Polîsên Tirk ji nivîsên li ser dîwarê xaniyên li Sûrê tirsiyan

Li Sûrê, ku dagirkerî gefa hilweşandina xaniyên welatiyan dixwe, polîsên Tirk nivîsên ku şêniyên navçeyê li ser dîwarê xaniyên xwe nivîsandî, jê birin.

Li taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya dîrokî ya Amedê Sûrê, dewleta Tirk di bin navê "veguherîna bajar" de gefa hilweşandinê li xaniyên bi sedan malbatî dixwe. Tevî ku bi rojan e av û elektrîk li ser malbatan hatine birîn jî, niştecihên her du taxan ji xaniyên xwe dernakevin. Welatiyan, nerazîbûna xwe ya li hemberî rant û gefa hilweşînê, bi nivîsên li ser dîwarê xaniyên xwe nivîsandî, nîşan dan. Nivîsên ku li ser dîwarên xaniyên li kolanên teng ên Sûrê hatin nivîsandin, rojek beriya cejnê ji aliyê polîsên Tirk ve bi boyaxê hatin jêbirin. Niştecihan gotin, "Dikarin nivîsê ji ser dîwêr bibin, lê wê ti carî nikaribin ji dilê me bibin."

'LI SÛRÊ DEM DEMA RAPERÎNÊ YE'

Li ser dîwaran ev nivîs hatibûn nivîsandin: "Na ji Toledo re", "Li Sûrê dem dema raperînê ye", "Em ê nehêlin ku Sûrê hilweşînin", "Em ê nehêlin ku mala me hilweşînin", "Sûr evîn e", "Li ber xwe bide Sûr", "Rojî hat, lê av birîn, ka Misilmantî?" Em xaniyên xwe nadin". 

Ji şêniyên taxa Lalebeyê Ozlem Dûran a 40 salî diyar kir, polîs rojek berê hatin taxê, nivîsên li ser dîwaran jê birin û got, "Nivîsan jê bibin jî tişt nabe, Sûr di dilê me de ye... Em mala xwe dixwazin, tiştekî din naxwazin. Bila êdî bes tehdeyê li me bikin. Zarok li hev civandin û heqaret li wan kirin. Ji wan re gotin, 'Hûn çima van nivîsan dinivîsînin?' Nivîsandine, ma çi bûye? Malên me ji me distînin, lê êş dimîne. Em dibêjin êdî bes e."

Niştecihekî din ê taxê got, "Nivîsên li Sûrê, ya ku hatiye kirin nîşan didan. Her kesî hat wêne kişand. Lê belê rayedar nikarin xwe li vê jî rabigirin. Bi şev bi TOMA û gelek polîsên masker li rûyê wan bûn hatin û nivîsên li ser dîwêr yek bi yek jê birin. Ji nivîsên me jî ditirsin."