Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê: Pêwîstî bi piştevaniyeke mezintir heye

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî karên piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re daxuyaniyek da û destnîşan kir ku pêwîstî hîn bêhtir bi piştevaniyê heye.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî karên xwe yên piştî erdhejê kiriye, li pêşiya Sendîkaya Petrol-Îşê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Pêkhateyên platformê hemû di dema daxuyaniyê de amade bûn. Berdevkê platformê Denîz Topkan daxuyanî da û diyar ki rku 6'ê Sibatê yek ji felaketên herî mezin ên dîroka welêt qewimî.

Di daxuyaniyê de işaret bi piştevaniya civakî ya li herêmên erdhejê hate kirin û hate gotin, "Li qadeke berfireh hilweşîneke mezin çêbû û bandor li zêdeyî 15 milyon mirovî kir. Ji bo pêçandina birînên vê felaketê pêwîste em piştevaniyê mezintir bikin, her timî bikin. Li binê enqazên li herêmê karên ji bo lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Her wiha bi têrkerî bersiv ji pêwîstiyên jiyanî yên stargeh-xwedîkirin-germkirinê yên mexdûrên erdhejê re nehatiye dayin. Di rewşeke bi vî rengî de jî astengî li pêşiya karên alîkariyê yên dilxwaziyê têne danîn ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye."

Topkan got, "Ji bo jiyana erdhejzedeyan bê hêsandkirin ên li herêmê û koçî bajarên cuda yên welêt kirine, pêwîstî pê heye ku piştevanî hîn bêhtir bê mezinkirin." Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke pêkhateyên Platforma Demokrasî û Kedê ya Êlihê, ji kêliya destpêkê ve em rabûn ser piyan, me dest bi komkirina alîkariyê kir û bi rêya maseyên krîzê dest bi şandina vê alîkariyê ji bo herêmên erdhejê kir. Belê, ya ku ji destê me hat me kiribe jî êşa ku yên me nekarî bike wê heta dawiya emrê me dewam bike."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê demê de ku em pêwîstiyên li herêmên erdhejê tespît dikin û alîkariyê dişînin, li aliyekî din ve jî ji bo tespîtkirina pêwîstiyên xwişk û birayên me yên ji herêmên erdhejê koçî bajarê me kirine, her wiha ji bo bi wan re eleqedar bibe, me koordînasyoneke nû ava kir."