Qeyûm dest bi firotina malên gel kir

Qeyûmê AKP'ê yê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê pêşkêşî alîgirên xwe kiriye û bê pere maye, dest bi firotina malên şaredariyê kir.

Mûrat Zorlûoglû ku AKP'ê ew kiriye qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, hemû malên nikarin bên rakirin ên şaredariyê, yek bi yek difiroşe. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî, ku bi zorê ji aliyê dewleta Tirk ve hate desteserkirin, pêşkêşî alîgirên AKP'ê hate kirin û nava wê hate valakirin.

Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate desteserkirin, qeyûm weke karê destpêkê rabû bi sedan karker ji kar derxist. Di serî de saziyên jinan, gelek saziyên ser bi şaredariyê ve girt. Karê çand û hunerê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî sekinand, qadên şênkahî yên bajêr ku gel bêhna xwe lê vedida, pêşkêşî TOKÎ kir ku avahiyan li van cihan lê bike. Qeyûmê Wanê ku bi dijminatiya xwe ya li jinê tê naskirin, mafê jinan ê ku hefteyê rojekê bê pere li otobusan siwar dibin, ji destê wan girt.

QEYÛM MALÊ GEL TALAN DIKE

Qeyûmê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê talan kiriye, tevî derxistina karkerên şardariyê, bi sedan kesên ji aliyê rêveberiya AKP'ê ya bajêr ve hatine diyarkirin, xiste kar. Qeyûmê Wanê, ku malê gel pêşkêşî alîgirên xwe kir, oto parka girtî ya ku Şaredariya DBP'yî çêkiriye, ji b opêşkêşî alîgirên xwe bike bi buhayekî gelekî kêmî maliyeta xwe, pêşkêşî îhaleyê kir. Qeyûm qîma xwe bi vê jî neanî, Sîteya Oto Galerî ya ku buhayê wê zêdeyî 100 mîlyon lîre ye, bi 17.5 mîlyonî firot. Malê gel bêyî ji gel bê pirsîn tê talankirin û pêşkêşî AKP'yiyan tê kirin. Gel ji vê yekê nerazî ye.

BOZBAY: ZERAREKE MEZIN LI ŞAREDARIYÊ DIBE

Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê DBP'yî Cahît Bozbay destnîşan kir, ku qeyûm zerareke mezin dide Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku şaredariya gel e. Bozbay diyar kir, nirxê Sîteya Oto Galerî di ser 100 mîlyon lîreyî re ye û wiha dewam kir: "Sîteya Oto Galerî li qadeke 66 hezar û 392 metreçargoşe ye. Cihê ku Sîteya Oto Galerî lê ye, erdê herî bi qîmet ê Wanê ye. Nirxê vî erdî zêdeyî 100 mîlyon lîre ye. Ji bo zerarê bide şaredariyê, bi 16 mîlyon lîreyî hate firotin. Ne ya qebûlkirinê ye, ku malê gel bêyî ji gel bê pirsîn were firotin. Ji ber ku malên nayên rakirin ên şaredariyê bi vî rengî hatin firotin û zerar lê hate kirin, divê Wezareta Karên Hundir û mufetîş der barê van de tavilê lêpirsînê bidin destpêkirin."

'QEYÛM BI FIROTINA VAN MALAN RE HEWL DIDE DEYNÊN XWE BIGIRE'

Bozbay bi bîr xist, ku berê jî oto parka ku ji aliyê şaredariyê ve hate çêkirin, bi buhayî gelekî kêmî nirxê xwe pêşkêşî îhaleyê hatibû kirin û got, "Buhayê ku qeyûm ji bo otoparkê destnîşan kir, ji buhayê erdê oto park li ser hatiye çêkirin jî kêmtir e. Bi firotina malên gel ên ji cihê xwe nayên rakirin re, zerar li şaredariyê tê kirin. Yên ku malên şaredariyê difiroşin, ji ber ku derdekî wan ê hesabdayina ji bo gel nîne, malê gel bi buhayê ku dixwazin difiroşin. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê îro ji aliyê aborî ve gelekî tengav bûye. Ji ber ku nikare deynê xwe bide, bi firotina malên xwe hewl dide vê rewşê bigire. Ne rast e ku malên bi vî rengî werin pêşkêşkirin. Ev jî vê yekê nîşan dide; dixwazin şaredariya piştre bê, di nava deynan de bihêlin."