Polîsên Tirk êrîş birin ser daxuyaniya yekîtiya neteweyî

Polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîş birin ser daxuyaniya têkilî yekîtiya neteweyî ya Kurd ku DBP'ê dixwest li Wanê bide.

Polîsên Tirk bi ava jidiyayî û bombeyên gazê êrîş birin ser daxuyaniya çapemeniyê, ku Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dixwest bi dirûşma, ''Niha dema yekîtiya neteweyî û azadiyê'' li Parka Feqiyê Teyran a Wanê bike.

Hê berê sibehê polîsan parka ku wê daxuyanî lê bihata dayin dorpêç kirin. Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk, Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û gelek parlamenterên HDP'ê ji bo daxuyaniyê hatin parkê. Polîsên Tirk bi dehan wesayitên zirxî park dorpêç kirin û piştî bi demekê nehiştin ku kes bikev parkê û ji parkê derkeve.

Li gel terora polîsên Tirk jî gelek endamên partiyê û gel li kuçeyan sekinî, bi dirûşmeyan dibêjin, ''Zext nikarin me çavtirsandî bikin'', ''Bê Serok jiyan nabe'', ''Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan.'' Her ku çû girseya çalakger zêdetir bû û rageşiya navbeyna girseyê û polîsan zêde bû. Piştî ku polîsan nehişt ku daxuyanî li parkê were dayin HDP'yî û bi hezaran kes ber bi avahiya Rêxistina Navçeya Rêya Armûşê ve dest bi meşê kirin.

Gel bi dirûşmeyan meşiya, polîsên Tirk li Pêncrêyê bi bombeyên gazê û ava jidiyayî êrîş bire ser gel. Gel bi dirûşmeyan bersiv da êrîşan û piştî demekê gel hate ber avahiya partiyê.
Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk li vir daxuyaniyekê dide.