PSK û PAK: Hemû Kurd li dij dagirkeriyê divê xwedî helwest bin

PSK û PAK'ê li dijî êrîş, hewldana îmha û dagirkirinê ya li ser parçeyekî Kurdistanê bang kir ku helwesta netewî were nîşandan

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK), li dijî êrîşên dagirker ên Tirkiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ya li Cemiyeta Nûçegihanên Başûrêrojhilat, rêveberên PAK'ê û PSK'ê hazir bûn. 

Alîkarê Hevserokê Giştî yê PSK'ê Bayram Bozyel got li ser Kurdan êrîş û plansaziyên nû yên stratejîk hene ku hebûna Kurdan dikin hedefa xwe. Bozyel got Tirkiye ji mêj ve bi navê ''têkoşîna dijî terorê'' hin herêmên diyar ên Kurdistana Federa bombe dikin û operasyonên leşkerî dikin. Bozyel got Tirkiye stratejiyeke wiha ya leşkerî û siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pêk tîne û got, ''Piştî ku Efrîn hate dagirkirin Tirkiye niha jî bi mebesta avakirina ''Herêma Ewle'' ku hemû Başûrêrojava yê Kurdistanê vedihewîne, leşkerekî zêde li ser sînor daniye, bi rengekî hişkere dibêje ew bi wê niyetê ye ku 3 milyon û 500 hezar penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê li vê herêmê bi cih bikin.''

Bozyel got Tirkiyê hebûna YPG'ê mîna gefekê dbîne û domand, ''Tirkiye, bi esasî, li kîjan parçeyê Kurdistanê be, ji bo ku Kurd nebin xwedî statûyekê bi wê niyetê ye ku plana dagirkirinê bi cih bîne.'' Bozyel diyar kir hevalbendiya AKP-MHP'ê bi xebitandina ''dijminatiya li Kurdan'', bi pivdana şowenîzmê  dixwazin bi vê pêla şowenî desthilata xwe ya li ber helînê li ser piyan bihêlin. Bozyel got gelê Kurd li dijî vê hevalbendiyê divê bi biryardarî raweste.

Bozyel bang li hemû aktorên siyasî yên Kurd kir ku li dora stratejiyeke netewî bi berfirehî li hev bikin û got, xwedîderketina li  destkeftiyên Kurdistana Federa ji bo hemû Kurdan peywireke dîrokî ye.

Bozyel got, ''Em bang li rêveberên Tirkiyê dikin ku dawî li tundî, şer, hişmendiya êrîşên û siyaseta dijî Kurd bînin, li Rojavayê kurdsitanê hurmetê bidin mafên demokratî ên meşrû, millî yên gelê me û azadiya wan û daxwaza statûya siyasî. Her wiha emb bang dikin ku ji rêveberiya rewa ya  Başûrê Kurdistanê û mafê serweriyê re hurmetdar bin û bi wê re têkiliyên bi berjewendiya du alî deynin. Meseleya Kurd û Kurdistanê ne ya terorê ye. Çareseriya pirsê bi operasyonên leşkerî yên derveyî sînor anbin. Tişta ku divê were kirin ew e ku mafên demokratîk ên netewî û azadiya gelê Kurd were naskirin.''

Bayram Bozyel herî dawî ew bang kir ku li dijî her cure siyaset û kirina ku zirarê dide destkeftiyên parçeyên Kurdistanê bi helwesteke netewî bin û got, ''Em bang dikin provakasyonên bi mebesta derxistina şerê navxwe yê Kurd werin pûçkirin.''
PSK û PAK: Hemû Kurd li dij dagirkeriyê divê xwedî helwest bin
PSK û PAK'ê li dijî êrîş, hewldana îmha û dagirkirinê ya li ser parçeyekî Kurdistanê bang kir ku helwesta netewî were nîşandan.