Peykerê Ehmedê Xanî bi ‘şaşî’ hatiye rûxandin!

Li Bazîdê peykerê Ehmedê Xanî yê ku şaredariya DTP’ê çêkiribû, ji aliyê qeyûm ve hate rûxandin. Ji ber nerazîbûnan qeyûm ji mecbûrî bi paş ve gav avêt.

Peykerê Ehmedê Xanî yê ku di sala 2007’an de ji aliyê şaredariya Bazîdê ya DTP’yî hatibû çêkirin, li ser êrîşên hin şêx û terîqetan hatibû.

Saziyên sîvîl ên bi navê Komeleya Şêx Mûstafa, Komeleya Dostên Dildar û Komeleya Akûtê ya Lêgerîn û Rizgarkirinê ev peyker wekî pût îlan kiribûn. Lê şaredariya DTP’ê ya wê çaxê ligel hemû îtîrazan, peyker ranekir.

Ev komên hanê piştî ku qeyûm hate ser şaredariyê, dîsa hewl dan ku peyker rakin. Van koman îdîa kirin ku peyker û pûtperestî heman tişt in û ji qeyûm xwestin ku peyker rake.

NERAZÎBÛNAN PAŞ VE GAV DA AVÊTIN

Qeyûmê Bazîdê Ûlaş Akhan li gorî xwesteka van koman tevgeriya ya ku AKP piştgiriya wan dike û peyker rûxand.

Qeyûm Akhan ê ku piştî rûxandina peyker nerazîbûnên tund hatin raberkirin, îro daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku peyker bi şaşî hatiye rûxandin û piştî demeke kurt wê dîsa were çêkirin.