Qeyûmê li Colemêrgê zilmê li gel, xizmetê jî ji leşkeran re dike

Qeyûmê AKP'ê, ku karê Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî desteser kir û sekinand, xizmetê nake û bi vî rengî gel ceza dike. Qeyûm, hemû derfetên şaredariyê pêşkêşî hêzên dewletê dike.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), zêdeyî 100 şaredariyên bajarên Kurdan bi dest xistibû û bi vî rengî mohra xwe danîbû binê serketineke mezin. DBP a ku bi vîneke xurt a gel piraniya şaredarî bi dest xist, bi xizmetên xwe her tim derketin pêş û xizmetên ku dewleta Tirk di nava 90 salî de nekiriye, yek bi ye bi cih anî. Dewleta Tirk a ku nekarî xwe li vê piştgiriya mezin a gel ji bo şaredariyên DBP'î rabigire, bi rêya qeyûm şaredarî desteser kir. Qeyûm hemû karên berê yên Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî sekinand, Colemêrg bê av hişt û sergoyên li nava bajêr ranekir. Qeyûmê ku hewl dide bi vê rêyê gel ceza bike, hemû derfetên şaredariya gel pêşkêşî xizmeta hêzên dewleta Tirk dike.

LI COLEMÊRGÊ YEKEMCAR DI SERDEMA ŞAREDARIYA DBP'YÎ DE XIZMET HATE KIRIN

DBP'yiyan, di serî de ji bo jin û jinan, ji bo tevahiya civakê li her qadê xebitîn. Kurs vekirin û bi sed hezaran mirov kirin xwedî pîşe. Bi rengekî rêk û pêk sergoyê li nava bajêr hate rakirin û bajar veguherî cihekî paqij. Yek ji cihên ku Şaredariyên DBP'ê xizmetên xurt lê kir, Colemêrgê ye. Bi saya karê Şaredariya Colemêrgê, yekemcar li kolan, tax û rêyên Colemêrgê asfalt û kevirê parke hatin bicihkirin. Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî ku şaredariya gel bû, her roj ji aliyê bi hezaran mirovî ve dihate ziyaretkirin. Gel kengî dixwest wê çaxê Hevşaredar û rêveberên Şaredariyê didît. Bi budçeyeke kêm bi sedan xizmet dikir. Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî herî dawî ji aliyê qeyûmê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate tayinkirin, hate desteserkirin.

QEYÛM, XIZMETÊN DBP'Ê SEKINAND

Dewleta Tirk ku heta roja îro ti xizmet ji Colemêrgê re nekir, bi destê qeyûmên xwe hemû xizmetên Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî jî sekinand. Di serî de navenda bajarê Colemêrgê hemû kolan û tax veguherand xirbeyekî. Rê û kolanên ku Şaredariya DBP'ê asfalt kiribû û kevirê parke lê bi cih kiribû, ji aliyê qeyûm ve hatin xerakirin. Qeyûm qîma xwe bi vê jî nanî û rabû av li ser gelê Colemêrgê birî û sergoyê li nava bajêr neda hev. Bi vî rengî gel ceza dike.

XIZMETÊ JI LEŞKERIYÊ RE DIKE

Qeyûmê ku ji roja hatiye tayinkirin û vir ve Colemêrgiyan ceza dike, hemû derfetên şaredariyê pêşkêşî hêzên ewlekariyê yên dewleta Tirk dike. Qeyûm, hemû rêyên berê wan li Tûgaya Komando ya Colemêrgê ne, bi beton asfalt kir. Sergoyê leşkergeh û qereqolan jî bi wesayitên şaredariyê û xebatkarên şaredariyê dide hev.

GEL: EM QEYÛM NAS NAKIN

Gelê Colemêrgê dibêje, ji ber sergoyê nayê hevdan, bajar veguheriye sergo û nerazîbûn nîşanî qeyûm da. Yek ji şêniyên Colemêrgê anî ziman, ku ew qeyûm nas nakin, vîna wan Şaredariya DBP'yî ye û got, "Bi qasî sed ji sedî ya gelê Colemêrgê em xwedî li vîna xwe derket û me vîna xwe hilbijart. Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî vîna me ye. Em vînek derveyî wê nas nakin. Karmendê jê re qeyûm dibêjin, nabe ku me birêve bibe. Ji xwe me ti carî ew qebûl nekir û em ê qebûl jî nekin. Hemû xizmetên şaredariya me sekinandin. Hem xizmet sekinandin, hem jî bajarê me yê bedew kirin xirbe. Niha ne ava me diherike, ne jî sergoyê li nava bajêr tê hevdan. Em niha bi xwe paqij dikin. Qeyûmê ku bajarê me xiste vê rewşê, hemû derfetên şaredariya me xistiye xizmeta hêzên ewlekariyê. Em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin. Derfetên me, nabe ku ji hinekî din re bê dayin. Em li şûna qeyûm, vîna xwe dixwazin."