Perestgeheke berxwedanê: Girê Sor - II

Botan, Serhildan û Zinarîn fermandarên berxwedanê bûn. Ya ku perestgeha berxwedanê ya Girê Sor ki keleh, xîret, ruhê Apoyî û hevrêtiya wan bû.

Ji berxwedêran Mizgîn Dalaho, Armanc Simko û Têkoşîn Devrîm qala berxwedana Girê Sor a 80 rojî kirin. Vaye beşa duyemîn:

Dijmin li girê Silêman derb xwaribû. Kuştî û birîndar dabû. Gerîla bêyî ku windahiyan bide bi rengekî serketî ji wir derketibû ku ev yek ji bo dijmin derbeke mezin bû. Lewma heta ku ji Girê Spî hat Girê Sor dudil bû. Heta hefteyekê karîbûn xwe bigihînin Girê Sor. Li Girê Silêman teqemenî bi dijmin hatibû teqandin, ji ber vê yekê jî rengekî hay ji xwe heyî û giran hatin Girê Sor.

YÊN LI GIRÊ SOR Û BICIHBÛN

Piştî Girê Silêman ji bejahî ve destpêkê hatin ser girê çaremîn. Ji xwe Girê Spî û ew der ji hev gelekî dûr bû. Wê demê li ser serê gir Mizgîn, Serhildan û Ozgur hebûn. Li jêrê jî Têkoşîn, Argêş û Zinarîn hebûn. Botan jî ji bo karibe dest li herdu qedemeyan werde, li qada navîn bû. Delal ji ber ku ciwan bû, ne li çeperan lê li gel Botan dima. Li her qatê sabotaj û sekvan hebûn. Baz û Armanc jî li ber deriyê Çarçela bûn. Ev rengê bicihbûnê li gorî rewşê timî diguherî. Wê demê hejmara gerîla 10 bû. Fermandarê Herêmê Botan, ji dema tevlîbûnê heta şehadetê timî li Avaşînê bû û li her devera herêmê geriya bû. Şervanî jî fermandarî jî li vê xakê hîn bûbû. Li Avaşînê şênberiya dilnizmî û fedakariyê bû. Di pêvajoya berxwedanê de yek ji şensên herî mezin ew bû ku mirov xwedî fermandarekî mîna Botan be. Eger teslîmiyeteke bi tenê jî nebû û berxwedan ewqasî demdirêj hate meşandin, di vir de para herî mezin a Botan bû.

Fermandarê Yekîneyê Serhildan li herêma Basyayê li qadên Silêman, Kartal û Girê Sor mabû û qad baş nas dikir. Bi taybetî li qadên Kartal û Girê Sor di çêkirina tunelên şer de keda wî gelekî zêde bû. Heval carna bi tena serê xwe tunelên bi metreyan dirêj çêdikir. Hevalekî pêşdîtî, berpirsyar û çavkaniya moralê bû. Tunelên Girê Sor bi stran û helbestên wî geş dibû. Her tim li qadên herî zehmet, li girên ku jiyan bi xwe lê zehmet bû, fermandarî kir. Li gel berpirsyariyên giran ên pratîkî xwedî hestên kûr û ruhekî zirav bû. Helbestên gelekî xweş dinivîsand û dixwend.

Fermandar Tîm a gerîlayên jin Zinarîn fermandareke ciwan bû ku ne tenê jin, her wiha gerîlayan hemûyan hurmet nîşanî sekn û fermandariya wê dida. Di berxwedana Girê Sor de taybetmendiyên rêxistinkar, berhevkar, hestewariya jinê, sekna azadiyê, kesayetiya fermandar û hevrêtiya Zinarîn xwedî pareke gelekî girîng bû. Demeke kurt bû ku hatibû qala leşkerî, lê belê zû bû gerîla û li girên herî zehmet ên Zagrosan, mîna Girê Sor fermandarî kiribû. Botan, Serhildan û Zinarîn fermandarên berxwedanê bûn. Ya ku ev keleha berxwedanê kir keleh, xîret, ruhê Apoyî û hevrêtiya wan bû.

Ew fermandar bûn, lê belê yên li wir hemû gerîlayên bijarte bûn. Hemû jî mîna fermandarekê/î tevlî pêvajoyê bûn. Têkoşîn û Ozgur sabotajvan; Armanc, Argêş, Mizgîn û Baz sekvan bûn. Yên li ser gir hemû xwedî hunerekê bûn û branşa wan hebû. Hevala herî nû hevala Delal bû ku hînê saleke wê qediya bû. Zû hîn dibû, gelekî bi xwestek bû. Di nava gerîla de ahengî hem jî tecrûbe çêbûbû. Li ser serê gir sabotajvanek, sekvanek û gerîlayek hebû ku ji otomatîka navîn fêhm dikir. Ev heval timî lê diman.

