzan ve diçe. Rewşa Awarte ya ku niha ragihandine wê bibe sedema bêhiqûqiyê. Em bang li Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê û barokyên bajaran dikin; li vir maseyan ava bikin, xizmetê ji gel re bikin. Erdhejê bandor li 11 bajaran kir û niha li Tirkiyeyê bêhiqûqî heye."