RAJIN'ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî: Têkoşîna ji bo heqîqetê wê xurtir bibe

RAJIN'ê rojnamevan Nûjiyan Erhan bi bîr anî û destnîşan kir ku têkşoîna Nûjiyan û tevahiya şehîdên çapemeniya azad wê ji bo wan bibe hîmê serketinê. Her wiha got, "Di vê demê de em ê têkoşîna ji bo heqîqetê ji her demê zêdetir bilind bikin."

Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) ji ber salvegera 6'an a şehadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de Nûjiyan Erhan bi hezkirin, minet û rêzdarî hate bîranîn û hate gotin, "Di şexsê wê de şehîdên çapemeniya azad û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em carekî din soz û girêdaniya xwe ya bi şehîdên azadiyê re tînin ziman. Ji bo rastî di tariyê de nemînin, wê têkoşîna me di şopa heqîqetê de bi helwesta Nûjiyanan dewam bike."

Daxuyaniya RAJIN'ê wiha dewam kir:

"Di ragihandina azad a jinê de, hevrê Nûjiyan Erhan bû xwedî kedekî mezin. Li ser xeta Gurbeteliyan, Deniz Firat û Şîlanan têkoşîna xwe ya heqîqetê meşand. Bi du nasnameyan têkoşîna azadiyê meşand. Hem weke şoreşgereke jin a pêşeng hem weke rojnemevaneke jin ji bo azadiya jinê têkoşiya. Li ser hîmê bîrdoziya azadiya jinê, armanca xwe ya jiyanê mezin kir. Hevrê Nûjiyan, meşa şoreşgerî li ser bingeha pîvanên têkoşîna azadiya jinê bi pêş xist. Di meşa azadiyê de, ti carî ji bo xwe, astengî nekirin sedema ne bi serxistinê. Ev taybetmendiyên hevrê Nûjiyan her tim ew, di jiyanê de zindî dikir. Ji bo li qadên nû yên têkoşînê rêxistiniya ragihandina jinê bê avakirin di serî de li çiya û li Şengalê kedeke bêhempa da. Ked û fedekariya şopdara heqîqetê hevrê Nûjiyan, îro li ser pêşxistina xeta ragihandina azad a jinê bandoreke mezin kir."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna azadiya jinê di pêvajoyeke girîng de ye û hate gotin, "Li hemberî vê pergala kapîtalîst û desthilatdariya mêr êrîşên pir dijwar li jinan dikin. Li dijî van êrîşan têkoşîn û zihniyeta mêr-dewletê tehşîrkirin erka ragihandina azad a jinê ye. Çawa ku Gurbeteliyan û Nûjiyanan di demên herî zor de, bi têkoşîna azadiyê bersiv dan êrîşên qirkeriyê, di roja îro de jî ev erk û berpirsyarî ji me tê xwestin em pêk bînin. Hevrê Nûjiyan û hemû şehîdên çapemeniya azad ji bo ev têkoşîn bidome û were bi serxistin dev ji lêgerîna heqîqetê bernedan. Em wekî ragihandina azad a jinê îro li ser xeta wan têkoşînê dimeşînin.

Di sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ'ê dema êrîşî Şengalê kirin û li dijî jinê bi taybet û giştî civaka me ya Êzîdî ferman pêk anîn, hevrêya me Nûjiyan destpêkê berê xwe da Şengalê. Sê salan li Şengalê di eniya berxwedanê de cih girt. Şahidî ji hemû kêliyên bi êş ên gelê me yê Êzîdî re kir. Bi vê seknê cihekî xwe yê girîng di nav civaka Êzîdî û jinan de çêkir. Em dizanin şehadeta wê bandoreke mezin li ser civaka Êzîdî û bi taybetî jinan da çêkirin. Ew ê jinên Êzîdî her tim xwedî li bîranîna Nûjiyanan derbikevin û têkoşîna wê ji bo xwe bikin mînaka serfiraziyê."      

RAJIN'ê diyar kir ku li ser civaka Êzidî îro jî êrîş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê ve têne kirin û got, "Hevrê Nûjiyan di êrîşa PDK’ê ya 3’ê Adara 2017’an li ser Xanesora Şengalê giran birîndar bû, di 22’ê Adarê de şehîd bû. Şoreşgera hêja Nûjiyan ji ber ku, li hemberî xiyaneta PDK'ê sekinî û di raya giştî ya Kurd de tehşîra wê kir, ji aliyê PDK’ê ve bi zanebûn hat hedef kirin. Wê ti carî ev xiyaneta PDK’ê neyê ji bîr kirin. Em ê wekî ragihandina azad a jinê her tim, wekî Nûjiyanan li dijî hevkarî û xiyaneta PDK’ê rawestin. Di sala 2022’an de jî xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê ya li gel dewleta Tirk li dijî Şengalê û gerîla sûcên mezin pêk anî. Bi taybetî PDK’ê dijminahiya herî mezin li dijî jinên Kurd ên li ber xwe dide dike. Lê em ê bi rêya ragihandina azad a jin, bi sekna Nûjiyanan li hemberî vê bê rûmetiyê bêdeng nemînin û têkoşîna xwe bidomînin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Li ser vê bingehê em ê, têkoşîna Nûjiyanan û tevahî şehîdên çapemeniya azad a ji bo jiyaneke azad û wekhev bikin hîmê serketina karê xwe. Têkoşîna wan ji bo me wê bibe hêz, bawerî û ronahiya vegotina rastiyan. Çapemeniya azad wê ti carî li hemberî êrîş, zextan, girtin û hewlên bêdengkirinê, di têkoşînê gav paşde neavêjê li ber xwe bide. Em ji sekna Nûjiyanan û têkoşîna wê fêrî vê helwestê bûn, em ê vê helwestê biparêzin. Bi hêvî û baweriya wê, têkoşîna jinan bi felsefeya JIN, JIYAN, AZADÎ bi ser bikeve em ê, di vê demê de têkoşîna heqîqetê ji her demê zêdetir bilind bikin.  

Em ê bi vê bîr û baweriyê xwedî li bîranîna Nûjiyanan û tevahî şehîdên çapemeniya azad derkevin. Em careke din hevrê Nûjiyan bi bîr tînin û soza me da ye şehîdan dubare dikin."