‘Qirkirin didome, sekinandina wê di destê me de ye’

HDP’ê û Kongreya Avakirina Dêrsimê, cangoriyên Qirkirina Dêrsimê bi bîr anîn û diyarkirin ku dewleta Tirk hê jî feraseta xwe ya qirkirinê didomîne.

Alîkara Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Kongreya Avakirina Dêrsimê bi wesîleya salvegera Qirkirina Dêrsimê daxuyaniyên nivîskî weşandin.

HDP: DIVÊ EM DÊRSIMÊ BIPARÊZIN

Di daxuyaniya HDP’ê de ev tişt hate diyarkirin: “Di 4’e Gulana 1937’an de bi biryara Desteya Wezîran re yek ji qetlîama herî hovane hate kirin. Li Dêrsimê li gorî çavkaniyên herêmî kêmanî 50 hezar kes hatine kuştin û bi deh hezaran kes jî ji warên xwe hatine sirgunkirin.

Dêrsim bi felsefeya xwe ya baweriya Elewîtiyê, bi xweza û dewlemendiya xwe ya çandî divê were parastin. Îro em dibînin ku bi kirinên yek ol û yek ziman Dêrsim tê asîmîlekirin. Ji bo aştiya civakî divê dev ji van tiştan were berdan. Hemû nasnameyên etnîk û baweriyê yên Anadolû û Mezopotamyayê nirxên me yên hevpar in û divê werin parastin.

Ji bo vê qetlîama 84 sal berê hatiye kirin divê lêborîn were xwestin, cihê gora Seyîd Riza û hevrêyên wî yên di 15’ê Mijdara 1937’an de hatine darvekirin were eşkerekirin, arşîvên derbarê salên 1937-1938’an û  belgeyên derbarê keçên winda yên Dêrsimê werin vekirin, belgeyên kesên hatine sirgunkirin jî werin eşkerekirin. Divê navê Dêrsimê jî were îadekirin. Divê ev daxwazên gelê Dêrsimê were pêkanîn.”

KONGREYA AVAKIRINA DÊRSIMÊ: TÊKOŞÎNA XURT WÊ QIRKIRINÊ BISEKINÎNE

Kongreya Avakirina Dêrsimê jî di daxuyaniya xwe de got ku “Bi deh hezaran kes hatin kuştin û bi trênan hatin sirgunkirin. Bi sedan gund hatin hilweşandin, tecawizî jinan hate kirin, zarokên keç ji malbatên xwe hatin stendin û li ser navê ‘ganîmet’ê dan serbazan. Seyîd Riza û 6 hevrêyên wî hatin darvekirin. Yên li Dêrsimê wan jî li ser wan asîmîlasyoneke gelekî mezin hate kirin.

Komara Tirkiyeyê ji ber ku hevrûyî Qirkirina Dêrsimê nebûye, li ser çand, ziman, bawerî, mirov û axa wê qirkirin diome.

Bi têkoşîneke xurt qirkirin dikare were sekinandin û qelskirin. Di vî warî de berpirsyariya hemû kesan heye.  Hemû kesên ji Dêrsimê divê êşa salên 1937-1938’an hîs bike û tevlî têkoşînê bibe. Ji bo avakirina Dêrsimê divê têbikoşe, ji bo qirkirin were qebûlkirin jî divê bixebite.

Em bang li hemû gelê xwe dikin ku saet di 19.37’an de mûman vêxin û zêmarên ‘Dayê dayê’ û ‘Xatir be to welat’ bistrên.”