Polîsan êrîşî wêneyên şehîdên Pirsûsê kirin!

Di bibîranîna li Rihayê de polîsan wêneyên cangoriyên qetlîama Pirsûsê parçe kirin. Şehîdên Pirsûsê li Stenbolê hatin bibîranîn.

Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê xwestin bi minasebeta 5'emîn salvegera komkujiya Pirsûsê, ji bo 33 ciwanên sosyalîst ku li Pirsûsê hatin kuştin, li ber Navenda Çandê ya Amara bernameya bîranînê li dar bixin. Lê polîsan mudaxaleyî çalakiye kir û destûr neda.

Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de 300 ciwanên Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst, (SGDF) bi banga “Me bi hev re Kobanê parast em ê bi hev re ava bikin" ji çar aliyên Tirkiyeyê hatin li navçeya Pirsûsê ya Rihayê kom bûn û xwestin pêlîstokên ku ji bo Zarokên Kobanê kom kirine, bigînin destê zarokan. Dema ciwanan di 20'ê Tîrmeha 2015’an nîvro li pêş Navenda Çandê ya Amara daxuyanî didan û xwestin biçin Kobanê, endamên DAÎŞ'ê yên bombe li bedena xwe pêçabûn, xwe di nava ciwanan de teqandibû. Di êrişa DAÎŞ'ê de 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dabû û 104 ciwan birindar bûbûn.

POLÎSAN WÊNE PARÇE KIRIN

Dema ku Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu wê di bibîranînê de biaxiviya polîsan zext kirin ku bila wêneyên cangoriyên qetlîamê were daxistin. Polîsan êrîşî girseyê kir û wêneyên cangoriyan parçe kir.

Polîsan nehiştin girse biçin ser goristanê jî. Malbatan li ser pêşiya goristanê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di bibîranînê de Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û got, “Em vê sozê didin we ku, em ê xeyalên we bi cih bînin.”

STENBOL

Li Stenbolê, çalakiyê bîranînê yên ji bo 33 rêwiyên xeyalan ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn, didome. Di bîranînên ku bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) tên lidarxistin de goristanên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin ziyaretkirin.

Gelek endamên rêxistinên ciwanan û parlamenterên HDP û CHP’ê tevlî bîranînan bûn. Di axaftinên ku di bîranînan de hatin kirin de hat destnîşankirin ku berpirsyarê komkujiyê Desthilata AKP’ê ye û dê pêşiya dozê neyê berdan û hesabê komkujiyê bipirsin.

Piştî bîranînê li ser goristanan, li Mala Cemê ya Gaziyê loqme hat belavkirin. Li vir jî cangoriyên komkujiyê bi diayan hatin bibîranîn.