Piştî desteserkirina şaredariyê Wan hate dorpêçkirin

Piştî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatin desteserkirin, navenda bajarê Wanê û navçeyên wê hatin dorpêçkirin.

Piştî ku qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate tayînkirin, avahiya şaredariyê hate dorpêçkirin. Polîsên ku hatin avahiya şaredariyê bi rêya telefonê ji Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan re ragihandin ku Wezareta Karên Hundir ew ji wezîfeyê dûr xistiye.

WESAYITÊN ZIRXÎ Û HELÎKOPTER

Polîsên Tirk ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin, ketin û derkertina ji avahiyê qedexe kirin. Bi sedan polîsên Tirk tevî wesayitên zirxî li pêşiya avahiya şaredariyê ne. Piştî ku şaredarî hate desteserkirin helîkopter li ser bajêr geriyan.

Hemû rêyên berê wan li navenda Wanê ne ji aliyê polîs û leşkerên Tirk ve hatine asêkirin. Li Wanê û navçeyên wê hemû wesayit di kontrolê re tên derbaskirin. Li bajêr înternet û telefon jî hatiye qutkirin.