Peywira sê endamên meclîsên şaredariya HDP'ê hate desteserkirin

Peywira Endamtiya Meclîsa Şaredariya Tûşbayê ya HDP'ê ya Ayşe Mîna, Berkez Kizil Karabag û Mûnîr Mavîş hate desteserkirin.

Dewleta Tirk peywira sê endamên meclîsa Şaredariya Tûşbayê ya HDP'ê ya Ayşe Mîna, Berkez Kizil Karabah û Mûnîr Mavîş betal kir.

Mîna ku peywira wê hatî desteserkirin di hilbijartina hilbijartnê ya 31'ê Adarê de bûbû hevşaredar lê bi hinceta ku Hevşaredar Yilmaz Berkî BHQ'yî bûye peywira xwe ya endamtiya meclîsê domandinbû.

Bi vî rengî ji hilbijartina 31'ê Adarê û vir ve hijmar endamên meclîsa şaredariyê ya HDP'ê ji 19'an kêmî 12'an bû. Wezareta Navxwe ya Tirk par peywira 4 endamên din jî yên şaredariyê betal kiribû.