Perestgeheke berxwedanê: Girê Sor – III

Baz li Girê Sor şehîdê pêşîn bû, bivê nevê bandora wê çêbû lê bi hemûyan re hesta tolhildanê geş bû. Hemûyan dizanîn ku Baz ne şehîdê yekemîn û wê ne yê dawîn be.

Çar rojan carekê agir dihate pêxistin. Botan ji bo ku psîkolojiya hevalên xwe baş bike digot “Jixwe ev teoriyên mirov zêde xwarinê bixwe û enerjiyê bistîne, vala ye. Mirov çiqas zêde bixwe jî beden bi qasî pêdiviya xwe xerc dike. Tu tepsiyekê jî û kevçiyekî jî bixwe wekî hev e.” Herî dawîn nîv kîs birinc, çend kulm arvan û kîs û nîvek fasûle mabû. Hemû erzaq ev bû û ji xeynî van tiştan tiştek tunebû.

Me berxwedana Girê Sor a ku 80 rojan domiya ji vegotinên Mizgîn Dalaho, Armanc Simko û Têkoşîn Devrîm ê di nav berxwedanê de cih girtibûn, berhev kir. Va ye beşa sêyemîn.

KESÎ NEXWEST KU DERKEVE

Piştî ku lûtke hate girtin bi beşdariya hemûyan, ji bo nirxandina giştî tekmîlek hate stendin. Botan diyar kir wê rewşa wan girantir bibe, di warê erzaqan de pirsgirêk hene, heke erzaq biqede jî wê gir bernedin û hewce bike wê bi tenê bi şerbetê îdare bikin û heke kesên ji vî tiştî re ne amade hebin bila ji niha ve bibêjin. Botan ji ber tunebûna erzaqê dixwest komekê derxîne û diyar kir kesên dixwazin derkevin bila ew xwe pêşniyaz bikin. Tu kesî nedixwest gir berdin. Hemû jî yeko yeko axivîn û diyar kirin wê li ber xwe bidin. Fikreke hevpar derket holê û hemûyan dîsa sond xwarin. Dema ku Botan biryardariya wan dît, kes neşand. Botan dixwest Delalê bişîne, ew nû tevlî bûbû lê nêta çûyînê ya tu kesî tunebû û heta roja dawîn ew kes li wir man. 

BAZ JI BER GAZA KÎMYEWÎ ŞEHÎD BÛ

Li gorî plansaziyê wê deriyê Çarçellayê dîsa bihata vekirin û li wir çalakî bihata kirin. Lê ji ber ku ax dirijiya ser, vekirina wê zehmet bû. Delal di 6’ê Tîrmehê de li ber deriyê Çarçella nobedar bû. Dema dengê pêyê leşkeran hat, wê jî hat agahî da. Baz û Serhildan çekên xwe hildan û bi lez û bez çûn jor. Baz dema nêzî barîkatan bû û guhdariya rewşê dikir, dijmin wê demê teqînek kir. Gaz û tazyîka teqînê bandor li Baz kir. Dijmin wê rojê bi teqînê re gaza kîmyewî jî bi kar anî. Bêhna dermanê paqijiyê ya asîdîk ji vê dihat û rengê wê spî bû. Di serî de rewşa wî ne xerab bû, bi tenê dilê wî nediçû tiştekî û xwarin nedixwar. Rewşa wî bi giştî baş bû lê qet xew nediket çavan û dema bêhn distend xirîniyeke bi şîddet ji sînga wî derdiket. Baz piştî saet 22.00’n nekarî bêhnê bistîne û wekî ku dixeniqî. Armanc ê ji tendirustiyê fêm kir, hat. Dilê Baz bi lez û kurt lêdida. Rajena wî gelekî kûr, bê pergal û bi lez bû. Armanc ji bo jehrî nebe derziyek lêxist û piştre Baz bi ser xwe ve hat. Ber destê sibehê saet di 05.00’an de xwest rabe ser xwe lê çi kir jî nekarî. Ozgur û Mizgîn jî nekarîn wî rakin. Bi tenê zêde av vedixwar. Beriya ku şehîd bibe bi qasî du saetan zêde av vexwaribû. Rewşa Baz dîsa xerab bû û dîsa bangî Armanc kirin. Hemû li ser serê wî kom bûbûn. Beriya ku Armanc were, Baz ji nişka ve ji ser hişe xwe çû. Ji bo ku were ser hişê xwe Mizgîn çend sîle lê da. Ji dev û pozê wî kefeke zer diherikî û ji sînga wî dengekî zêde dihat. Dema Armanc hat, Baz şehîd bûbû. Gelek caran masaja dil û tenefusa sunî kir, lê bi kêr nehat. Reşika çavê wî belav bûbû û êdî rajena wî nediavêt. Armanc him bi lez masaja dil dikir û him jî digiriya. Ligel ku şehîd bûbû wî bi qasî deh deqîqeyan masaja dil dikir. Botan got “Armanc, Baz şehîd bû” û dixwest wî bide sekinandin. Hevaltiya di navbera Armanc û Baz cihê bû, li Girê Suleyman her du bi tenê mabûn û hînî hev bûbûn. Ji ber vê qebûlkirina vî tiştî ji bo wî zehmet bû. 