21’Ê HEZÎRANÊ HATIN HETA GIRÊ DUYEMÎN

Roja destpêkê ji girên ku nehatibûn kifşkirin, dijmin dihate şopandin. Dijmin piştî Girê Spî timî ji bejahî ve bi pêş ve diçû. 21’ê Hezîranê hatin heta girê duyemîn ê Girê Sor. Ji ber ku liv û tevgera dijmin ji cihê gerîla lê bûn nedihate dîtin, şopandin êdî bi temamî nekarîbû bihata kirin. Yê ku destpêkê bi liv û tevgerê hesiya Ozgur bû. Ozgur dema ku li nobedê bû, dengê dijmin bihîst û dema ku bi dûrbînê lê nihêrî, dît ku tê. Beriya ku dijmin bê girê esasî, hewl dida çeperên li girên din xurt bike. Li girê duyemîn dest bi çêkirina çeperan kir û piştre jî berê xwe da girê herî bilind ê esasî yê gerîla.

Ya rasti dijmin ne bi rengê ku gerîla li bendê bû hat. Destpêkê ji jorê ve êriş kir. Ji jêrê ve nikarîbû êriş bike û zanîbû ku ji wir nikare encamê bi dest bixe. Ev yek heta ber tunelan bi vî rengî bû. Armanca dijmin ew bû ku li ser bisekine, kontrol bike û nehêle ku derkeve derve. Ji xwe her tim bi qasî 100 metreyî dûr disekinî. Ji ber vê yekê ji qatê jorê dest bi êrişê kir. Li tunelên Girê Sor şer cara yekemîn diqewimî û tecrûbeya destpêkê ya gerîla bû. Yanî dema ku li vir şer dikir di heman demê de gelek tişt hînê nû hîn dibû. Mînak, dijmin tiştekî nû diceriband, gerîla jî ji bo vê yekê têk bibe tedbîrên nû û cuda diafirand. Şer tatkîkên nû diafirand.

JI BEJAHÎ VE Û HEJMARA WAN GELEKÎ ZÊDE BÛ

Nedibû ku destûr bihata dayin ku dijmin bi hêsanî bihata ser gir. Dengê wan ji girê duyemîn dihat, lê belê cihê wan baş nedihate dîtin. Ya rast nizanîbûn ku dijmin ewqasî bi pêş ve hatiye. Li ser hersê giran jî leşker hebûn. Ji bejahî ve hatibûn, lê belê hejmara bi rastî jî gelekî zêde bû. Wê şevê helîkopterên Skorsky leşkera danî ser girê çaremîn. Gerîla ji deriyê giştî timî bi doçka li dijmin dixist. Ji ber vê yekê jî nediwêrîbûn ku ji wir bên û leşkeran deynin wê derê. Ji ber doçka rêya xwe dirêj dikirin û xeta xwe diguhertin.

MIZGÎN DEST BI SÛÎQESTÊ KIR

Dema ku dijmin li ser girê duyemîn bû, Mizgîn pêşniyara çalakiya sûîqestê kir. Navber bi qasî 500 metre bû. Mizgîn 22 û 23’ê Hezîranê li vê derê du caran çalakiyên sûîqestê kir. Wan jî yekser bi bombeavêj û çekên ferdî êriş kirin. Mizgîn piştî rojekê bi heman rengî dema ku 6-7 leşkeran hewl didan stargehekê ji xwe re çêbikin çalakiya sûîqestê kir. Leşker hinekî din nêzîk bûbûn û navber bi qasî 450 metre bû. Mizgîn kincê kamûflajê li xwe kir, rahişt çeka xwe û derkete derve. 2 fîşek teqand, leşkerek hate kuştin, yek jî birîndar bû.

HOPARLORÊN BER BI TUNELAN

Piştî van çalakiyan dijmin tiştekî bi qasî mêşê mezin ber bi tunelan ve firand û bi rêya tiştekî banga teslîmbûnê dikir. Dengê wê mîna dengê mêşê bû, tiştekî ecêb bû. Ew tişt li qadê sekinandibûn û banga teslîmiyetê dikirin.

