Pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin: Em ê Rêber Apo azad bikin, faşîzmê hilweşînin

Li Bakurê Kurdistanê di pîrozbahiyên Newrozê de dirûşmên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bûn. Ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê û serxistina Tifaqa Ked û Azadiyê biryardarî hate nîşandan.

Newroz li Agiriyê li Parka Newrozê bi dirûşma 'Her der Newroz, her dem azadî' hate pîrozkirin. Bi hezaran kes tevlî bûn.

Xelkê Agiriyê bi kincên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bû û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bê Serok jiyan nabe" û "Newroz pîroz be" qîriya. Li qada Newrozê li gel pankarta "Her der Newroz, her dem azadî" alên Partiya Kesk Çep û HDP'ê hatin daliqandin.

Li gel bi hezaran kesî Parlamenterê Wanê yê HDP'ê Sezaî Temellî, Parlamenterên Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Abdullah Koç, nûnerên Platforma Şaxên Agiriyê yên Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî bûn.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr bal kişand ser erdhejê û diyar kir ku desthilatdariyê baca ji bo erdhejê kom kir ji bo şerê li dijî Kurdan bi kar anî.

Parlamenterê Wanê yê HDP'ê Sezaî Temellî jî got, "Newroza îsal Newroza pirsîna hesabê vê zilmê ye. Êşa me, hêrsa me, xemgîniya me û raperîna me mezin e."

Temellî ragihand ku çavkaniyên welêt ji bo şer hatin bikaranîn û diyar kir ku pereyên ji bo erdhejê li tank, top û fîşekan hatin xerckirin.

Temellî destnîşan kir ku çareseriya vê krîzê jî Rêya 3'yemîn e û got, muxatabê çareseriyê û xwediyê vê rêyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Temellî têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê jî got, "Em ê li Kurdistanê bi ser bikevin, li rojava jî bi desthilatdariya AKP-MHP'ê bidin windakirin. Em ê vê derê ji wan paqij bikin. Pêwîstî bi tevlîheviyê nîne. Di sindoqa meclîsê de wê Tifaqa Ked û Azadiyê û HDP bi ser bikevin, di sindoqa din de jî em ê faşîzmê têk bibin. Bi saya vê yekê wê hiqûq, edalet bê vî welatî, xizanî wê bi dawî bibe. Ev sîstema tecrîdê wê bi dawî bibe."

Bernameya Newrozê bi stranên Dengê Meyman bi dawî bû.

XARPÊT

Li warê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan li navçeya Dep a Xarpêtê, agirê Newrozê hate dadan. Di çalakiyê de ku li Otogar a Kevn pêk hat alên HDP'ê û Partiya Kesk Çep hatin daliqandin.

Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Asiye Koçak got, "Newroza Depê ji bo me hemûyan girîng e. Newroza Depê Newroza Mazlûman e."

Kolçak got, "Zilma AKP'ê bandor li her kesên li vê derê kiriye. Bi deh hezaran mirovên me hatine zindanîkirin. Em ê di 14'ê Gulanê de hesabê van hemûyan bipirsin." Kolçak destnîşan kir ku wê di 14'ê Gulanê de bikin ku AKP çokê bitewîne.

Piştî axaftina Kolçak peyama Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş hate xwendin.

Piştre Parlamenterê Êlihê yê HDP'ê Necdet Îpekyuz nameya Abdullah Ocalan a li Newroza Amedê ya sala 2013'an bi bîr xist û diyar kir ku piştî têkçûna wê pêvajoyê dewletê berê xwe da polîtîkayên şer.

Bername bi stranên Ahmet Jiyar bi dawî bû.

ERDEXAN

HDP, DBP, TJA û Partiya Çep a Kesk bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” li ser Cadeya Kongreyê ya Erdexanê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de ji bo qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin û bername hat destpêkirin û bi beşdariya gelek ciwanan agirê Newrozê hat pêxistin.