NAVÊ ŞEHÎD BAZ DAN ÇEPERÊ

Bi şehadeta Baz de re gelekî êşiyan, bi qasî hefteyekê di nav kampê de bêdengî hebû lê xwestin vê rewşê biguherînin. Gerîlayan xwestin Baz li derve li ber deriyê giştî li cihê ku ax heye veşêrin lê dibe ku dijmin cenaze bibîne yan jî balefir lê bidin. Biryar dan ku li cihekî din veşêrin û navê Çepera Şehîd Baz li wir kirin. Cenaze jixwe saxlem bûn, di nav qutiyekê de nav û paşnavê wî hate nivîsandin û danîn ber serê wî. Heke artêşa dagirker vekişiya yan jî rewş baştir bibûya wê ew ji wir derxistina.

DI DEMA ŞEHADETA MAM ZEKÎ DE LI BA WÎ BÛ

Baz ji Geverê bû. Perwerdehiya şervanên nû li Zapê dîtibû. Li Şengalê li ba Mam Zekî mabû. Dema ku Mam Zekî şehîd bûbû, ew jî birîndar bûbû. Piştî tedawiyê dîsa perwerde bûbû û hatibû çiyayan. Gerîlayekî xwedî tecrube bû. Dema ku hatibû çiyayan li eniya Basya li Girê Suleyman hate peywirdarkirin û du salan li wir ma. Girê Suleyman girê sînorê eyaletê bû. Çûn û hatin tunebû, belkî salê carekê ji rêveberiyê kesek bihata û hew. Gelekî dûr bû û ji eyaletê qutbûyî bû. Lê Baz di şertên ku tu kes wê zûka hîn nebe, bi yekîneyên biçûk xwedî li vî girî derket û qet îtîraz nekir. Dema mirov Baz didît moral jê distend, mirov dikaribû her tiştî bi wî re nîqaş bike û jê re bibêje. Ji nîqaşan ve vekirîbû. Beriya her tiştî li Girê Suleyman, Girê Kartal û herî dawîn jî li Girê Sor ligel zehmetiyên mezin û bêderfetiyan kedeke mezin da û ev ked gihand asta herî jor. 

HEMÛ KESAN DIZANÎN EW Ê NE ŞEHÎDÊ DAWÎN BE 

Di şikeftê de ew şehîdê pêşîn bû û bivê nevê bandora wê çêbû lê bi hemûyan re hesta tolhildanê geş bû. Hemû kesan dizanîn Baz wê ne şehîdê pêşîn û ne jî yê dawîn be. Êdî dilê wan bûbû pola, hêrsa wan zêde bûbû, hemû kesan dixwestin biçin li dijmin bidin. Botan piştgirî dida hemûyan û nedixwest meylên hestiyar derkeve holê. Deriyê Çarçella hate xurtkirin. Li gorî wan êdî teqînê wê bandor lê nekira. Jixwe dijmin heta roja dawîn li wir tu teqîn nekir. Piştî vê bûyerê du sê roj gelekî aram bû. Dijmin dema li lûtkeyê teqîn dikir û ji wir bersiv nedihat, êdî zêde bi wir eleqedar nedibû. Dibe ku ew der hemû hilweşandibû jî. Ji ber ku piştî ew der hate girtin, neçûn lûtkeyê. Serweriya li lûtkeyê êdî tunebû. Piştî deriyê Çarçella hate girtin êdî serweriya li ser dijmin kêm bûbû. Piştre di 13’ê Tîrmehê de dijmin ji deriyê Çarçella bi rêjeyeke zêde çekên kîmyewî bi kar anî. Ligel ku tevdîrên cihê hebû, heta saetekê bêhna gazê ji korîdoran dernediket. Wekî cara berê bêhn û tahma şekir jê dihat. 

