Qeyyûmê talanker mala şînê kir ocaxa nijadperestan

Qeyyûmê talanker ê şaredariya Sêrtê mala şînê da ocaxa nijadperestan (ocaxa ulkuciyan).

Şaredariya Sêrtê beriya di destê HDP'ê de be, ji bo xizmeta civakê li Taxa Bahçelîevler Mala Şînê vekiribû. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê kirin, Qeyûmê Sêrtê mala şînê girt û li şûna wê Ocaxa Nijadperestan (Ocaxa ulkuciyan) vekir.

Hat zanîn ku di 6'ê Tîrmehê de di civîna bi encumenan re biryarê hatiye dayin.

Qeyûmê li ser şaredariya Sêrtê hatibû peywirdarkirin Alî Fûat Atîk wexta ku nû hatibû ser peywirê Sirûda Neteweyî ya Tirkan dabû xwendin, wêneyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû li avahiya şaredariyê daliqandibû.