Qeyûmê  Erdîşê ambargo li ser avê danî

Taxa Salihiyê ya  Erdîşê bi salan e problema wê ya avê heye. Ev salek e ku av nayê ser taxê. Diyar bû ku qeyûm ambargo li ser avê daniye.

Li taxa Salihiyê ku piraniya şêniyên wê HDP’yî ne piştî ku qeyûm hate ser şaredariyê hemû xizmet li ser taxê qut kirin. Dema şaredarî di destê DBP’ê de bû, hem ava taxê hebû û hem jî kolan û kuçeyên wê aslaftkirî bûn lê piştî ku qeyûm hate ser şaredariyê, bi nêzîkatiyeke dijminan e av li ser taxê qut kir. Şêniyên taxê li gel ku gelek caran ji bo avê serî li şaredariyê dan jî problema wan nayê çareserkirin.

Taxa Salihiyê ku yek ji taxa herî mezin a Erdîşê ye, ji dema ku qeyûm hatî ser şaredariyê av li ser hatiye qutkirin. Şêniyên taxê dibêjin ev du sal in, ji dema ku qeyûmê şaredarî desteser kiriye, ava wan tine, wan çi qasî serî li  şaredariyê dabin jî ev pirgirêka wan nayê çaresrekirin.  Li taxê, ku ablukaya dewletê li ser heye, par hêzên dewletê li mala malbata Hezer reşandin û ajokarê texsiyê Zafer Ceyhan kuştin.

Şêniyên taxê ji ber sedema ewlehiyê nexwestin ku dîmen û wêneyên xwe bidin. Şêniyên taxê dibêjin hêzên dewletê tim bi ser malên taxa wan de digire, dewlet û qeyûm dixwazin taxê bidin valakirin.

Şêniyên taxê gotin, ‘’Bi zanebûn avê li ser me dibirin. Rêyên me konçal in û di nav tozê de mane. Ava me nayê û her meh qeyûm heqê avê li me dibire. Li gel ambargoya qeyûm dewlet jî bi polîtîkayeke taybet bi ser me de tê. Hema hema her roj dewlet operasyonekê li taxa me dike. Mirovên me destgîr dikin û digirin. Dewlet dixwaze me têk bibe lê ti caran em ê serê xwe li ber zextan netewînin.’’