Qeyûmê xespkar tabelaya Kurdî ya nexweşxaneyê rakir

Tebelaya ku li ser rêya diçe Nexweşxaneya Lêkolînê ya Dursûn Odabaşi ya YYU’ya Wanê ku bi nivîsa ‘Nexweşxane’ ji aliyê qeyûmê xespkar ve hate rakirin.

Qeyûmê xespkar ê ku li Wanê li dijî Kurdan û Kurdî çi heye radike, niha jî di hedefa wan de nav û peyvên li ser tabeleyan ên ku gel lê xwedî derdikeve hene. Qeyûm di meha derbasbûyî de navê nivîskar Yaşar Kemal ji parkan anî xwarê, niha jî berê xwe didin tabelayên di nava bajêr de.

Qeyûmê Wanê M. Emîn Bîlmez û qeyûmên navçeyan, li bajêr dest bi rakirina tabelayên bi Kurdî kirine. Tabelaya ku li ser rêya diçe Nexweşxaneya Lêkolînê ya Dûrsûn Odabaşi ya YYU’ya Wan ku bi du zimana rê terîf dike, navê bi Kurdî ‘Nexweşxane’ rakir, tenê nivîsa ‘Hastane’ hişt.