Prototîpa Erdogan: Qeyûm Ûlaş Akhan
Qeyûmê Şaredariya Bazidê Ûlaş Akhan, weke ku nûnerê sîstema ‘yekzilamî’ be bi rengekî kêfî dest li qadên hiqûq, siyasî, aborî yê navçeyê dide.
Qeyûmê Şaredariya Bazidê Ûlaş Akhan, weke ku nûnerê sîstema ‘yekzilamî’ be bi rengekî kêfî dest li qadên hiqûq, siyasî, aborî yê navçeyê dide.
Ûlaş Akhan ku weke qeyûm hate ser Şaredariya Bazidê ya Agirî hewl dide ku sîstema yekzilamî ya destûra nû pêk bîne. Wekîlê HDP’ê yê Agirî Mehmet Emîn Îlhan diyar kir gelên Tirkiyê heke dixwazin fêhm bikin bê ka sîstema ‘’Serokkomariya Partîyî’ tiştekî çawa ye bila werin Bazidê.
‘SEROKTÎ LI BAZIDÊ DEST PÊ KIR’
Îlhan behsa sîstema yekzilamî kir ku AKP’ê dixwaze pêk bîne û wiha got:
"Em Tirkiyê weke navçeya Bazidê bifikirin û em Akhan jî weke Serokkomar bifikirin. Serokkomarek hem qeymeqam e, hem şaredar e, hem jî li gumrikê midûrê gumrikê ye ku bandorê li têkiliyên aborî dike û dema ku kêfa wî xwest deriyê gumrikê digire. Ev zilam heman demê hêzeke wiha ye ku dikare dest li şandeyên dadgehê bike. Niha li Bazidê sîstema seroktiyê bi rengekî sazkar dijî. Herî dawî di doza encûmenên DBP’ê de dozger got, ‘’ti sedemeke ku ev werin girtin nîn e’ Lê qeymeqam dibêje, ‘’niha bigirin piştre em ê çareser bikin’’ Di fîîlîyatê de li Bazidê sîstema serektiyê sazkar e. Kesek qedera hemû navçeyê diyar dike. Memûrên ku kêfa wî ji wan re nayê deq dike û ji kar derdixîne. Bi referandûmê re ev rewş fermî bû. Bi gotinekê re, bi biryarnameyan wê şevê dikare we ji kar bavêje, vê rayeyê dide, ji vê malkambaxtir heye?"
DESTWERDANÊ LI GUMRIKÊ JÎ DIKE
Qeymeqam Akhan destwerdanê li deriyê sînor ê gumrikê jî dike, li gor kêfa xwe tiştan dike. Xebatkarekî gumrikê ku nexwest navê xwe bide got divê malên ku têne îthalkirin û îxrackirin dive ji hêla Midûrîyeta Gumrikê ve werin lêkolîn lê ev ji hêla polîsan ve tê kirin. Xebatkaran gotin ku ev kirinên kêfî yên Ulaş Akhan in ku weke qeyûm hate ser şaredariya Bazidê.