Endama Maseya Îslamê ya HDP’ê Dîba Keskin bi bîranîna qurbaniyên erdhejê dest bi axaftina xwe kir û bertek nîşanî daxuyaniyên “qeder” ên desthiladariyê da. Keskîn anî ziman ku kesên ji ber xemsariya erdhejê û lehiyê jiyana xwe ji dest didin ne bi “qederê” ye ku jiyana xwe ji dest didin û kavil û lehî ne qedera gel e.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç diyar kir ku agirê Newrozê ku bi darikên niftikê dest pê kir îro li her deverê gur bûye û wiha got: “Newroz ji bo Kurdan watedar e. Tevî ku Kurd aştiyê, demokrasiyê û azadiyê dixwazin jî lê desthilatdara riziyayî li dijî Kurdan şer daye destpêkirin. 8 sal in bênavber êrişî Kurdan û dostên wan dikin.”

Sarisaç anî ziman ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye û got: “Dema ku muzakere bi Rêberê Gelê Kurd re dihatin kirin, ekonomi gelek baş bû. Kengê mase hat qelabtin, carek din welat xistin nava krîzan. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li ser tevahiya civakê belav bûye. Îro her kes tê tecrîdkirin. Herêmên erdhejê jî xistine bin tecrîdê.” 

Sarisaç bal kişand ser hilbijartina 14’ê Gulanê de û wiha got: “Bila ji HDP’ê bitirsin. HDP ne partiyek deh salî ye. Partiya gel e û bi ruhek şoreşger heta van rojan hatiye. Wê ev gel di 14’ê Gulanê de hem li hesabê qurbaniyên erdhejê û hem jî li hesabê Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê de hat qetilkirin bipirse.”

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zulehya Gulum jî got: “Teqez em ê bi ser bikevin. Em ji hemû sûcdaran hesab bixwazin. Bila nebêjin ku em ê di qesran de bi rehetî rûnin. Wê gotinên dawî berxwedêr bêjin.”

Pîrozbahî li ber stran û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 

ERZÎROM

Newroza Qereyazi ya Erzîromê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” hate pîrozkirin. Pîrozbahî li qada vala ya li rex avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qereyaziyê hate lidarxistin. Tevî hewayê sar jî bi hezaran kes tev li Newrozê bûn. Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo qurbaniyên erdhejê dest pê kir.

Ji navçeyên Erzîromê û gundên Qereyaziyê jî tevlibûneke xurt çêbû. Welatiyan bi dirûşma “Hikûmet îstîfa bike” nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP-MHP’ê dan. Her wiha welatiyan tayînkirina qeyûman li şaredariyan jî şermezar kirin.

Piştî ku hevserokên HDP’ê girse silav kirî, pîrozbahî dest pê kir. Hevserokê DBP’a Erzîromê Ramazan Karakaş di pîrozbahiyê de diyar kir ku dê hewayê şînê dikare bi piştevaniyê bê bidawîkirin. Karakaş, da zanîn ku Newroz “qêrîneke aştiyê” ye û bal kişand ser hemwelatiya wekhev.

Endama Partiya Meclisê (PM) ya DBP’ê Gulderen Varli jî di pîrozbahiyê de axivî û bal kişand ser lawaziya desthilatdariyê ya di dema erdhejê de. Di vê navberê de girseyê dirûşma “Hikûmet îstîfa bike” berz kir.

Dema Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan derketî ser dikê, girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Ocalan, wiha got: “Gelê Kurd terorîst nîne. Vîna gelê Kurd qebûl nakin.” Bi domdarî Ocalan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pirsa “Kanê edalet, kanê qanûn?” kir. Ocalan, banga “Deriyên Îmraliyê vekin” kir.

Piştî axaftinan jî hunermend Kadîr Çat û dengbêj derketin seri dikê û stranên xwe pêşkeş kirin. 
 
Dayikên Aştiyê yên tev li Newrozê bûn, nîşaneyên serketinê kirin û agirê Newrozê vêxistin. Piştre jî dîmenên rengîn derketin holê.