Qadir Hacî Elî koça dawî kir

Qadir Hacî Elî yek ji siyasetmedarên navdar ê Başûrê Kurdistanê bû ku di 65 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

Siyasetmedarê navdar û xwedî helwest ê Başûrê Kurdistanê Qadir Hacî Elî 48 sal temenê xwe xiste bin xizmeta gelê xwe, ji ber wê xizmeta wî di nava gel de wek kesayetek siyasî yê diyar û birêz bû. Elî sala 1955’an di malbatekî nas û welatparêz ê bajarê Silêmanî ji dayik bûye. 5 birayên wî pêşmerge bûne, birayê hunermendê navdar ê gelê Kurd Mihemed Ceza (Heme Ceza) ye.

Sala 1972’an li bajarê Silêmanî cara yekem bi rêxistina Komeley Rencderanî Kurdistan re têkilî çêkiriye, piştre salê 80’î berpirsiyartiya Mekteba Rêxistinî ya Komeley Rencderan girtiye ser milê xwe.

Piştî raperîna gelê Başûrê Kurdistanê ya sala 1991’an dibe endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), di heman demê de yek ji damezrînerê dezgeha Zaniyarî ya YNK’ê bûye.

Bi karên Mekteba Siyasî ya YNK’ê de mijûl dibe heta dawiya salên 90’î rêveberê Mekteba Siyasî ya YNK’ê bûye, sala 2001’an di 2’mîn kongreya partiya xwe de xwe berendam nîşan nedaye.

Sala 2009’an bi Newşîrvan Mistefa û çend hevalên xwe yên din re partiyek ya mixalefetê ango Goran damezrand ku li Başûrê Kurdistanê di pêşxistina xebatê opozîsyonê de xwedî rolekî girîng bû. Di nava 2 salên bihorî de ji ber rexneyên ku li Tevgera Goran digirt bu sedem ku heya astekê ji Goran dûr bikeve.

Qadir Hacî Elî yê 65 salî ku li hemberî şewba koronayê şer dikir piştî 40 rojan îro 09.11.2020’an koça dawî kir.