Qirêjî jiyana li Gola Sihke dikuje

Gola Sihke ya li taxa Sihke ya Wanê ye û malovaniyê ji sedan cûreyên çûkan re dike, ji ber gemara zêde li ber tinebûnê ye.

Gola Sihke ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, ji ber ku ava kanalîzasyonê lê tê rijandin û sergoyê bajêr li qiraxa wê tê avêtin, roj bi roj gemarî dibe.

Gola Sihke ku ji bo avdanê tê bikaranîn û piştre ava wê ji bo vexwarinê jî hate belavkirin, malovaniyê ji sedan sûreyên çûkan re dike. Gemarîbûna golê gefê li hemû zindiyên li nav dixwe. Ji ber sergoyê ku ev 30 sal in lê tê rijandin, ava paqij a golê gemarî bû. Ji ber vê qirêjiyê jî bi sedan çûkên mirî li dora golê hatin dîtin. Jiyana li nav û dora golê roj bi roj dimire.

Ava Gola Sihke wextekê ji bo vexwarinê jî dihat bikaranîn. Niha welê lê hatiye ku ji bêhna genî mirov nikare li dora wê jî bigerin. Ev yek bandoreke neyînî li jiyana li nava taxê jî dike. Sergoyê bajêr li qiraxa golê hatiye rijandin û ava ji vî sergoyî diherike jî yekser dikeve nava ava golê. Tevî ku Gola Sihke di bihar û havînê de xwedî xemleke bedew e, ji ber gemarê û bêhna genî kes nikare xwe nêzî golê bike. Hem şêniyên taxê hem jî komeleyên hawirdorparêziyê nerazîbûnê nîşanî gemarîkirina golê didin.

XWEZA TÊ TALANKIRIN

Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEVDER) Alî Kalçik anî ziman ku ji ber gemarê jiyana xwezayî ya li nava golê tine dibe. Kalçik diyar kir, li pêş çavên her kesî xweza tê talankirin û got, tedbîr nayê girtin. Kalçik anî ziman ku Gola Sihke xwe ji kaniyên ava paqij xwedî dike û destnîşan kir ku ava golê ya diviyabû bihata vexwarin mîna jehrê lê hatiye. Kalçik ragihand, sergoyê li dora golê hem gefê li jiyana li nava golê dixwe, hem jî li tevahiya Wanê û wiha dewam kir: "Li vê derê berhemeke bêhempa ya xwezayî heye. Ev got, ji malovaniyê ji sedan zindiyan re dike. Gelê Wanê bi salan ji ava vê golê vexwar û avdanî bi vê avê kir. Tevî vê yekê jî ev gol li pêş çavên me tine dibe. Ji bo pêşî li vê yekê were girtin, divê tavilê sergoyê li qiraxa golê bê rakirin û pêşî li rijandina ava kanalîzasyonê were girtin."