Pêla binçavkirinê ya li Başûr dewam dike
Li Başûrê Kurdistanê, pêla binçavkirin û girtinê ku piştî çalakiyan dest pê kir dewam dike. Li Silêmanî, du rojnamevan û aktîvîstek hatin binçavkirin.
Li Başûrê Kurdistanê, pêla binçavkirin û girtinê ku piştî çalakiyan dest pê kir dewam dike. Li Silêmanî, du rojnamevan û aktîvîstek hatin binçavkirin.
Piştî çalakiyên gel ên 18'ê Kanûnê li Başûrê Kurdistanê dest pê kirin, pêla binçavkirin û girtina rojnamevan û aktîvîstên sivîl dewam dike.
Hêzên asayîşê duh bi şev li Silêmanî berpirsyarê medya dîjîtal a televîzyona NRT'ê Sûheyîb Ehmed û endamê Çapemeniya Lîsteya Nifşê Nû Xebat Newzad, her wiha endamê Koma Dengê Kolanan aktîvîst Karwan Kakil binçav kirin.
Li Başûrê Kurdistanê ji 18'ê Kanûnê dema destpêkirina çalakiyên gel û vir ve bi sedan siyasetmedar, endamên çapemeniyê, aktîvîst û çalakger hatin binçavkirin.
Wekî din, hejmareke zêde endamên asayîşê û pêşmerge sewqî wîlayeta Silêmanî û navçeyên wê hatine kirin.