Platforma Zimanê Kurdî têkildarî Kurdî hin daxwaz anî ziman

Platforma Zimanê Kurdî, ji bo Saziya Ziman a Tirk li ser Kurdî kar bike, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Civîna çapemeniyê li Cemiyeta Rojnamevanan a Başûrrojhilat a li Amedê hate lidarxistin. Berdevkê platformê Şerefxan Cizîrî axivî û bi taybetî bang li Saziya Ziman a Tirk (TDK) kir.

Cizîrî anî ziman ku TDK'ê heta niha tenê ferhenga Tirkî-Kurdî weşandiye, lê ew vê têrker nabînin û got, "Dûrî rakêşiya siyasî, ji bo Kurdî weke zimanekî jiyanê û çandê bê qebûlkirin; em ji Saziya Ziman a Tirk dixwazin ku kar û berhemên bi Kurdî hatine amadekirin biweşîne."

Cizîrî ev daxwazên platformê anî ziman:

"Saziya we bila li Amedê şaxê xwe yê Kurdî veke, yan jî li navenda xwe ya li Enqereyê şax/kursiya Kurdî veke.

Pisporên Kurdî bên xebitandin.

Ji bo ferhenga berfireh a Kurdî kar bê kirin.

Ji bo ferhenga etîmolojîk a bi Kurdî kar bê kirin.

Karê ferhenga lêgerînê ya Kurdî bê kirin.

Li ser Ferhenga Gotinên Pêşiyan ên Kurdî kar bê kirin.

Ferhenga Kurdî ya Dîjîtal bê weşandin.

Sempozyûma Kurdî ya Navneteweyî bê lidarxistin.

Sê mehan carekê kovara 'Zimanê Kurdî' bê weşandin.

Berhemên ku li qada gramera Kurdî hatine çêkirin, bên weşandin."