Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê Selçûk Mizrakli bê berdan

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê xwest, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli bê berdan û vegere ser karê xwe.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku ji wezîfeyê hate girtin û qeyûm li şûna wî hate tayînkirin, 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li ser mijarê li avahiya Egîtîm-Sen Şaxê 1'emîn a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hevserokê Egîtîm-Senê Şaxê Hejmara 1'emîn Sadrettîn Kaya diyar kir ku qeyûm li dijî pîvanên dewleta hiqûqê ye, êrişek li ser mafê hilbijartinê û jiyana demokratîk e û anî ziman, bi girtina Mizrakli yê bi 63 ji sedî yê dengan hate hilbijartin û hevşaredarên bajarên mezin ên 2 bajaran nedîtina îradeya gel e. Kaya got, "Nêrîna hevpar a parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnasan ew e ku bi rengekî nehiqûqî ceza li Serok Mizrakli hatiye birîn."

Di daxuyaniyê de bi navê rêxistinên ked, pîşeyî, demokratîk û girseyî bang hate kirin ku dawî li zextên giran û cezakirinê bê anîn, li pêkanînên dewleta hiqûqê vegerin, îdîayên bêhiqûqî yên li dijî Hevşaredar Mizrakli bên betalkirin, tavilê bê berdan û li karê xwe vegere.