ŞERÊ DESTPÊKÊ

Artêşa dijmin 23’ê Hezîranê hat ser girê destpêkê yê bilind û wê sibehê dest bi êrişê kir. Roja duyemîn ji qatê jor ji nêz ve dengê leşkeran dihate bihîstin. Dijmin êdî hatibû ser şikeftê. Mizgîn dema ku li qatê jorê nobedar bû, bihîst ku leşkerek fermanê dide leşkerekî din û bi 5 metreyan dûrî wê 3 leşker hebûn. Dema ku Mizgîn serê xwe rakir, dijmin pê hesiya ku li wir liv û tevgerek heye û şerê destpêkê yê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker li wir dest pê kir.

WÊ ŞEVÊ BER BI GIRÊ DUYEMÎN XWE VEKIŞAND

Leşkerên Tirk yekser li derî reşandin. Mizgîn bombeyek avêt û li leşkeran reşand û hat agahiyê bide. Wê rojê Ozgur, Argêş, Serhildan û Mizgîn li qatê jorê bûn. Şerê destpêkê yê wê rojê bi qasî 40 deqeyan dewam kir. Leşkeran nikarîbûn xwe nêzî deriyan bikin, timî ji dûr ve direşandin. Gerîla jî wê rojê ji her sê deriyan bênavber li leşkeran dixistin. Carna gerîlayek ji derî derdiket û bi BCK lê dida, piştî ku dijmin giranî da ser wî derî, vê carê jî ji deriyekî cuda lê didan. Dijmin gêj bûbû, nizanîbû ku fîşek ji ku tên. Dijmin hîn di şerê destpêkê de fêhm kir ku Girê Sor pariyekî hêsan nîne û wê şevê ber bi girê duyemîn ve xwe vekişand. Piştî ku tarî bû dijmin sekinî, gerîla jî sekinî. Di nava çend rojan de bi taybetî jî êvarê car carna şer diqewimî. Êvarê bûbû dema şer.

NEDIHATE XWESTIN KU CEBILXANE GELEKÎ LÊ BIÇE

Gerîla bi giranî bombe bi kar dianî. Rojên destpêkê şer gelekî giran bû, dengê şer qet bidawî nedibû. Ji ber vê yekê atmosfereke cuda çêbûbû. Hin gerîlayan li dijmin dixistin, hinekan cebilxane dianî, dijmin keşif dikir û li gel van hemûya jî tecrûbeyên dihatin bidestxistin, dihatin parvekirin û tedbîrên nû dihatin girtin. Li hundir liv û tevgereke kelecanî hebû. Her kesî piştgirî dida hev. Her gerîlayî hewl dida branşa xwe bixe dewrê. Nedihate xwestin ku cebilxane jî gelekî lê biçe, lê belê tilî jî timî li ser tetîkê bû. Dijmin roja destpêkê ji ser serê gir bombe diavêt û bombe diket heta hundir. Mesela, hewa ji jorê ve dihate jêrê û gelekî xurt bû. Piştî teqînê jî toz û dû yan jî gazên dihatin bikaranîn yekser digihîşt jêrê. Roja destpêkê bi şer derbas bû, dijmin hînê giranî nedabû teqîn û gazên kîmyewî.

ÎDÎA MEZIN BÛ, LÊ DEZAVANTAJ JÎ HEBÛN

Li vê derê îdîaya gerîla mezin bû, dgot ‘Em ê teqez li Girê Sor dijmin bişikînin’. Wezîfe çi dibe bila bibe berpirsyariyên xwe bênîqaş bi cih dianîn. Ji têkiliya rêveberî-civatê wêdetir têkiliyên hevrêtiyê li pêş bûn. Her gerîla di eşkerekirina nêrîna xwe û tevlîbûna xwe de xwedî însiyatîf bû. Kîjan guncaw bûya ew dihate kirin.

Girê Sor ji ber cihê xwe, hinek dezavantajên xwe hebûn. Mînak dema ku êriş li ser Mamreşo çêbû li qadê gerîla hebûn û ji girên din dihate koordînekirin. Her wiha li derve çalakî dihatin lidarxistin. Ev yek ji bo berxwedana Mamreşo avantajeke mezin bû. Yên li Girê Sor jî xwe ji her tiştî re amade kiribûn. Zanîbûn ku wê ji derve teqwiye neyê û şer li qadê neyê meşandin. Piştî ku dijmin Mamreşo dagir kir, Girê Sor êdî bi temamî dorpêçkirî bû. Tenê xetek mabû ku ji derve bihata, lê belê hatin ji wê xetê jî gelekî zehmet bû. Ji xwe zanîbûn ku wê kes ji derve koordîne neke, ji derve destwerdan an jî çalakî wê nebe. Êdî bi tena serê xwe bûn. Di nava xwe de şert û merc nîqaş dikirin. Carna digotin, ‘Em ê heta payîzê li ber xwe bidin, eger di werza baranê de jî ji derve mudaxele neyê, em ê ji tunelan derkevin, bi ser dijmin ve biçin û çalakiyên bi bandor bikin’. Ji ber vê yekê çi kar hebû kes li ber ranedibû, her wezîfe bi rengekî serketî bi cih dianî.

