Pêşmergeyên dêrîn xwestin ku hemû hêz xwe ji Zînî Wertê vekêşin

Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn daxuyaniyek nivîskî da û gotin: ‘Ji bo berjevendiyên mezin ên Kurdistanê û pêşî li planên dijmin bê girtin, divê ew hêzên ku ji bo Zînî Wertê hatine veguhestin, demildest vekêşînin.”

Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Kurdistanê derbarê rewşa Zînî Wertê û veguhestina pêşmergeyan li ser navçeyê daxuyaniyekî nivîskî da û got: “Li berçav girtina berjevendiyên mezin ên Kurdistanê û ji bo pêşî li plan û xewnên dijmin û dagirkerên Kurdistanê bê girtin, divê demildest hêzên xwe ji Zînî Wertê vekêşînin.”

Di heman demê Pêşmergeyên Dêrîn dibêjin: “Em pêşwazî li daxuyaniya Wezareta Pêşmerge dikin ya ku dibêje ew hêzane demkî ne û ew ê vekişin. Em bi dengê şêniyên Wertê, Dola Şawrê û yên navçeyê re ne

Daxuyaniya pêşmergeyên dêrîn wiha ye: “Em weke Pêşmergeyên Dêrîn ku me hemû temenê xwe ji bo xizmeta xaka Kurdistanê derbaz kiriye, van daxwazin dikin.

Em bang li birayên PDK, YNK û PKK’ê dikin daku berjewendiyên bilind yên Kurdistanê berçavan re derbaz bikin. Divê rê li pîlan û xewnên dijmin û dagirkerên Kurdistanê bigrin û demek zû de ji Zînî Wertê vekişin. Em pêşwaziya daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan a ku dibêje ‘Ew hêz demkîne û wê vegerin’, dikin. Em piştevaniya daxuyaniya xekê Wertê, Dola Şewrê ya ku bi daxuyaniyekê daxwaz ji wan hêzan kiribûn da ku ji herêmê vekişin, dikin.

Komkirina hêzê a li hemberî hev, tenê xizmeta kesên ji Kurdan hesnake dike. Em dixwazin her sê alî di demek zû de daxwazên me pêkbînin û xizmeta gel bikin. Xema barê hejaran û çarenûsa Kurdistanê bixwin.”