DENGÊ QÎREQÎRA LEŞKERAN DIHAT HETA NAVA TUNELAN

Piştî ku deriyê Çarçella û lûtkeyê hate girtin, dijmin êrişî eniya pêş a li Govendê dinihêre, kir. Ji aliyê lûtkeyê dengê leşkeran dihat lê êdî nedikarîn berê xwe bidin wir. Ji ber ku divê bi şirîtan xwe berdan jêr. Rojekê hate dîtin li derve leşkerek leşkerekî din koordîne dike. Leşkerekî hewl dida teqemeniyê biavêje hundir. Ji nişka bêhneke wekî ya gaza kîmyewî hat. Teqîn kirin lê ji ber ku şirîta wan têr nekir, neket hundir û bandoreke mezin li gerîlayan nekir. Piştre berê xwe dan tunelên çeperî yên di katê navîn de. Tunel bû lê wekî çeperan hatibû çêkirin. Di her tunelê de 6,7 pace hebû. Gerîlayên ku tunel çêkiribûn, li her ciha ku qereqolek didît paceyek çêkiribûn. Yek li Leylekê, yek li Xapûşkê, yek li Helîkopterê û yek li Govendê dinihêrî. Berê jî balefiran li van deran dabûn. Şîddeta teqînan zêdetir dibû. Carinan teqemeniyên 50 kîloyî bi kar dianîn. Gerîlayan gelek caran bi bombeyên destan li dijmin didan. Li wir li pêşiya dijmin kemîn danîn dema dengê pêyên dijmin bihata wê bombe biavêtina dijmin. Dijmin di çepera Şehîd Têkoşînê de bû. Gerîlayan li aliyê ku li Leylekê dinihêrî bi bombeyan li dijmin didan û dixwestin xebatên çêkirina çeperan bidin sekinandin. Jixwe dema carekê fîşek direşandin, xebatên çêkirina çeperan didan sekinandin. Çi dema ku fîşek an jî bombe dihat avêtin, dengê qîreqîra leşkeran dihat heta nava tunelan.

BERÊ ARMANC BIRÎNDAR BÛ

Armanc û Serhildan rojekê nobedarên saet 10.00-12.00’an bûn. Dengê dijmin ji deriyê Şehîd Têkoşîn dihat. Dikaribûn ji çepera Leylekê derkevin û derbasî wir bûn. Ji bo ku bala dijmin bikişînin wir, derketin derve, bombe avêtin, fîşek reşandin û ketin hundir. Ji ber ku piranî ji vir derdikevin û lê didan, Girê Leylek jî li Girê Sor dinihêrî. Piştî ku Armanc li wir piçekî ma, teqînek kirin. Wan gotin qey tankan lê dane, lê Armanc yekser xwe avêt hundir, tiştek bi wî nehat. Piştî teqînê Serhildan bombe avêt û fîşek reşand. Serhildan dema ket hundir, bi henekî ji Armanc re got “Dijmin li derve li cenazeyê te digere”. Cihê ku Armanc lê bû, kendal bû. Dema ew li ber kendal bû dijmin teqîn kiribû. Ji ber vê li gorî dijmin Armanc ji kendalê ketiye, lê Armanc xwe avêtibû hundir, bi tenê ferek sola wî ji kendal ketibû. 

Dijmin dema dihat ber çeperê teqîn çêdibûn. Berê Armanc birîndar bû. 20’ê Tîrmehê bû. Dema ku çûn kontrola çeperan, ji ber teqîna dijmin birîndar bûn. Têkoşîn û Ozgur bi lez çûn ba wî. Ji ber tazyîka teqînê cil û berfên Armanc parçe parçe bûbû. Me Armanc anî heta cihekî, di korîdoran de dema me zehmetî kişand, Têkoşîn bi tena serê xwe Armanc hilda û bi mangayê. Çavê wî werimîbû, birîndar bû û bi rastî jî rewşa wî ne baş bû. Me moral dida wî. 

