'Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li tevahiya welêt belav bûye'

Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Amedê Hulya Alokmen Ûyanik got, pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li tevahiya welêt belav bûye û destnîşan kir, heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin pirsgirêkên din ên li Tirkiyeyê çareser nabin.

Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Amedê Hulya Alokmen Ûyanik têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rapora dawî ya CPT axivî. Ûyanik da zanîn ku bi tecrîdkirina Ocalan dixwazin Ocalan bi tenê bihêlin û têkiliyên wî û civakê ji hev qut bikin. Ûyanik wiha axivî: "Dema ku mirov li şêwaza anîna Birêz Ocalan a li Tirkiyeyê dinêre, dibîne ku sîstema tecrîdê û polîtîkayên li dijî Kurdan tên meşandin, ji hev cuda nînin. Sîstema modernîteya kaptalîst bi dîlgirtina Birêz Ocalan û anîn Tirkiyeyê ji xwe plan û proje amade kiribû. Berî ku Birêz Ocalan bînin Tirkiyeyê sîstema li Îmraliyê hatibû amadekirin. Li Îmraliyê Birêz Ocalan bi salan tena serê xwe hate hiştin û bi ti awayî parêzer û malbatê nedikarî hevdîtinê pêk bînin. Mînaka gireva Îmraliyê li devereke din a cîhanê tineye."

'TECRÎD BI RÊK Û PÊK DEWAM DIKE'

Ûyanik destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan bi rêk û pêk 21 sal in dewam dike û wiha pê de çû: "Bi têkoşîn û berxwedana gelên Kurdistanê û siyaseta Kurd çendîn caran dewletê di hêla tecrîdê de gav paş de avêt. Carna tecrîd sivîk bû û parêzer û malbat bi Birêz Ocalan re karî hevdîtinê bikin. Lê ti carê tecrîd bi dawî nebû û 21 sal in bi rêk û pêk dewam dike. Ji berî Ocalan bînin Tirkiyeyê sîstema Îmraliyê hatibû afirandin û di vê çarçoveyê de xwestin bi tecrîdkirina Birêz Ocalan, wî bi tenê bihêlin û têkiliyên wî û civakê ji hev qut bikin. Bêguman tecrîda li Îmraliyê bi pirsgirêka Kurd re girêdayî ye. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li tevahiya Tirkiye belav bûye. Heta li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û Kurd negihêjin mafên xwe yên rewa, li Tirkiyeyê ti pirsgirêkên din çareser nabin. Muxatebê sereke yê pirsgirêka Kurd jî Birêz Ocalan e."

'TESPÎTÊN CPT GIRÎNG IN, LÊ TÊR NAKE'

Ûyanik destnîşan kir ku li Îmraliyê tecrîdeke ku li devereke din a cîhanê tineye pêk tê û got: "Helbet tespîtên CPT û nirxandinên wê yên der barê Tirkiyeyê de ji bo me ne bes in. Ligel vê ji aliyê saziyeke navneteweyî ve bi vî awayî nîşandana pergala tecrîdê ya Îmraliyê ji bo me girîng e. 21 sal in parêzer û siyaseta Kurd balê dikişîne ser tecrîdê, cara ewil e ku saziyek weke CPT balê dikişîne li ser sîstema Îmraliyê û tecrîdê qebûl dike. Lê rapora xwe 16 meh şûnde weşand. Heya rapor hat weşandin tecrîd kûrtir bû. Belê, tespîtên girîng hatine kirin lê belê tenê qîmanîna bi tespîtan, tê wateya ku çavgirtinê. Divê ji bo tecrîd bi dawî bibe CPT û saziyên hiqûqê yên Ewropa zextê li Tirkiyeyê bikin."