Piştî 4 mehan cenazeyê gerîlayê HPG’ê Erbaş dan malbata wî

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Cîhan Erbaş (Hisên Firat) ku li Hatayê şehîd bûbû piştî 4 mehan radestî malbata wî hat kirin.

Di 22’ê Tebaxê de di operasyoneke dewleta Tirk ya li ser çiyayên Amanosê ya navçeya Hassa ya Hatayê de gerîlayê HPG’ê Cîhan Erbaş (Hisên Firat) şehîd bûbû. Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Erbaş piştî 4 mehan radestî malbata wî hat kirin.

Ji ber ku cenazeyê gerîlayê HPG’ê Erbaş hatibû perçekirin malbatê nekarî diyar bike bê ka êşkence lê hatiye kirin yan na, ji bo testa DNA’yê nimûneya xwînê da Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Adanayê. Piştî 4 mehan ku encama DNA’yê derket malbat ji bo wergirtina cenazeyê çû Adanayê. Piştî hin karên îdarî yên ATK’ê cenazeyê Erbaş radestî malbata wî hatkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Erbaş wê li gundê Çiglik ya girêdayî navçeya Doganşehîra Meletiyê bê veşartin.