DU ROJ ŞÛNDE SERHILDAN BIRÎNDAR BÛ

Gerîlayan du roj şûnde mayîneke di tarza bombeya destan de çêkirin û wê biavêtina dijmin. Serhildan wê mayîn biavêta û Mizgîn jî wê biteqanda. Dema ku wê ev çalakî bikirina, wê demê dîtin ku dijmin teqemenî xistiye kîsan û bi şirîdan datîne ber deriyê Leylekê. Serhildan serê xwe xist nav destê xwe û xwe avêt erdê, di wê kêlîkê de teqîn çêbû. Dema ku teqîn çêbû Serhildan birîndar bû. Têkoşîn û Botan ew anîn heta cihekî. Erebokeke destan a mezin hebû. Ew erebok êdî wekî ambûlansê bû. Ki birîndar dibû, ew dixistin erebokê û dibirin mangayan. Yê ku erebok jî diajot, dengê ambûlansê derdixist û li korîdoran digot‘Hawarî , hawarî’. Li Girê Sor êş çiqasî zêde bûya jî, di nav rewşên neyînî hewl didan moralekî ava bikin. Ji ber vê birîndaran jî psîkolojiya xwe xera nedikirin. Serhildan ji gelek derên xwe birîndar bûbû. Çend birînên wî yên kûr hebû, xwîna li ser milê wî qet nedisekinî. Demeke dirêj nekarî rabe ser xwe, lê hişê wî li serê wî bû û diaxivî. Ev birîndarê duyemîn bû. Ji ber ku gelek xwîn ji Serhildan çûbû, zûzûka bi ser xwe ve nehat, demeke dirêj li erdê ma. 

Dijmin bi teqînên li vê çeperê encam stendibû, gerîla êdî ew der zêde bi kar neanî. Piştî birîndarbûna Armanc û Serhildan ji bo nobetê hejmar kêm bû. Di rojên pêşîn de rewşa birîndaran ne zêde baş bû, ji ber vê kesek li ba birîndaran dima. Piştî birîndarbûna Serhildan, ew tengijîn. Zêde diwestiyan. Dema ku dihatin ba birîndaran dikeniyan, diaxivîn lê diyar bû gelekî westiyane. Ji ber ku du gerîlayên mêr birîndar bûbûn, barê giran li ser milê gerîlayên jin mabû. Rojekê jî westandina xwe nedidan der.

BI FUZEYÊ BOTAN BIRÎNDAR KIRIN

Piştî hefteyekê dema Botan çû çeperê kontrol bike, dijmin ji Girê Leylekê bi fuzeyê li deriyê Leylekê da. Ji ber tazyîkê Botan 10 metreyan ket erdê û li dîwar ket. Botan bi her awayê xwe xurt bû. Ji bo ku neyên wî nebin, bi wî halê xwe yê birîndar, ew bi xwe hat. Ji kesên çûn ba wî re got “Tiştek bi min nehatiye, ji vir biçin.” Ew bi xwe rabû hat heta mangayê. Bi rastî jî îradeya wî xurt bû, xwe sist nekir. Dizanibû ku gerîla hêzê ji wî distînin û divê ew zû bi ser xwe ve bihata. Ji bo birîndaran xwarin cihê dihat çêkirin lê Botan qebûl nedikir. Xwarina taybet jî helawa arvan (poxîn) bû, ji bo ku ji birîndaran re ne giran be çay dixistin nav. Me digot “Ev xwarineke taybet a ji bo birîndaran e” Botan ev tişt jî nedixwest. Guhekî wî teqiyabû, ji sînga xwe birîndar bû lê piştî demeke kurt bi ser xwe hat. Êdî nobet ji wî re hate qedexekirin. Henek pê dikirin û digotin “Heval Botan vê carê jî dijmin nekarî li te bide” Wî jî digot “12 sal in nikarin tiştekî bikin, wê niha jî nikaribin bikin.”

