'Ruhê Che Gûevara di nava PKK'ê de dijî'

Endamên Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, Bozan Tekîn û Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn, di salvegera 50. de fermandarê şoreşger Ernesto Che Gûevara bi bîr anîn.

Dûran Kalkan diyar kir, ku şoreşgeriya Che Gûevara yek ji sekn û helwestên sereke bû ku milîtaniya Apoyî û gerîla jê sûd wergirt û got, "Hem Kuba, hem jî Şoreşa Vîetnamê, bi taybetî tevgera gerîla ya Vîetnamê gelekî bandor li PKK'ê û Rêber Apo kirin. Hêvî û baweriya serketinê dan me. Di nava van de, ya ku herî zêde bandor li afirandina xeta teorîk û pratîk a tevgera Apoyî kir, şoreşgeriya Che Gûevara bû."

'RÊBER APO, ŞOREŞA ROJHILATA NAVÎN WEKE ARMANC DANÎ PÊŞIYA ME'

Kalkan destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevgera gerîla û şoreşa Rojhilata Navîn timî weke armancekê danî pêşiya wan û wiha dewam kir: "Fermandariya Che Gûevara li çar parçeyên Kurdistanê, li çiyê, deşt û bajaran, bû fermandariya gerîla. Fêhmkirina xeta gerîla ya rastiya vê fermandariyê, bi rêxistinkirina vê yekê û fêhmkirina rastiya şehîdan dibe."

'EM Ê CHE LI HEMÛ QADAN BIDIN JIYÎN'

Bozan Tekîn jî di destpêka axaftina xwe de komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin şermezar kir û bi biryardariya 'Kes nikare roja me tarî bike' ya li zindanan hate nîşandan, soz da ku wê pêşî li komployê bigirin.

Tekîn, têkildarî kuştina Ernesto Che Gûevara li Bolîvyayê ji aliyê hêzên emperyalîst ve, hemû zordar û dîktator bi tundî şermezar kir û destnîşan kir, ku wê Che li her qadê bidin jiyîn. Tekîn got, "Em soz didin ku em ê bi hemû hêza xwe, ala ku Che Gûevara ji bo neteweyan li ba da, bilind bikin. Em ê ruhê wî yê enternasyonal û navneteweyî li hemû qadên xwe yên jiyanê bidin jiyîn."

'DI NAVA PKK'Ê DE RUHÊ ENTERNASYONAL Ê CHE HEYE'

Tekîn anî ziman, ku ji destpêka têkoşîna PKK'ê ve ruhê enternasyonal ê Che heye û got, "Ne tenê hevrê Kemal û Hakî, gelek ciwanên enternasyonalîst li nava refên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Hê çend roj berê hevrê Gulnaz li Amedê bi berxwedaneke dîrokî şehîd bû. Jineke Tirk bû, di emrê xwe yê ciwantiyê de tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo gelek û welatekî ku qet nas nake, li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê şer kir. Di vê berxwedanê de ruhê Che heye."

'RUHÊ CHE DI BERXWEDANA LI DIJÎ FAŞÎZMA TIRK Û DAIŞ'Ê DE YE'

Tekîn da zanîn ku ew Che weke yekî ji xwe, weke hevrê û pêşengekî dibînin û got, "Dibe ku ji Arjantînê be, lê Che li Kurdistanê ye jî. Ruhê wî di nava berxwedana li dijî faşîzma Tirk de ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî di nava berxwedana ciwanên Kurd û Ereb a li dijî DAIŞ'ê de ye."

Tekîn destnîşan kir, ku îro bi sedan ciwanên Tirk, Ereb û Fars di nava PKK'ê de bi ruhê hevrê Kemal Pîr, Hakî Karer, Gulnaz û Azîz li ber xwe didin.

9'Ê COTMEHÊ RASTHATIN NÎNE

Kasim Engîn jî bi bîr xist, ku roja hêviya gelên cîhanê Che hate kuştin, bi heman rêbazê, lê bi rengekî hê namerdî li dijî Ocalan êrîş hate kirin û anî ziman, komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî di şexsê Ocalan de li dijî hebûna hemû gelên cîhanê hatiye kirin.

Engîn da zanîn, ku emperyalîstan du şoreşger û pêşengên mezin Che û Ocalan li dijî berjewendiyên xwe weke xeterî dîtin û ji ber vê yekê xwestin wan îmha bikin.

Engîn diyar kir, ku 9'ê Cotmehê rasthatin nîne û got, 9'ê Cotmeha 1967'an yên ku Che Gûevara kuştin, yên ku 9'ê Cotmehê der barê Denîz Gezmîşan de biryara îdamê dan, di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê mirovahiyê Ocalan, di asta navbera dewletan de komployek kirin.

Engîn ragihand, PKK û Rêberê mirovahiyê Ocalan, yek ji şopdarên Che ne û got, "Weke hevalên ciwan ên Che, em ê di rêya şoreşgerî ya rêberê gelan Rêber Ocalan de bi biryardarî bimeşin. Em ê baweriya xwe ya bi şoreşê û serketinê xurtir bikin. Em ê hê azadîxwaz bin."