DIJMIN NIHA GAZÊ BI KAR TÎNE, LÊ EM BAŞ IN

Ji cîhaza mezin ji bo Girê Sor peyam dihate xwendin. Roja 24’ê Hezîranê bû. Dema ku mesaj dihate xwendin, dijmin ji jorê ve tiştek avêt jêrê, wê demê bi fîşekê bersiv hate dayin. Wan jî ew tişta ku avêtin, teqandin. Piştî 20 saniyeyan teqîneke din çêbû. Dijmin dema ku kîmyasal diavêt bi wî rengî dikir, cara duyemîn diteqand ku giranî çêbibe û bi bandora wê giraniyê gaz bi temamî bikeve hundir. Hingî dihate zanîn ku dijmin li cîhaza mezin guhdarî dike. Dijmin wê kêliyê gaz bi kar dianî, gerîla jî dixwest ku dijmin zanibe wan hewldana dijmin têk birine. Yekser tedbîr dihate standin û axaftina bi cîhazê re dewam dikir. Ji aliyekî ve korîdor bi gazê tijî bûbû, li aliyê din jî Botan ji cîhazê digot, ‘Dijmin niha gazê bi kar tîne, teqînan dike, lê rewşa me baş e, qet bandorê li me nake’. Dijmin wê demê cara yekemîn kîmyasal bi kar anî bû.

MÎNA ŞEKIR ŞÎRÎN BÛ, BÊHNA ŞEKIRÊ ŞEWITÎ JÊ DIHAT Û KESK BÛ

Teqemeniyên destpêkê yên kîmyewî mîna şekirê şewitî bêhn jê dihat, mîna şekir şîrîn bû û rengê xwe kesk bû. Hate fêhmkirin ku çeka kîmyewî ye. Dihate zanîn ku ji bo ji bêhna çekên kîmyewî aciz nebe bêhnên xweş belav dikirin. Cara destpêkê dema ku bêhna gazê hat, Têkoşîn got, ‘Ya heval bêhna vê çiqasî xweş e’, ji ber ku nizanîbû ku gaza kîmyewî ye. Botan hişyarî da gerîlayan û digot, ‘Serê xwe deyne, tuyê bifetise, kîmyasal ne karê henekan e, eger hûn cidî nêzîk nebin wê bandorê li we bike’. Ji xwe piştre bandor lê kirin. Ew gaza ku bi kar anîn her çi be, mirov ditevizand, ji hal dixist. Heman demê li qada Werxelê jî berxwedan hebû, di navbera wan de pêwendî dihate danîn. Hişyarî ji gerîlayên li wê derê re jî hate dayin ku tedbîrên xwe bigirin. Di mijara tedbîran de agahî didan hev. Manga li ser serê gir biçûk bû, cihê hewastandinê jî gelekî baş nebû. Ji ber vê yekê gazên li wê qatê hatin bikaranîn bandor kirin. Gerîla dadiket jêrê, lê belê Botan danediket. Bi zorê ew ji qatê jorê dadixistin.

JI DERIYÊN KU KIFŞ NEBÛBÛN BI DÛRBÎNÊ DIHATE ŞOPANDIN

Beşa ku jê re lûtke dihate gotin, xwedî dezavantajê bû, ji ber ku tunelên wê berjorê bûn. Dijmin di nava rojê de jî herî kêm bi 50 metreyî dûrî derî bû. Bombeyên gazê jî ji dûr ve diavêtin. Gerîla demekê ji bo teqemeniyê li deriyê lûtkeyê bi cih bikin ber bi derî ve çûn, dîtin ku pêşiya wan bi keviran girtî ye. Halbûkî kevir berê li wir tune bûn. Dijmin ji dûr ve kevir diavêt û bi vî rengî dûrbûn dipîvand. Dema ku bombe diavêt jî ji dûr ve diavêt. Carna ji dûr ve dengê leşkeran dihat. Bi Tirkî diaxivîn, lê belê di nava wan de hin cerdevan jî hebûn ku bi Kurdî diaxivîn û ji herêmên cuda yên Kurdistanê anî bûn. Kameraya li derve îmha bûbû, ji deriyên ku nehatibûn deşîfrekirin bi dûrbînê dijmin dihate şopandin, lê belê gir hemû nedihate dîtin. Dijmin dest bi bikaranîna gaza îsotê jî kiribû. Yekemcar di tunelan de şer dihate kirin û tecrûbe zêde tune bû. Lê belê di heman demê de bi êrişên dijmin re tecrûbe jî dihate bidestxistin. Mînak, dijmin bi giranî nava rojê êriş dikir. Gerîla jî li gorî wê taktîkên alternatîf diafirand.