BOTAN HER TIŞTÊ GIRÊ SOR BÛ 

Dema Botan birîndar bû, vî tiştî bandor li hemûyan kir, ji ber ku ew pêşengê şer bû. Vê birîndarbûnê piçekî be jî bandor li moralê hemûyan kiribû. Lê Botan zû bi ser xwe ve hat û bi heman moral û coşê rabû ser xwe. Botan berê jî birîndar bûbû. Ji lingê xwe birîndar bûbû, çavekî wî nedidît û du tiliyên destê wî yê rastê tunebû. Ji her dera xwe birîndar bûbû. Tazyîka teqînê bandoreke mezin lê kiribû lê rojekê be jî li erdê nema. Digot ‘Divê ez di nav hevalan de bim.” Ew him fermandarê herêmê, him fermandarê gir, carinan aşpêj û carinan jî xebatkarê tendirustiyê bû. Bi kurtasî ew her tiştê Girê Sor bû. Di hemû karan de ew hebû, hemû gerîlayan di her warî de piştgirî didan wî. Dema ku dengê leşkeran dihat, beriya hemû kesan wî diçû bombe diavêt dijmin. Gerîlayan ji bo çûnê destûr nedidan wî lê ew diçû. Gerîlayan jê re digot “Tu dibêjî tu dikî. Tu fermandarê me yî, heke tiştek bi te were, em ê nikaribin vî tiştî ragirin.” Wî jî digot “Hûn hemû milîtanê Apoyî ne, hûn hemû xwedî îrade ne. Heke tiştek bi min were jî hûn ê dîsa bikin. Çi bibe jî, divê em tu tiştî ji xwe re nekin astengî. Ji ber ku dijmin bizanibe li van tunelan hevalek jî bêhnê distîne, wê dîsa jî nikaribe nêzî me bibe, ew qasî tirsonek in.”

NÎV KÎS BIRINC, PIÇEK ARVAN Û JI KÎSEKÎ ZÊDETIR FASÛLE

Piştî ku Baz şehîd bû, deriyê Çarçella hate zexmkirin û êdî ew der zêde nehat bikaranîn. Dihate zanîn wê dijmin di heman demê de nikaribe êrişî hemû katên vê şikeftê bike. Çeperên katê navîn ji ber ku kendal bû, leşker nedikarîn têkevin hundir, bi tenê bi şirîdan teqîn dikirin. Botan û Delal li katê navîn bûn û bi rastî jî qet ranedizan. Şev û roj mûhabere vekiribû, xwarin dibirin. Bi her tiştî gerîlayan re eleqedar dibûn. Ji wan re digotin ‘Hûn koordîneya me ya şer in”. Wan jî digotin “Ev kat di bin berpirsyariya me de ye. Heke leşker ji vî katî xwe berdin, em ê bi pêyê wan bigirin û bikişînin.Ev kat meseleya namûsê ye.” Delal ciwan bû, cara pêşîn dijmin didît lê îddîa û xwesteka wê zêde bû. 

Çar rojan carekê agir dihate pêxistin. Botan ji bo ku psîkolojiya hevalên xwe baş bike digot “Jixwe ev teoriyên mirov zêde xwarinê bixwe û enerjiyê bistîne, vala ye. Mirov çiqas zêde bixwe jî beden bi qasî pêdiviya xwe xerc dike. Tu tepsiyekê jî û kevçiyekî jî bixwe wekî hev e” û dixwest wan qanih bike. Botan bi lojîstîkê re eleqedar dibû. Herî dawîn nîv kîs birinc, çend kulm arvav û kîs û nîvek fasûle mabû. Hemû erzaq ev bû û ji xeynî van tiştan tiştek tunebû. Şorbeya birincê ya ava wê zêde dihat çêkirin. Ji bo ku karibin li ser pêyan bimînin û nobetê bigirin, xwarin dixwarin. Ne ji bo têrbûnê xwarin dixwarin. Şekir û xwêy qet tunebû. Xwarin hemû bê xwêy bûn û êdî hînî vî tiştî bûbûn. Dema ku fasûle dihat çêkirin, zêde nedihat kelandin. Botan digot “Bila were xwarin bes e” û hinek salçe dixist nav. Bi tenê xwarina birîndaran taybet bû. Bi savara ku hatibû veşartin ji bo birîndaran xwarin dihat çêkirin. 

