Pêngava Seferberiya Heftanînê: Ciwan tevlî gerîla dibin

Li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk gelek ciwanên Başûrî bi çarçoweya Pêngava Seferberiya Heftanînê tevlî nav gerîla bûn.

Dewleta Tirk a dagirker, di 15 Hezîranê de bi awayek berfireh li Şengal, Mexmûr û Heremên Başurê Kurdistanê bombebaran kir. Bi vê re dewleta Tirk a dagirker bi navê 'Pençê-Piling' êrîşekî qirker li Herema Başûrê Kurdistanê Heftanînê da destpêkirin. Di navbera dewleta Tirk a dagirker û gerilayên azadiyê Kurdistanê şer û pevçûnên pir mezin rû da û hîn jî didome.

Li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Heremên Başûrê Kurdistanê, rêxistinê ciwanan Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer, Pêngava Seferberiya Heftanînê îlan kir. Rêxistina Ciwanan, di 30'ê Hezîranê de di bin şîara, “Ji Bo Kurdistanek Azad û Yekgirtû Faşîzm û Dagirkeriyê Birûxîne ” Pêngava Seferberiya Heftanînê ragihand. Bi vê Seferberiyê rêxistina ciwanan bangî hemû ciwanên Başûr kir ku di parastina axa xwe de li gel gerîlla bisekine.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan piştgirî da seferberiya dijî dagirkeriya Tirk a ciwanên Başurê Kurdistanê dane destpêkirin û banga beşdarbûna seferberiyeke çalak li tevahî ciwanên Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê kir.

Piştî îlankirina Seferberiya Heftanîn, komek ciwanên endamê meclîsa Binarê Qendîl, bi daxuyaniyek îlan kir ku wê tevlî Seferberiya Heftanîn bibin. Gelek ciwan û jinên ciwanên Başurê Kurdistanê li ser medya û medyaya dijîtal dane diyar kirin ku wê tevlî Seferberiya Heftanîn bibin. Lê ji ber rênedana PDK, ciwan û jinên ciwanên ku dixwestin biçin Heftanîn nikarîbûn biçin.

Li hember rêgiriya PDK'ê, ciwan û jinên ciwanên Başurê Kurdistanê bi komî û bi kes kes berê xwe didin qadên azad û tevlî gerîla dibin.

16’ê Tîrmehê de komeke 4 kesî li qadên azad, bi daxuyaniyek diyar kirin ku li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker, di bin Pêngava Seferberiya Heftanîn de biçin Heftanîn lê ji ber rêgiriya PDK’ê nikarîbûn biçin wan jî berê xwe dane gerilla û tevlî refên gerîla bûne.

Koma ciwanan di daxuyaniya xwe dabû diyar kirin ku di çarçoveya bangawaziya Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan tevlî nava gerîla bûne.

Pîştî koma ciwanan ciwanek ji bajarê Kerkûkê bi navê Hîwa Bestûn Elî, xwe gihandiye qadên azad û tevlî gerîla bûye. Hîwa diyar dike ku di bin Pêngava Seferberiya Heftanîn de tevlî gerîla bû ye û bangawazî hemû ciwanan dike ku li hember dagirkeriya Tirk tevlî gerîlla bibin.

Di çarçoveya Seferberiya Heftanînê de ciwanek ji bajarê Silêmanî navê bi Hestîyar Kamîran jî tevlî gerîla bûye. Hestîyar, tevlîbûna xwe li hember dagirkeriya Tirk helwest nîşan kirin pênase kir û bang kir ku hemû ciwan tevlî refên gerîla bibin.

Jinek ciwan bi navê Şar Laçim Husên jî di Seferberiya Heftanîn de beşdarbûna xwe ya nava gerîla îlan kir. Şar di nava refên gerîla de wek nav ji xwe re gerîla Sofiya hilbijartiye. Şar, jinekî ciwan ya ji Çemçemal e. Şar, diyar dike ku ji tevlîbûna xwe pir kêfxweş û serfiraz e û wê ji bo welatê xwe xebat bike û xizmet ji jinan re bike.

Ji bangawaziya Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan, vir ve heta niha di bin Pêngava Seferberiya Heftanîn de 7 ciwan û jinên ciwan xwe gihandiye qadên azad û tevlîbûna xwe ya refên gerîla ji raya giştî û çapemeniyê re ragihandiye.