NÊRÎNA HEVPAR EW BÛ KU ÊDÎ NEDIBÛ LI LÛTKEYÊ BIMÎNIN

Hefteya destpêkê dijmin êrişeke gelekî giran kir. Li Mamreşo, Şehîd Serdar, Werxelê û Silêman gelekî gaza îsotê bi kar anîbû. Li Girê Sor jî gelekî gaz, teqemenî û kîmyasal bi kar dianî. Piştî hefteya destpêkê êdî bandoreke giran dibû. Di dawiya hefteyê de êdî gerîla nema dikarîbû biçe lûtkeyê. Hemû jî ji hal ketibûn. Nêta Botan tune bû ku dest ji lûtkeyê berde, gelekî bi biryar bû. Dijmin jî li wir tengav bû; ditirsiya ku xwe nêzî derî bike û ji dûr ve êriş dikir. Nêrîna hevpa a gerîla ew bû ku êdî li lûtkeyê nemîne. Li wir heta astekê serweriya dijmin çêbûbû, tunel berjor bû. Gerîla ji ber gazên hatin bikaranîn bêhal bûbû û ji ber vê yekê jî li gorî nêrîna hevpar biryar hate dayin ku qatê lûtkeyê bê girtin. Agahî ji biryargehê re hate dayin ku wê dest ji vî qatî bê berdan. Dijmin her roj hîn bêhtir kîmyasal û gazên îsotê bi kar dianî. Ji bo wê derê bigire ji girê Çarçela kevir û ax dibirin wê derê. Girtina vî derî karekî gelekî zehmet bû. Dijmin li ser wan bû, erzaq jî kêm bû, bê enerjî mabûn. Li lûtkeyê tiştek nehate hiştin.

LÎSTIKA ‘GIRTINA DERÎ’

Rojekê ku gelekî gaz hate bikaranîn, hevalên Mizgîn û Baz bi bandor bûn û ketin. Baş bû ku di nava wan de yên ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê hebûn ku li dijî gaza îsotê xwedî tecrûbe bûn. Wan digot, li dijî gaza îsotê lîmon, kolonya û şekir bi kêr tên. Dema ku bêhn diçike destpêkê av li rû dike, bêguman hîn bêhtir dişewite, piştre jî Mizgîn mîna ku Şirnexiyan digotin kolonya anî. Bi saya wê kolonyayê hinekî bi ser hişê xwe ve hatin. Piştre her kes hînî gaza îsotê bûn, êdî normal dihate dîtin. Piştî ku dest ji lûtkeyê hate berdan, êdî dijmin jî zêde êrişî wê derê nedikir. Êrişî deriyê Çarçela dikir. Dijmin di heman kêliyê de êrişî hemû deriyan nedikir, qedeme bi qedeme bi pêş ve dihat. Ji deriyê Çarçelayê li dijmin jî dihate xistin, lê belê ew derî di heman demê de nuqteya herî lawaz a şikeftê bû. Dijmin dikarîbû li wir serwer bûya, lê bida. Gerîla ew der digirt, her ku digirt dijmin jî bi teqemeniyan ji nû vedikir. Piştre jî hate gotin, ‘Madem bi vî rengî ye, em ê ji vî derî derbê li dijmin bixin, bila derî vekirî be’. Vê carê jî dijmin hat ew derî girt. Yanî êdî lîstika ‘girtina derî’ dihate lîstin.

Dijmin nava rojê gelekî êriş dikir, bi şev jî xwe vedikişand. Li deriyê Çarçela Baz dima, ew der jî bi qasî 3 metreyan hate girtin. Piştî ku ew der hate girtin nehate bikaranîn, tenê dihate kontrolkirin. Dijmin teqînên mezin li wir dikir, bi çekên B7 û BKC lê dida, bêhna TNT gelekî dihat, bandor li gerîlayan jî dikir. Deriyê Çarçela piştî ku hate girtin, dijmin li wê derê çend caran teqîn kir û ji ber ku axa xwe ne hişk bû, piştî her teqînê bi xwe dihate girtin. Piştî ku ev herdu derî hatin girtin, dijmin demeke dirêj bêdeng ma. Heta 6’ê Tîrmehê...

Wê dewam bike...

ANF | Perestgeheke berxwedanê: Girê Sor – I (anfkurdi.com)