HEMÛ GERÎLAYAN HÊZ JÊ DISTENDIN

Botan her carê digot “Heke tiştek bi me were wê rêxistin ji bo me bibêje ‘Bi ruhê Kemal û Zîlanan jiyan û li ber xwe dan. Min nedixwest di nav xeleqa dijmin de heval di van şertan de, bêyî erzaq bimînin lê dîsa jî serê me bi nirxandinên rêxistinê bilind e” Ne ji bo motîvekirina gerîlayan ev tişt digot, ji dil û can bawerî bi vî tiştî dianî û gelekî dilsoz bû. Ji ber ku wî bawerî bi vî tiştî dianî, gerîla zêdetir pê dihatin girêdan. Hemû gerîlayan ji Botan hêz distendin. Tunebûna erzaqan nedibû pirsgirêk. Tu kesî ev nedikir derd û tu kesî nedigot bêyî erzaq nikarin li ber xwe bidin. Piçek ava penîr li ba wan mabû û li hemberî jehrîbûnê wê bi kar bianîna. Gerîlayan carinan li tunelan bang dikirin “Hevalino werin. Heval Botan îro comerd e, ji me re mehîr çêkiriye.” Jixwe gelekî kêm bû, tu kes bi wê têr nedibû lê ev tişt jî ji xwe re dikirin moral, ji dêvila dew, ava penîr vedixwarin. 

Botan bûbû mamosteyê wan ê jiyanê, hemû teoriyên ku mirovan digotin qet nabe, wî ew teorî pûç dikir. Bawerî, îrade û biryardariya ba wî, tişta ku qet nedibû jî dikir. Bi rastî jî gelekî jîr bû û serê xwe bi her tiştî diêşand.

BIRÎNDARBÛNA OZGUR

Piştî ku Botan birîndar bû, tevgera dijmin jî qut bû. Dijmin li ser gir dest bi çêkirina çeperan kiribû, hewl dida deriyê şaneşînê bigire. Bi saya deriyê wir, hewadarî dihate kirin. Dijmin her roj ax bera wir dida, gerîlayan her şev diçûn ew der vedikirin. Dijmin li aliyê Şehîd Têkoşîn teqîn kir, ew derî jî vekir. Gerîlayan diyar dikirin êdî ew ê wî derî negirin û heke werin jî wê şer bikin. Jixwe dixwestin li wir çalakiyekê bikin. Piştî ku lûtke hatibû girtin, têkiliya bi jor re hatibû girtin û nedihat zanîn wê dijmin çi bike. Ozgur derdora 20’ê Tebaxê de dema hewl dida tevgera dijmin bişopîne, dema ku serê xwe rakir teqînek çêbû. Bi wê tazyîkê di bin kîsan de ma. Ji tozê tiştek nedihat dîtin. Dema kîsên ser xwe rakir, Botan hat. Wî got “Dengê xwe nekin, bila dijmin nizanibe birîndar heye” Dema dijmin hat ji bo ku deng derkeve, qutiyên salçeyê danîbûn çeperê. Bi wê tazyîkê ew qutî firiyabûn û parçeyekî wî di serê Ozgur de birîneke kûr vekiribû. Rûyê wî şewitîbû, reş bûbû. Ozgur li wê ambûlansa navdar kirin û birin mangaya giştî ya ku jê re digotin mangaya alîkariya lezgîn. Di rewşên wisa de herî zêde moralê birîndaran hêz dida wan. 

Dema ku dijmin teqemenî bi kar dianî, tecrubeya wan kêm bû. Heta ku hînî tarza dijmin bûn, gelek ji wan birîndar bûn. Alavên ji bo tendirustiyê jî li ba wan zêde tunebû. Brandayên li mangayan derdixistin, ew branda bi kabloyan didirûtin û ji dêvila kîsan bi kar dianîn. Kî ji bo nobetê biçûya jêr, peywira wan dirûtina kîsan bû. Di çeperan de gelek teqîn çêdibû û herî zêde di wan deman de birîndar dibûn. Alavên wan ên ji bo tendirustiyê gelekî kêm bû. Dema Serhildan birîndar bûbû, hemû alav bi kar anîbûn. Ji ber ku alav kê bûn ji bo paqijkirin û pêçandina birînan, atletên xwe jêdikirin û bi kar dianîn. 

WÊ BIDOME...

ANF | Perestgeheke berxwedanê: Girê Sor - II (anfkurdi.com)

ANF | Perestgeheke berxwedanê: Girê Sor – I (anfkurdi.com)