PYD: Girtina ofîsan xizmeta Kurdistanê nake!

PYD, nerazîbûn nîşanî girtina ofîsên Tevgera Azadî da, bal kişand ku ev yek xizmeta Kurdistanê nake.

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD),têkildarî girtina ofîsên Tevgera Azadî û RJAK ên piştî biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da.

‘BI TEVGERKIRINÊN TENG, ENCAM NAYÊ GIRTIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Di van deman de Rojhilata Navîn û bi taybet Kurdistan di guhertinên bingehîn re derbas dibin. Divê van guhertinan, bi awayekî baş û li gorî xizmet û aramiya herêmê bêyî ku em bikevin nava hev, em lê nêz bibin.

Rola gelê Kurd di têkbirina terorê û reformên herêma Rojhilata Navîn de, li hemû cîhanê deng veda û hê jî wiha ye. Kurdan di herêmê de karî ew dogmayên ku di hişmendiya gel de hatibûn çandin, bi hêz û vîna xwe rakin. Lewre ger nêrîna me li bûyerên ku tên serê Kurdan teng be û her parçeyek ji Kurdistanê li gorî berjewendiyên xwe yên nekurdewarî tev bigere, em ê nekarin li hember komployan li ber xwe bidin.

 ‘DIVÊ YEKÎTIYA NETEWÎ BÊ SAZKIRIN’

Di demekê de ku komplo ji aliyê hêzên herêmî ve li ser Kurdan tên kirin, lidarxsitina kongreya niştîmanî ya Kurdistanê pir girîng e. Hemû pêşketin dihêlin ku yekîtiya niştîmanî ya Kurdî pêk were. Divê bi pêkanîna yekîtiya niştîmanî hemû komplo pûç bibin, li ser vî esasî divê hemû partî, kom û kesayetên niştîmanî bi ruhekî berpirsyar nêz bibin. Ji bo wê girtina buroyên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ji aliye Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ve, alîkariya yekîtiya Kurdistanê nake. Çi sedem dibin, divê Kurd pirsgirêkên xwe bi rêyên siyasî çareser bikin.

‘BERJEWENDIYÊN KURDISTANÊ LI SER HER TIŞTÎ RE BÊ DÎTIN’

Em PYD, diyar dikin ku girtina ofîsên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê xizmeta yekîtiya Kurdistanê û gelê me nake, her wiha xizmeta rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî nake. Em bang dikin ku bi zimanê diyalog û rêyên siyasî pêk bînin û berjewendiyên niştîmanî yên Kurdistanê li ser her tiştî bibînin."