PKK: Dewleta Tirk bi rengekî hovane hevalê me Yasîn Bûlût qetil kir

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê got, "Dewleta Tirk, hevalê me Yasîn Bûlût (Şukru Serhat) li pêşiya mala ku lê dima bi rengekî hovane qetil kir. Ji bo xwedîderketina li Yasîn Bûlût helwestnîşandanê em bang dikin."

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê bi sernavê "Daxuyaniya lezgîn ji bo raya giştî" daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Rêxistina kontra ya dewleta Tirk a faşîst MÎT û kontrayên noker ên ser bi wan ve, du roj in li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê êrişî welatparêzên Kurd ên Bakurî û hevalên me dikin. Dewleta Tirk a kujer û nokerên wan îro (17.09.2021) serê sibehê hevalê me Yasîn Bûlût (Şukru Serhat) li Silêmaniyeyê ku ji bo tedawiyê lê bû, li ber mala ku lê dima bi rengekî hovane qetil kir. Hevalê me Yasîn Bûlût serê sibehê ji malê derket ji bo biçe nexweşxaneyê. Di vê kêliyê de kontrayekî Tirk ji pişt ve nêzî wî bû, lê da û ew şehîd xist. Ev kuştina bi hovane ne tenê êrişek li dijî me ye, êrişek li dijî tevahiya xelkê Başûr û aramiya Silêmaniyeyê ye.

'RÊZEKUŞTIN HATE PLANKIRIN'

Rojek beriya vê kuştina hovane, heman hêzan li kargeha wî li welatparêzê Kurd Ferhat Bariş Kondû xistin ku Kondû penaberekî siyasî yê Bakurî ye. Rûdana van herdu bûyeran li pey hev, nîşan dide ku Erdogan ê faşîst û rêxistina wî MÎT'ê bi rengekî plankirî dest bi rêzekomkujî û kuştinên siyasî kiriye. MÎT a Tirk li vê derê ewçend bi hêsanî û serbest terora dewletê ya daîmî dike. Ji ber vê yekê jî di serî de hikumeta Başûr divê berpirsyarên herêma Silêmaniyeyê tavilê daxuyaniyeke lezgîn bidin û tedbîrên pêwîst hemûyan werbigirin. Ev êrişa hovane li dijî xelkê me yê Silêmaniyeyê ye, li dijî aramî û ewlehiya vî bajarî ye. Eger dewleta Tirk a faşîst dikare ku li her parçeyekî Kurdistanê komkujiyan bike, ev yek li me Kurdan ferz dike ku bi lezgînî helwesteke hevpar nîşan bidin û tedbîran werbigirin. Eger li hemberî van komkujiyan helwest neyê nîşandan, kujer tavilê neyên girtin û neyên teşhîrkirin wê komkujer hêzê ji vê yekê werbigirin.

BANGA LI GEL Û PARTIYAN

Em Tevgera Azadiyê ji bo têkoşîna ku hevalê me ji bo gelê Kurd dayî, li keda 40 salan û hewldana wî bi xwedîderketina li bîranîna wî têkoşînê geş bikin û bersivê bidin. Hevalê me yê 64 salî bi salan ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi ruh û can xebitiye û bi şoreşgerên wiha re ku di vê rêyê de şehîd bûne, xebitiye. Hevalê me Yasîn Bûlût (Şukru Serhat) ku li gel temenê wî zêde bû jî û nexweşiya xwe jî ev kedeke mezin daye, herî dawî dema ku nexweşiya wî lê giran kirî, ji bêgavî çûye Silêmanî, li wir xwestiye ku tedawî bibe. Lê dewleta Tirk a faşîst ji ber ku ji bo her Kurdî fermana kuştinê daye, li naverasta kuçeyê êrişê dibe ser mirovên nexweş û qetil dike. Gelê me bi rengekî ku layiqî têkoşîna hevalê me Yasîn Bûlût be divê li şehadeta wî xwedî derkeve. Di serî de gelê me yê welatparêz ê Başûr, em bang li hemû partiyan û kesayatan dikin ku helwesta xwe nîşan bidin, xwedî li şehîd Yasîn Bûlût derkevin û bibin xwedî helwest. Em tevger dev ji vê rûdanê naqerin û em ê li bîranîna hevrêyê xwe xwedî derkevin."